Home HEMÛ NIVÎSDÎROK Çalakiya xweser li Botanê

Çalakiya xweser li Botanê

by rcadmin

Ev çalakî ji bo me serkeftineke mezin bû, ji ber ev çalakiya xweser a yekem bû.

SOZDAR AVESTA

Sala 1994’an bû em yekîneyeke hevalê jin li Botanê bûn û li herêma Bestayê em diman. Jixwe zivistana sala 1993-94’an di wê demê de artêşa jinê yekîniyên xwe yên yekem didane avakirin. Di dawiya sala 1993’yan de fermana Serokatiyê hat ji bo avakirina artêşa jinê û her herêmeke Botanê hêzên wê bi şiklê yekîneyan disekinin. Ev yekîne hemû hatin komkirin û rêxistineke wisa hate çêkirin. Li Cûdî yekîniyek hebû, li Besta yekîneyek hebû û li Heftenînê jî du yekîneyên hevalê jin hebûn. Li Garisa yekîneyek, li Beytûşebabê jî yekîneyeke hevalê jin hebû. Di wê demê de hejmara yekîneyan pir zêde bûn. Yekîneya me ya herî biçûk hejmara xwe 80 kes bûn. Di wê demê de li Besta yekîneyeke bi tevger, tabûr hebû. Em jî weke yekîneya bi tevger ya Bestayê bûn. Di sala 1993’yan de em taximeke bi tevger a hevalên jin hebûn. Di şer de tecrûbeyên xwe çêbibûn. Lewra taxima parastinê ya biryargeha Botanê û hevalê jin ji qadê dîtir jî hatibûn, me xwe weke yekîneyeke bi tevger bi rêxistin kir. Me di zivistanê de zêdetir perwerde didît. Çi di hêlê bîrdozî û jiyanî de be, çi jî di hêlê rêxistinî de be. Piraniya xwe em li ser armancên avakirina artêşê disekinîn. Çima artêşa jinê hate avakirin? Armanc ji avakirina artêşê çi ye? Meqsedê Serokatî ji avakirina artêşa jinê çi ye?
Di çarçoveya dahûrandinê Serokatiyê de li ser artêşbûna jinê, me perwerde didît. Em hemû hevalên jin bi coşeke mezin û bi heyecaneke mezin me xwest em fêm bikin û gavên saxlem bidin avêtin di pratîkê de. Li ser vî esasî me xwe amade kir ji bo biharê. Li hemû qadê hevalê jin li hemberî artêşbûna jinê xwedî heyecan û kêfxweşiyekê bûn. Rexmî fêmkirineke zêde nebû ji artêşbûna jinê re jî û kêmahiyên me jî hebûn. Lê belê ew heyecan dihate jiyîn. Wekî şaşmayînekê jî hebû û dihate gotin: Em ê çawabi kin.
Di biharê de em çawa ketin pratîkê de, operasyonên dijmin pir mezin dest pê kirin. Li Gabarê oparesyonên dijmin dest pê kirin. Ji ber wê jî ev tecrûbeya yekem bû ji bo me hevalên jin. Hêzên jin ji bo ku derbekê nexwin, me li hemû qadê hevalê jin kirin bi şiklê taximan.

Berê terzê tevgerkirina me mange bûn. Lê belê di wê demê de me terzê tevgerkirina xwe guhart û me kirin taxim. Hevalên jin jî tecrûbeyên wan di şer de hebûn. Lewra yekîneyên xwe belav nekirin. Me weke sê taximan bi hev re tevger dikir. Taximeke me ya hevalên jin tabûra bi tevger re ji bo erkekê çûbû. Em du taxim mabûn jî, hejmara me 57 kes bûn. Em jî li herêma Besta diman. Ji cihê me re digotin: Mergamar. Em li wê qadê disekinîn û tu hêz jî nêzî me nebûn. Tenê hêzên biryargehê bi qasî çar demjimêran dûrî me bûn. Hêzê dîtir pir ji me dûrbûn. Tabûra bi tevger ji me dûr bû. Lewra li ser erdnîgariyê hakîmiyeta xwe çêdikirin, ji bo ku dijmin nekevê di qadê de me parastina qadê dikir. Me xwe ji bo çalakiyên xweser amade dikir. Cihê ku em lê diman hedefê dijmin ê herî nêzî me gundê çete bû. Ji wan re digotin çetê Osiyan. Vana pir harbûn û di erdnîgariyê de hakim bûn. Di payîzê de dorpêçkirineke bi giştî di hêlê hevalan de li ser wan çeteyan hatibû çêkirin. Ango berî ku em planê çêbikin û çalakî li ser wan bikin. Dorpêçkirina hevalan li ser Osiyan pir mezin bû di Botanê de deh rojan dewam kir. Em hevalê jin jî, di wê dorpêçkirinê de bûn. Ji ber vê yekê me digot teqez divê em derbeyekê li wan çeteyan bixin. Ew qasî li hemberî gerîla û şoreşgeran bi xirabî tevger dikirin. Ji ber wisa pêwîste em derbeyekê li wan bixin. Em pir bi israrbûn û bi bawerbûn bi çalakiya xwe. Di heman demê de hedefên nêzî me ew bû. Araziyê Merg û Mar xwediyê daristanên pir geşbûn. Tu ji daran nikarê tevger bike. Cihê ku em lê diman tu nikarê di nav de bimeşê û pir tarîbû. Lê belê cihê ku ew lê diman wisa nînbû û rûtbû. Pir caran hevalê biryargeha Botanê em şiyar dikirin û digotin: Hişyarbin dibe ku ew çete carekê werin tepeçiyên we bidest bigirin û hûn hîç bi xwe jî nehisin. Bi rastî jî ew çeteyê Osiyan pir li ser erdnîgariyê hakimbûn. Me jî dixwest ku em derbeyekê li çeteyê Osiyan bixin, ji beriya ku ew werin û derbeyê li me bidin. Em rabûn me di nava xwe de nîqaş kir, em çawa biçin ser wan. Ji ber ku çûyîna ser wan ew qasî hesan nînbû. Di payîzê de em 6 tabûr çûne ser wan. Niha jî em yekîniyeke hevalê jin in, lewra pêwîst dike em baş keşfê bikin û xwe amade bikin. Ji ber ku ev çalakiya me ya xweser a yekem e û pêwîst e em windahiyan nedin. Pê re jî derdê me ew bû; yekîniyên hevalê jin yên xweser nû hatibûn avakirin. Ji ber wisa pêwîst e em bi serkeftî vê çalakiyê bikin. Yekîniyên bi tevger pêşengtî ji wan tê xwestin. Çi di hêlê jiyanê de be, çi di hêlê çalakiyan de be û çi jî di hêlê teqtîkî de be. Ev erk û misyon ji me dihate xwestin û pêwîst e em vê erka xwe bi cih bînin di qadê de. Yekîniyên me yên hevalê jin erkeke mezintir ji wan dihate xwestin. Ji ber ku artêşbûna hevalê jin nû hatibûn avakirin. Me çend caran komên keşfê derxistin. Piştre me dît du girê wan hene. Wan çeteyan jî mîna me gir digirtin. Pezê wan jî hebû û dema ku dihatin çolê û pezên xwe didotin, beriya her tiştî tepeçiyên xwe derdixistin ji tirsan re. Hingî cesaret dikirin ku pezê xwe bînin herêmê. Bêrê jî bi wan re dihatin. Bêrê li wê derê pezên xwe didotin. Tepeciyê wan jî bîksî û M3 bi xwe re datanîn serê gir û bi wî rengî parastina xwe dikirin. Heta ku şivanê wan cesaret dikin ku werin ber sewalê xwe. Me jî plan kir ku em êrîşî ser wan tepeçiyan bikin, ew ê ku têne parastina pez dikin. Du gir digirtin yek dûr bû û nêzî gund bû, lê yek jî weke eniya pêş bû û ji gund henekî dûr bû. Tepeyê ku dihatin digirtin biçûk bû, derdorê wê vekirîbû û zozan bû. Lê belê ji ber ku bihar bû û giya digihişte bedena mirovan. Ew jî dihatin û ew gir digirin. Me keşfa xwe kir, zilamên ku têne wî tepî carinan hejmara wan deh kes bûn û carinan jî kêmtir bû. Me ji xwe re digot ev hedefeke baş e. Me di nêz de keşfa wî girî kiribû û me plan kir ku em bi şev xwe têxin hundirê gir de û di cihê saxlem de em xwe veşêrin. Dema ku ev hatin serê gir û ji beriya ku bigihîjin serê gir, wê demê em ê li wan bixin. Me pê re parastina hevala jî amadekiribû. Di berbanga sibehê de û di demjimêr 3’yan de me keşfa xwe temam kir. Mangeyek hevalên jin ji bo çalakiyê me amade kiribû û yekîneyeke hevalên jin jî di parastina wan de bû. Di parastina fireh de jî me taximek danîbû û me heval ji cihê çalakiyê hetanî cihê me, di hundirê çeperan de birêzkiribûn. Cihek hebû nêzî cihê çalakiyêbû, me jî li wir koordîne dikir. Heval çûn û cihê xwe girtin. Girêdana me bi riya bêtêlê bi hevalan re hebû. Hevalan ji me re digotin: Me cihê xwe girtiye. Em ketibûn nava tirsa ku çete wê rojê neyên. Eger ku neyên em nikarin lêbixin. Ji ber hedefê me ne sabitbû. Piştre me dît hîç hedefê xwe şaş nekirin û di demjimêr neh û nîv de çete hatin. Di pêş de û bi erebê hatin heyanî ku nêzîkî girbûn. Piştre peyabûn û çûn ku biçin serê gir. Piştî wê erebeyê erebeyek dîtir jî hat. Ew erebe tijî bêrî bûn, hatibûn ji bo ku pez bidoşin. Hîna bêrî peya nekiribûn, me îşaretî hevalan kir. Me got: Di wê erebeya dîtir de bêrî û zarok hene bila xebera we hebe, dîqet bikin hûn li sivîlan nexin. Çete di destpêkê de wê werin serê gir. Ev rabûn ber bi tepe ve çûn, ew jî mîna me diçin çalakiye û wekî me tevger dikirin. Wekî du qolan tevger dikirin, çar çar çûn û du kesan jî parastina wan dikirin. Li ser milê wan Bîksî hebû. Ev tam nêzî hevalan bûn, di navbera wan û hevalan de çar gav hebûn. Ev çawe nêz bûn hevalan li wan xistin. Dengê çekan dema ku hat, ev çete wekî hovan, hema ketin nava tevgerê de. Heta jinên wan jî ji tiştekî neditirsiyan. Carekê dema ku heval çalaekiyê li ser wan dikin, jinê van çeteyan jî bi çek û bi pêlavan êrîşî hevalan dikin û pey hevalan dikevin. Hevalan dema ku li wan xistin du kes parastin dikirin vana xwe teqle kirin û xwestin parastinê bikin. Pê re jî ew jinên wan û zarokên wan hemû ketin nava tevgerê de. Qîraqîra wan bû. Me rabû ji hevalan re got: Xwe vekişînin û neçin ser wan û çekan hilnegirin.
Piştre me bi riya cîhazê ew guhdarî dikirin, kuştî û birîndarên wan çêbibûn. Ango zirar dîtibûn. Lê belê ev çalakiya me ya xweser bi serkeftî derbasbû. Berê jî destê wan di xwîna hevalan de hebû. Derbeyek wisa li Osiyan xistin ji bo me serkeftinek bû di wê demê de û pêwîstbû ev çalakî were kirin. Dema ku hevala xwe paş de kişandin, vana dane pey hevalan û bi riya bêtêlê dizanîbûn hevalê jin koordîne dikin û ev hemû hevalê jinin ê ku çalakî kirine. Ji ber wisa li ser bêtêlê pir gotinên xirab ji me re digotin. Van çeteyan bêtêla xwe dabûn jinên xwe û jinê wan digotin: Em werin em ê xortê we bibin, behsa hevalê xort dikirin. Me jî bersiva wan nedida.
Piştî çalakiyê me kemîn avête pêşiya wan. Me jî dixwest ku ew werin û em derbeyekê dîtir jî li wan bixin. Hetanî êvarî dewam kir, heval jî ketibûn nava pevçûnê bi wan re. Lê belê dema ku dîtin di bin kontrolê de derketine vegeriyan. Bêyî ku dijmin derbikevê herêmê. Roja dîtir piştî çalakiyê, dijmin jî anîn û dest bi operasyonê kirin. Lê belê ji herêma xwe derneketin û nêzî qada ku em lê diman nebûn.
Ev çalakî ji bo me serkeftineke mezin bû, ji ber ev çalakiya xweser a yekem bû. Piştre tekmîl hate dayîn ji rêveberiya qadê re û hate gotin: Ku hevalê jin bi serê xwe li hemberî çeteyên Osiyan çalakî kirine. Ev jî bandoreke xwe ya mezin li ser herêmê û li ser hemû hevalan kir û her kesî ji me re got: Em ditirsiyan ku ew çete derbeyekê li yekîneya we bixin, lê belê hûn berî wan ketin tevgerê û we çalakî kir.
Hevalên jin ev çalakî bi serê xwe kirin. Ev çalakî di bihara sala 1994’an de hate kirin û yekîneya şehîd Mizgîn ev çalakî kir. Hinek ji wan hevalên jin hîna sax in û hinek ji wan hevalê jin şehîd ketine. Hevala Rewşen hebû ew ji Rihanîkê bû. Hevala Rojda hebû ji Şirnexê bû. Hinek ji wan hevalan niha cihê xwe di xebatê YJA STAR de digirin. Ev çalakî moral û baweriyeke pir mezin bi jinê da qezenc kirin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ