Home HEMÛ NIVÎSŞEHÎD Azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin

Azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin

by rcadmin

Newroz ne tenê pîrozbahî, cejn û salveger e. Newroz ji bo gelê Kurd, bi taybetî ji bo jinan roja berxwedan, azadî û hebûnê ye!

RONAHÎ BÊRÎVAN

Newroz di destpêkê de heya niha, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wek mîladekê em dikarin bigirin dest. Mîlada ji nû ve jiyan kirinê ye. Bi taybet ji bo gelê Kurd roja Newrozê weke ku xwe ji bindestî û ji pergala koledariyê rizgar bike ye.
Dema em li armanca derketina roja Newrozê dinêrin, bi taybetî di milê dîrokî de em dibînin ku bi pêşengiya Kawayê Hesinkar, gelan ji zilm û zordariya Dehaqan azadiya xwe bi dest xistine û di wê rojê de serxwebûna xwe îlan kirine. Her wiha dema em hinekî din dîrokê lêdikolin û li ser dihizirin, em dibînin ku ev rastî heya Zerdeştî diçe.
Li gorî lêkolîn û nêrînên ku dîroknas didin diyarkirin; dema Zerdeşt pêxember tê îlankirin 20-21ê Adarê ye. Dema Zerdeşt ji şikefta sebêlan (cihê ku Zerdeşt bi salan di wê şikeftê de maye û li ser rastiya civak, kes, xweza û pirsgirêkên heyî mijûl bûye û hiziriye, di encama hizrandinên bi salan de felsefeya xwe pêşxistiye.) derdikeve û tê ber çemekî, ava li wir tê pîrozkirin û pêxember tê îlankirin.
Û dema ku em felsefe û baweriya ku Zerdeşt pêşxistiye lêdikolin, tê dîtin ku Zerdeşt pir girîngî dide agir, gelek pîroz û watedar dibîne. Zerdeşt agir wek paqijiya jiyanê digire dest. Bi kurtahî em dikarin bêjin ku di jiyana gelê Kurd de cihekî girîng ya agirî heye. Roja Newrozê û agirî yek dibînin. Her wiha Newroz sarsala gelên Aryayî ye.  Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye nîşanêya yekîtiya çand û dîroka gelan. Vê rojê wek sersalê girtine dest, pîroz kirine û heya roja me anîne. Di nava gelan de bûyê kevneşopî, çand û dîroka berxwedanê.
Her wiha dema em li silsileya dîrokê dinêrin, em dibînin ku di destana Kawayê Hesinkar de roja 20-21ê Adarê di heman demê de roja rizgar bûyîna gelê Kurd ya ji bin zilm û zordariya Dehaqan e.  Li gorî destana hatiye nivîsandin em dibînin ku bi kuştina Dehaqê zilmkar re agirê rizgarî û azadiyê li hemû çiya û cihên herî bilind tê pêxistin. Di wê demê de jî wateya pêxistina agir, nîşaneya rizgarbûyîna gelê Kurd û bi dawî anîna zilmê ye. Di silsileya dîrokê de Newroz bûye remza serkeftin û berxwedanê.
Hevalê Mazlûm, hevala Ronahî, Bêrîvan, Rewşen û Zekiye berdewama vê dîroka berxwedanê ne. Agirê azadiyê û berxwedanê her dem di dilê gelê Kurd de jiyaye. Her çiqas bi sedsalan hewldanên neyaran çêbûne ku vî agirî di nava dilê Kurdan de bitemirînin û jiyanê li wan tarî bikin jî, tu carî di vê mijarê de û bi tu şêwazî nikaribûne serbikevin. Dibe ku pir caran agirê serxwebûn û azadiya gelê Kurd hatibe temirandin, lê belê bi çirûskên ku di nava xweliyê de veşartî mayî, ji nû de bûne pêten agir û geş bûne. Berxwedana ku di salên 70yî û vir de, pêşketina çalakiyên berxwedanvanên Newrozê yên wek heval Mazlûm, Ronahî, Bêrîvan, Rewşen, Zekiye û serhildanên gelê Botanê nîşaneya vê berxwedana dîrokî ye. Her çiqas bi dehan berxwedan û serhildan çêbibin jî di encama wan de fetisandin hatiye ferz kirin. Taybetî gotina Heval Mazlûm „Berxwedan Jiyan e“ nîşan da ku heke mirov bixwaze bijî, pêwîste di nava berxwedanê da be. Wekî din ne em dikarin bijîn ne jî em dikarin bi rehetî bimirin. Rastiya Kurd û Kurdistanê weke Rêber Apo gotiye „Azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin“ nîşan dide. Ango Rewşen di 17 saliya xwe de li surên Kadîfekaleyê xwe nedişewitand. Beramberî zordarî û qedexeyan rêya berxwedanê nîşanî me dan. Divê em jî li gor vê rastiya pêwîst berxwebidin. Di rêya pêtên agirê Newrozê de bimeşin.
Agirê  Newrozê bi berxwedana van hevalan îro di hemû qadên Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê bi hezaran, bi milyonan mirov anîn cem hev. Bi sedan reng, yek îrade, yek deng dan ava kirin. Him gelê Kurd yê ku bi salan nikarîbû Newroza xwe azad pîroz bike him jî ji bo yekîtiya gelên Kurdistanî û Rojhilata Navîn îro bûyê bingeh. Di vê roja pîroz de hatina cem hev, agirê azadiyê geş kirin pir dîrokî û watedar e. Tu ferqa Dehaqên ku di roja me de azadiya gelê Kurd asteng dikin û zarokê Kurdan zindanî û qetil dikin ji Dehaqê ku li gorî efsaneyê bi xwarina mêjiyê zarokên Kurdan nexweşiyên xwe derman dikir nîn e. Dema em dîrokê dinerin, em dibînin ku her dem li ser zarokên Kurdan êriş hatine kirin. Nexwe em jî weke Kawayan, mêjiyê Dehaqan bidin û bipelçiqînin.
Newroz ne tenê pîrozbahî, cejn û salveger e. Newroz ji bo gelê Kurd roja berxwedan, azadî û hebûnê ye. Di roja hebûnê de, hebûna xwe diyar kirin û xwedî hebûna xwe derketin girîngî û wateyeke xwe ya dîrokî heye. Xwedî derketina Newrozê di heman demê de xwedî derketina li nirxên xwe yên civakî, exlaqî û polîtîk e.
Pêvajoya ku Rêbertî di Newroza 2013an de daye destpêkirin û di roja Newrozê de, ji gelê Kurd û ji tevahî cihanê re daye diyar kirin wateya xwe ya dîrokî heye. Dîroka ku hatibû winda kirin di wê rojê de dîsa hat nûjên kirin. Her kesê ku ew nûjênî di hest, raman û hizrên xwe de jiya wê rojê gihiştibûn hev. Di serî de Amed, li tevahiya Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê bibûn yek deng û awaz. Awaza ku wê rojê bilind dibû melodiya azadiyê, daxwaza serxwebûnê, qirîna hebûnê bû. Tilîliyên jinên azad bû.
Di Newroza îsal de jî ev melodî û awaz wê pêl bi pêl mezin bibe, wê xwe bigihîne hemû cîhanê. Êdî gelê Kurd û Kurdistanî li ku derê dibe bila bibe pêwîste wek fînalê nêzîkê Newroza 2020an bibe û beşdarbûna xwe xurt bike. Her rojên ku em dijîn dîrokî û girîng in. Lê belê îsal gelê Kurd yê çarenûsa xwe diyar bike. Em di navbera bihuşt û dojehê de sekinîne. Ji bo vê jî her gava ku em diavêjin wê pêşeroja gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn  bide diyar kirin. Niha tiştekî em wek ‚kesek‘ winda bikin nemaye. Lê belê ger em dev ji hemû berjewendiyên xwe yên ku dikeve di bin xizmeta neyarên Kurdan berdin, xwedî nirxên xwe, dîroka xwe, rûmet û hebûna xwe derkevin wê demê bihuşta ku gelên Kurdistanê xwe bigihîne yê hebe. Ji xêncî vê em nikarin jiyaneke din ji xwe re bipejirînin û tiştekî cuda vebijêrin. Di demeke wiha dîrokî de ji bo azadî û hebûnê pêwîstî bi yekgirtinê heye. Têkoşîn û berxwedana li hemberê bêmafî û bêdadiyê pêşxistin û li hemberê pergala desthilatan û kedxwaran xwe bivîn kirin û xwedî li azadiya xwe derketin girîng û jiyanî ye. Heke em bixwazin zarokên me, ciwanên me azad bijîn, wê demê bila tu kes nebêje ez nikarim. Ev erk li ser milê her kesê ku dibêje ez Kurd im, ez mirov im û ez xwedî exlaq im daye. Wê demê pêwîste ku di vê pêvajoyê de rawestan neyê qêbûl kirin. Jiyîn û pejirandina jiyaneke ji derveyî vê tê wateya her roj zindan, her roj komkujî, her roj jiyaneke bêrûmet, bênirx, bêdîrok û bêwate yê. Newroza 2020an fînala têkoşîn û rizgariya gelê Kurd, gelên Kurdistanî û gelên Rojhilata Navîn e. Ev di deste me hemûyan de ye. Bi pir rengî û yek dengî wê gelên azadîxwaz ber bi azadîyê ve bimeşin. Pêwîste em di vê baweriye de bin.
Û tu carî ji bîr nekin „Azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin“

BERXWEDAN JIYAN E!

NIVÎSÊN MÎNA VÎ