Home HEMÛ NIVÎS Armanç Med: Ciwanên Kurdistanî ji van êrîşan re bersivên xurt û cangorî bidin

Armanç Med: Ciwanên Kurdistanî ji van êrîşan re bersivên xurt û cangorî bidin

by rcadmin

Endamê Koordinasyona Komalên Ciwan Armanç Med ji bo berxwedaniya Efrin’ê nirxandin kir.

Di serî de li hemû hevalên ku di nava berxwedana Efrînê de cih digrin silav dikim. Dîsa li gelê me ên ku di nava vê berxwedanê de cih girtinê, di çeper û kozikên şer de bi cih bûnê, dîsa di cihên ku dijîn de bi cih bûnê , her çiqas wek fizîksel di dervayî eniyê şer de be jî bi dil û hestên xweyî neteweyî bi me re bûnê em bi rêzdarî silav dikin. Cîwanên hogir ê Kurdistanê, cîwanên fedakar û wêrek ê Kurdistanê, dîsa ên ku pêşengiyên wan dikin, ên ku berxwedanê birêxistin dikin, cîwanên ku dixwazin di vê berxwedanê de cih bigrin ez silav dikim. Û her wiha li şehîda mezin Awesta Xabûr a ku sembola berxwedana mezin bûye û di xeta PKKê de destana lehengiyê daye nivîsandin, nûneriya xeta fedaîtiyê kiriye û di vê xetê de israr kiriye, li hemberê hemû êrîşan temsîliyeta vê xetê kiriye ez bi rêzdarî silav dikim û dîsa soza serkeftina têkoşîna wan didim.

Niha li Efrînê jî mîna pêvajoya Kobanê heman pêvajo tê jiyîn

Bila ev rejîma faşîstê ku bi piştgiriya hemû hêzên dagirker, hêzên emperyalîst û hevkarên xwe ên herêmê ve bi awayekî bê qontol êrîş bir ser Efrînê û dewletên emperyalîsté ku piştgiriya ev rejîma faşîst dikin baş bizanibin; Kurdistan di dîroka xwe de bi hezaran car bi dagirkeriyê û êrîşê re rû bi rû maye. Lê tu caran jî di aliyê îradeyê de, di israrkirina xwebûnê de, di ser koka xwe mezinbûyînê de, di xwediyê îdia û bibîryarbûyînê de paş de gav neavetiye.

Li Kobanê hate dîtin ku em jî şahîdê vê bûn, hemû êrîş hat vala derxistin û her çiqas rejîmên faşîst ên ku dixwastin wê erdnigariyê bi cih bibin di heman erdnigariyê de çawa jiyanek azad hate hûnandin, serkeftineke çawa pêkhatin, bi vê serkeftinê ve girêdayî israrkirina vîna mirovmayîn/mirovbûyînê me dît, şahîde van bûn.

Niha li Efrînê jî mîna pêvajoya Kobanê heman pêvajo tê jiyîn. Êrîşên li ser Efrînê belku bi navên cûda, bi kes û rêxistinên cûda tê kirin lê belê di pêvajoya Kobanê de jî heman kes û hêz cih digirtin. Ev hêz dîsa di wê pêvajoyê de jî li aliyê din cih digirtin û alîgirên dagirkeran bûn. Doh DAİŞ bû îro jî rêber û rêxistinvanên Daîşê AKP û di şexsî AKPê de dewleta Tirk a faşîst e. Û dîsa bi hêzên emperyalîst ên ku ji rejîma faşîst a Tirk re piştgirî didin û hêzên emparyalîst ên ku Kurdistan çar perçe kirî ve van êrîşan pêk tînin.

Li ser dagirkirina Efrînê plansaziyek bi sê rojan ve pêk dihat diyarkiribûn. Di sê rojan de şikandina hemû îradeyên gel û qontrol kirina herêmê dihesibandin û plankiribûn. Lê belê Efrîn ser piyan e û wê her tim li ser piyan jî bimîne. Li qada ku mirov xwediyê israrkirina helwesta mirov mayînê bin tu hêzek dagirker tu caran nikarin li wir bi cih bibin. Hêzên mêtinger nikarin xwe li wir bihewînin. Her çiqas bi êrîşên dijwar ên teknîkî pêkbînin jî her çiqas bi çapemeniya şerê teybet ve propaganda bimeşînin û li nava hewldana xapandina gel bibin jî nikarin vê rastiyê biguherînin. Rastî ew e ku; Efrîn ser piya ye û wê her û her li ser piya jî be. Efrîn serkeftî ye di rastiyê de. Efrînê wexta ku rejîma faşîst a Tirk ji bo radest girtinê diyarkirî derbas bû. Ji ber wê Efrîn li ser piya ye û li ser piya jî wê bimîne. A niha dewleta Tirk a faşîst ji ber ku nikare xwe pêş bixîne û ji bo ku helwesta gel çênebe li ser medyaya civakî şerê teybet dimeşîne. Cihên ku bi dest xistine û cihên ku al daliqandine; ev qas şehadet çêbûne nizanim çend hezar mirov revîne û hwd. bi nûçeyên wisan derew ve dixwazin gel bixapînin. Lê ew zelal e ku hemû dewlet li ser derewan sazî bûne û ji ber wê jî bi derewên wisan ve xapandina gel ji aliyê dewletê ve bi rihetî were pêjirandin. Lê rastî tê zanîn.

Di felsefe, bîrdozî û sekna Serokatî de serfirazî he ye

Weke têkoşîna Kobanê rûpûşa wan xist ya Efrînê jî rûpûşa wan xistiye. Em ev baş zanin civata Rojava gelê Rojava heft sale bi bîrdoziya Serokatî, felsefe ya Serokatî , bi sekna Serokatî li vir têkoşînek dimeşînin.Di felsefe, bîrdozî û sekna Serokatî de serfirazî he ye.Ji ber vî tê gotin têkoşîna tê meşandin têkoşîna serfiraziyê. Ji ber vî bi navê ‘Serdema Têkoşînê’ hatiye binavkirin. tê de serfirazî he ye. Gel, hêza xwe, viyan û biryardayina xwe ji vir girtiye. Bila hemî kes bizane: Heta ku felsefa Serokatî li vir be dagirker nikare cîh bigre.! Ev xeyala çê nabe bila dev jê berdin. Heke bixwe bernedin têkoşînê wê bide berdan. Ev têkoşîn wê dîsa wan bin bixîne û wê bibînin xeyalên wan çê nabe. Meriv dikare wisa bêje: Li ser şexsê Akp, netewe dewleta Tirk û sazûmana faşîst nêzî xilas bû nê ye. Ev êrîş tê ser vê wate yê. Perpitînên dawî ye. Rojava tenê ne Efrîn û têkoşîna Efrîn ê ye.Têkoşîna Rojava têkoşîna mirovatiyê ye. Têkoşîna mirovê bi rûmet jiyana bi rûmet e.Têkoşîna Efrîn ê têkoşîna hetera mirovbûnê ye.Têkoşîna civata azad ferd ê azad e.Dibêjin hesaba malê li sûkê bi hev nagire. Hesaba sazûman a faşîst a Tirk jî li Efrîn ê pê nagire. Bêguman em baş zanin li ber çavê dewleta faşîst, Kurdê herî baş yên radest bû yî an jî yên mirî ye.Li ku der Kurdê bi viyan, Kurdê li ser nirxên xwe jiyanê heter dike he ye wan ji xwe re armanc, hedef digrin.Ev li Kerkuk ê jî wisa ye,
li Musul ê jî wisa ye,
li Hewlêr ê jî wisa ye,
Li Mahabad jî wisa ye,
Li Kêrmanşah, Amed û Wan ê jî wisa ye.Kobanê, Qamişlo,li Efrîn jî wisa ye. Heta ji boy Kurdên li dervey welat dijîn jî wisa ye.

Bin ketina Erdoğan, Azadiya Kurdistan e, Azadiya Serokati ye

Berhewayek giştî,êrîşek giştî he ye, bi Kurdê xwedî rûmet jî ev dikeve: Ber van êrîşan tenê rê yek he ye ew jî berxwedan. Em dibêjin berxwedan jiyan e. Berxwedan xwe bûn e. Dibêjin Berxwedan nimînandina hemî nirxên arîşen e. jiyîna bi nasnama xwe ,nirx û kevneşopên xwe ser berwedanê re derbas dibe. bêgûman êdî vî ya dikin.Vî ya bipergal bi kêf coş û bextewar ava dike. Sazûman a Faşîst a Akp wê bin keve û bi darê zorê qanî bi be. Ji ber ku ev bin ketin dawiya wan e. Ev bin ketin xilas bû na dewleta Tirk, Azadiya Kurdistan e.Azadiya Serokati ye. Tê ser wate ya ku di axa Kurdistan de paqijkirina dagirker e. Gelek aliyên vê berxwedanê he ye, ev tê ser wate ya vegera mirovên ji nirxên xwe dûr ketiye. Ji ber vî berxwedana Efrîn ê tenê ne parastina Kurd û Kurdistaniyan e. Rûmetek mirovî ye.Aniha bi bîrûbaweriyek faşîst, yên mirovatî wenda dike, dimête,zilmê , zordariyê dike, bê viyan dihêle re têkoşîn tê meşandin.Bi rastî jî di salên 21. yy de tê ser wate ya hetera ser mirov bû nê, nimînandina van û gihîştina serkeftinê.Ev bîrûbawerî ya Faşîst pêwîste bin keve. Bêgûman ciwanên Kurdistanî wê pêşengiyê bikin. Ciwanên Kurdistanî ji van êrîşan re bersivên xurt û cangorî bidin. Bi teybetî jî ji bo cîwanên Bakurê Kurdistanê dixwazim wê bêjim; cîwanên Bakurê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de di warî cih girtina eniya herî pêş de bêyî ku bikevin dudiliyê tehma serkeftinê hildan. Her wiha di berxwedana Xweseriyê de bêyî ku bikevin dudiliyê, bi awayekî fedaî çeperên xwe parastin. A niha di hemû qadên Kurdistanê û dervayî Kurdistanê de hemû gel li ser piyan in, lê belê rewşa ku Bakurê Kurdistanê tê de ye nayê pêjirandin. Ew tê zanîn; gumana te ye ku niha gelê Bakurê Kurdistanê ji vê rewşê aciz in, vê rewşê qebûl nakin û di dilê xwe de jî hêrseke pir mezin heye, em vê dizanin. Lê belê divê em vê têxin nava liv û tevgerê, birêxistin bikin, gelê ku di nava bendewariyê de ne ji wan te pêşengiyê bikin û gel rakin ser piyan. Êrîş ji wir tên. Êrîşên ku li ser Efrînê tê meşandin li wir tên plansazî kirin, li wir têne amade kirin, li wir tê rêxistin kirin û êrîş li wir pêktên. Lewma ji bo cîwanên Bakurê Kurdistanê ez wê dibêjim; divê ku li hemberê hişmendiya faşîst, rejîma faşîst berxwe bidin, biherîkin qadan û derfetên her cureyê binirxînin û li her derê seferber bibin. Ji ber ku şerê hebûn û nebûnê ye. Rewşa heyî niha ev e. Cîwanên Kurdistanê tu caran wendabûyînê nepêjirandiye. Cîwanên Bakurê Kurdistanê ji roja ku Serok Apo dest bi têkoşînê kir vir ve di vê têkoşînê de cihê xwe girtine û pêşengî kirine. Di dema serkeftinê de, di heyana têkoşîna asta herî li jorbûyînê de cîwanên Bakurê Kurdistanê divê ku ji vê rewşê derkevin û bikevin nava liv û tevgerê. Berxwedana wan bi wate ye. Di berxwedana wan de rih û îrade heye. Ez ji cîwanên Bakurê Kurdistanê re wê bêjim; misoger bilindkirina vê têkoşînê, xurtkirina vê têkoşînê di destê we de ye. Li ser vî esasî dîsa li hevalên ku di berxwedanê de cih digrin û her wiha li gelê ku li çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê berxwe didin bi rêzdarî silav dikim. Em ji nû ve soza xwe dubare dikin ku em xeyal û hêviyên hevalên Şehîdan pêk bînin û doza ku ji bo wê jiyana xwe feda kirine bigihînin serkeftinê. Û wê dibêjim; berxwedan jiyan e, berxwedan azadbûyînê ye, berxwedan bi rûmetbûyînê ye, berxwedan ji hemû mirovahiyê re bersivbûyînê ye û hemû mirovan gihandina cihê layiqbûyînê ye. Ew jî peywira cîwanên Kurd û Kurdistanê ye, ez cîwanên hemû jî gazî refên berxwedanê dikim.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ

Şîrove Bişîne