Home HEMÛ NIVÎSÇAND & HUNER Berxwedêra dengbêjiya Kurdî; Eyşe Şan

Berxwedêra dengbêjiya Kurdî; Eyşe Şan

by rcadmin

SILAVA EBDULREHMAN

18ê Kanûnê salvegera wefata dengbêja Kurd Eyşe Şan e. Eyşe Şan roleke girîng di pêşxistina hunera Kurdî û parastina wê de lîstiye. Eyşe Şan di sala 1938an de li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê de, di malbateke ku ji 6 kesan pêk tê, ji dayîk bûye û bi eslê xwe ji bajarê Erziromê ye. Bavê wê Osman Şan e û dayika wê Elîfxan e. Bapîr û dapîrên Eyşe Şanê di dema şerê di navbera Osmanî û Rûsan de ji bajêr koçber dibin û di wî şerî de hejmarek ji endamên malbata xwe winda dikin.
Eyşe Şan bi tenê dibistana seretayî dixwîne û zarokatiyeke xembar, di nav malbateke xizan de li taxa Erbedaşê di nav sûrên bajarê Amedê derbas dike.
Di nav Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê ya bêdawî ye, her tim dizê û çik nabe. Dengbêjên ku li mala wan kom dibûn û tevî bavê wê stranên Kurdî yên gelêrî digotin, bandorê li Eyşe Şanê dikin û ew jî di mewlûdan de ji bo jinan qasîdeyan dibêje. Destpêkê Quranê û helbestên olî dixwîne. Li ser wê hunera xwe ava dike û şarezahiya xwe bi pêş dixe.
Piştî ku Eyşe Şan afirîneriyên xwe yên hunerî û hestên xwe yên zîz di warê gotina stranan de nas dike, bi baweriyeke xurt hewl dide li cihên giştî bistre. Lê malbata wê ya muhafazekar ku bi kevneşopên civakî ve girêdayî ye, li ber hewldana wê dibe asteng. Eyşe Şan bi israra xwe û bi awayekî veşartî di 15 saliya xwe de yekemîn strana xwe tomar dike. Li ser daxwaza malbatê û ji ber kevneşopên civakê yên wê demê, Eyşe Şan bi zilamekî ku di temenê bavê wê de ye, tê zewicandin. Di gelek mercên dijwar de derbas dibe û tevî keça xwe Yasmîn ve careke din direve Amedê.
Piştî vegera Amedê rastî nêrîna civakê ya neyînî tê û ji bo ku ji gotinên şêniyan xilas bibe bi zilamekî bi navê Çerkes re dizewice. Lê ew ji ber meseleyeke xwîndariyê piştî zewacê bi demeke kin de tê kuştin. Eyşe Şan di 50 saliya xwe de neçar dimîne ku biçe bajarê Dîlokê û li wir di buroya firotina kartên veguhestina hundirîn de dixebite, di heman demê de ji bo radyoya Dîlokê stranan dibêje.
Li Dîlokê Eyşe Şan gelek hunermendan nas dike û hunera xwe ji ber hebûna gelek amûrên muzîkê bi pêş dixe û di radyoya Dîlokê de bi zimanê Tirkî distre. Lê ji ber ku di dilê Eyşe Şanê de evîna stranên Kurdî heye, ji karê radyoyê tê derxistin. Piştî xebata 2 salan di radyoyê de û wefata keça wê ya piçûk a ku bandoreke neyînî li ser Eyşe Şanê dike, di sala 1961an de diçe Stenbolê.
Li ser daxwaza hinek hevalên xwe diçe bajarê Mûsilê yê Iraqê û hunermendên Kurd yên di wê demê de navdar in, mîna Mihemed Arif Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Pişt re jî diçe Bexdayê û li radyoya Bexdayê çend weşanên hunerî tomar dike. Her wiha li gel dengbêjên navdar, mîna Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizîrî, Resûl Kurdî, Gulbihar û Îsa Berwarî şahiyên hunerî li Bexda, Hewlêr, Mûsil û Dihokê li dar dixe.
Ji ber ku Eyşe Şan bi zimanê Kurdî distriya, ji hêla nîjadperestekî Tirk ve rastî êrişeke bi kêrê tê, li ser vê ji Stenbolê derdikeve. Piştî ku birînên xwe derman dike, di sala 1972yan de ji bo ku şahiyan li dar bixe, diçe Elmanyayê û li gelek welatên Ewropayê digere. Lê Eyşe Şan pir li Elmanyayê namîne û vedigere Stenbolê.
Piştî zextên giran yên dewleta Tirk, li ser daxwaza hinek siyasetmedarên Kurd di wê demê de Eyşe Şan neçar dimîne ku xwe ji ber çavan veşêre. Di wê demê de gelek rewşên derûnî û fizîkî yên nebaş derbas dike. Tevî vê dîsa jî 3 kasetan bi zimanê Kurdî tomar dike. Piştî vê di dema Turgut Ozal de sala 1990î de qedexeya li ser zimanê Kurdî radibe. Li ser ve yekê Eyşe Şan hunera xwe, stranên xwe bi Kurdî peş dixe. Hinek ji wan stranan; Werin Werin Pêşmerge, Diyarbekir û Newroz in.
Di dirêjahiya temenê xwe de Eyşe Şan serkeftinên mezin bi dest dixe û navdar dibe, heta ku dibe hêjayî leqeba “Xanima Strana Kurdî”. Ji ber ku heta niha tu hunermendeke jin a Kurd nekariya mîna wê bike.
Lê xuya ye ku Eyşe Şan bi giyanê xwe yê tijî hezkirin, evîn û dilê wê yê bi hestên tenik dorpêçkirî bû, li hember mercên dijwar nekarî zêdetir li ber xwe bide û nexweş dikeve. Hunermenda Kurd Eyşe Şan di 18ê Kanûna 1996an de jiyana xwe ji dest dide û di merasîmekê de ku ne layîqî hunera wê ye, ji ber binpêkirinên dewleta Tirk ên derheqê gelê Kurd de, bi beşdarbûna hinek şêniyan tê veşartin. Lê mirinê nekarî dengê wê yê zîz ku hîna jî xweştirîn awazan distre, bisekinîne.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ