Home HEMÛ NIVÎSÇAND & HUNER Agirê Agiran

Agirê Agiran

by rcadmin
ZEYNEP CUDÎ

Erê lawikê welatê pêxemberan
Îro li cihekê bi hempa û bilinde
Bi derketina rojê re bi heskirin
Û evîneke mezin temaşe dike
Stêrkên şevên tarî
Îro govenda azadiyê li welatê
Xeribiyê digerînin
Bi coşekê mezin melekên bihuştê
Li benda pêşwazî kirina
Lawikê pêxemberanin
Bele heval çîroka agir
Sînoran nasnake û wekî
Lehiyeke li ser xaka welatê min diherike
Belê navê wê agir bû
Têla stranên li ser ziman
Û di dilê hemû rêhevalan de bû
Helbesta dinava govenda pênûsan û çîrokên
Xeyalên zarokan bû
Berê heval ez ê çawa
Pênaseya wan fikrên te yên xweşik bikim
Tu wekî bahozekî bi lezbûyî
Agir tu ji agir bihêztir bû
Tu gel li Gabarê watê Egîdan bû
Geh jî hevalê Herekol û Pîro bûyî
Tu wek derwîşan li evîna xwe digeriya
Lê evîna te li beytuşebabê veşartibû rêheval
Ez ê te li berbanga Botanê
Bi pirsim
Wê bêje ew Agir bû
Ji agir xurtirbû
Ew ji rengînbûna min rengîntir bû
Ji xweşikbûna min xweşiktir bû
Ew Agir bû Agir

NIVÎSÊN MÎNA VÎ