Home HEMÛ NIVÎSÇAND & HUNER Bihêlin

Bihêlin

by rcadmin

Cihê ez lê ketim,
Bila kes min raneke.
Bihêlin li wir,
Ezê dîsa werim.

Bayê ku li rûyê min dide,
Silavên min tîne,
Rû bi ken her sibe,
Hûn jî bêjin:”Roj baş heval”

Lê min bihêlin,
Ezê tev li ax bibim.

Wênevan bila biresmînin rûyê min,
Di her çiyayê bilind de gerîla dê min bibîne,
Hozan û helbestvan ji min hest bigrin,
Ezê li her derê bim,
Bes min bihêlin,
Da ku ji deriyê şevê derbas bibim.

Mazlûm û Egîdan bibînim,
Zîlan bibînim,
Bihêlin ev dîtîna pîroz min jî,
Bila bike dilopek ji xwe,
Bi kulîlkên xelekê şîn dibe,
Min li wir bihêlin,Ranekin heval.

Bêhna min tev li giya dibe,
Cîhê ez lê ketim heval,
Bihêlin,
Bila hemû tirs ji hendefan bikevin.

Ji bo min axê xera nekin,
Keviran nexeydînin,
Îşev dora min e heval,
Kulmek çirûsk dixwazim,
Ku ji klêşa min der tê,
Îşev daweta min e,
Her tişt dibiriqe,
Weke kenê zarokekê ,
Bila kes min nexeydîne,
Bila kes negîre.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ