Home HEMÛ NIVÎSÇALAKÎ Hefteya çalakiyê ya jinên ciwanên Stuttgartê

Hefteya çalakiyê ya jinên ciwanên Stuttgartê

by rcadmin

Ji bo sê gulên azad, şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî, jinên ciwan ên derdora Stuttgartê rêzekî çalakî çêkirin.

STUTTGART

Di vê heftê de aktîvîstên JCA (Jinên Ciwan ên Azad) û JXK (Jinên Xwendekar ên Kurdistan) çend çalakî ji bo bîranîna Qetliyama Parîsê kirin. Di 9ê Çileya 2013 de sê şoreşgerên jin bi destê îstîxbarata Tirk û hevkarên vê yên dewletên Ewrûpa hatibûn şehîd xistin.

Di pêşengtiya jinên ciwan de li 6ê Çileyê hevdîtina ciwanan pêk hat. Ciwan bi hev re perspektîfên Rêber APO yên li ser welatparêzî û Birdoziya Rizgariya Jin xwendin. Li ser vê esasî ciwan li ser giringiya rêxistinbûna xweser a jinê kirin.

Li 9ê Çileyê jinên ciwan bîranîna şehîd Sara, şehîd Rojbîn û şehîd Ronahî bi rêxistin kirin. Bîranîn saet 9 êvarê bi panelekî li ser maneya sê jinên şoreşger û jiyana wan dest pê kir. Wekî din ciwan di nirxandinan de êrîşa dewleta Tirk û hevkarên vî wekî dewleta Fransa şermezar kirin. Ciwan Qetliyama Parîsê wekî berdewamiya komploya li ser Rêber APO bi nav kirin û pêwîstiya têkoşîna rêxistinî bin xet kirin.
Piştî wan nîqaşan ciwan derbasî pêşangeha li ser sê şoreşgerên jin bû. Di dawiya bîranînê de dîmenekî kin li ser sê gulên azad hate nîşandan.

Di şeva 10ê Çileyê de JCA û JXK fîlma şehîd Sara ya “Jiyana min her şer bû“ pêşkêş kirin. Texrîbên 25 ciwan tevlî Piştî vê jî ciwan bi hev re tevlî çalakiya Parîsê ya îro bûn.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ