Home ALLE BEITRÄGEAKTIONEN Video ya Ciwanên Hannoverê: Nehêlen ku Rojava bê dagirkirin!

Video ya Ciwanên Hannoverê: Nehêlen ku Rojava bê dagirkirin!

by rcadmin
Bi pêşengtiya ciwanên TCŞ, YXK û YDG li Hannoverê meş çêbû. Bi dîmenên meşê jî ciwan bi videoyekî cih didin çîroka Rûken, ku pir ferdên malbata vê ji destê DAÎŞê hatin qetil kirin.
18 ê meha Cotmehê gelê Kurdistanî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG) bi meşa protestoya bê deng daketin qadan. Gelek kesên di nava Hannoverê de, wek Elman, hêstiyar bûn û ji bandora çalakiyê bi rêzdarî sekinîn, heta kû dest bi girî kirin. Meş li ber Hauptbahnofê (gara navendî) destpêkir û gihişt navenda bajêr. Di dawî meşê de jî dayikên Kurd bi xemgîniya xwe bi dengbêjan êşa xwe anîn zîman. Meş bi sloganên bi moral û motivasyon hat bi dawîkirin. Bi dîmenên meşê di bin çerçoveya hemleya Nehêle TCŞ, YXK û YDG videoyekî amade kirin. Di vê videoyê de jinekî bi navê Rûken qala çîroka xwe ya bi êş dike. Rûken jinekî êzîdi ye ku ji bilî 4 xwişk û birayên vê hemû ferdên malbata vê ji aliyê çeteyên hov ên DAÎŞê hatin kuştin. Piştî êrîşên DAÎŞê Rûken derbasî Rojava bû. Lê Rojava jî ji 9’ê Cotmehê ve ji aliyê dewleta Tirk a qirker û çeteyên vî tê êrîş kirin. Lewma Rûken bang dike: “Nehêlen! Berxwedan jiyan e!“

ÄHNLICHE ARTIKEL