Home HEMÛ NIVÎSABORÎ 5 roj ma

5 roj ma

by rcadmin

Dîsa dema wê hat. Ji bo Meşa Dirêj a ciwanan ya îsal ra 5 roj ma. Meşa Dirêj ya ciwanên Kurd û enternasyonalîst her sal wek kevneşopiyekî, li bajarên cuda yên Elmanyayê pêk tê. Her çiqas rêyeke dirêj be jî, bi sedan ciwanên li Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo, bi moral û kelecaniyeke mezin va dimeşin. Ji ber ku pir baş dizanin, Rêber Apo nûnerê azadiyê ye. Îsal ciwan yê ji Hannoverê heta Hamburgê bimeşin. Komîteya Amadekar ya Meşa Dirêj bi dîmenên par va vîdyoyekê amade kir. Komîteya Amadekar, banga tevlîbûna Meşa Dirêj ya ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo – Bi Hev Ra Serhildan” pêk tînin kir. Komîteya Amadekar daxuyand ku coşeke pir mezin heye û hema hema amadekariyên meşê kuta bûye.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ