Home HEMÛ NIVÎSÇALAKÎ Di çalakiya sabotajê ya li Şirnexê de 3 dagirker hatin kuştin

Di çalakiya sabotajê ya li Şirnexê de 3 dagirker hatin kuştin

by rcadmin

Li navçeya Hezex a Şirnexê de li dijî yekîneyên artêşa TC’ê gerîlayên HPG/YJA Sarê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de yek jê astsubay, 1 çawîşê pispor bi giştî 3 leşker hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn.

Navedan Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê agahî da:

‘LI HEZEXÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN’

“Bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever hêzên me 9’ê Kanûnê li qada Şehîd Botan a Hezexê ya Şirnexê li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker bi teknîka sabotajê çalakiyek kirine. Di çalakiyê de ya li ser yekîneya dijmin, derbeke serkeftî li dijmin hatiye xistin, 1 jê efser û 1 jê çawîşê pispor 3 leşker hatine kuştin û 9 leşker jî bi giranî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi sax û silamet gihaştiye qadên baregehên xwe.

LI ÇEPER Û KOZIKAN HATE XISTIN

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronay hêzên me 13’ê Kanûnê saet 11.00’an li Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek kirine. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozik û strayenên dijmin ên li gir hatine xistin, di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend mirine û çend birîndar bûne zelal nebûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi balafirên şer qad dane ber bombeyan. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anîn bi sax û silamet gihaştiye ser qadên baregehên xwe.

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa hewayî anîne ser Qadên Parastinê yên medyayê. Bi vê çarçoweyê;

11’ê Kanûnê balafirên şer saet 17.00’an qadên Şehîd Şeref û Sinînê yên Xakûrkê bombe kirine.

12’ê Kanûnê balafirên şer saet 15.00’an qada Tepê Sor a herêma Avaşînê û Şikefta Brîndaran a herêma Zapê bombe kirine

Di van bombebaranan de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.

NASNAMEYA 3 GERÎLAYAN HATIN EŞKEREKIRIN

Me di daxuyaniya xwe di 29’ê Cotmehê de diyar kiribû ku di 20’ê Cotmehê de di navbera Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê û Wêranşara Rihayê artêşa Tirk a dagirker operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me li hemberî vê operasyonê çalakî li dar xistibûn û di vê çalakiyê de 14 polîsên tevgera taybet hatibûn kuştin. Di vê çalakiyê de 3 rêhevalên me bi qehremanî şehîd bûbûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Erîş Qoser
Nav û Paşnav: Hîkmet Eren
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdşn
Navê Dayikê -Bav: Xezalî – Mehmet Beşîr
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn- 20’ê Cotmeha 2019

Eriş – Hikmet Eren

Nasnav: Hamza Tolhildan
Nav û Paşnav: Mûstafa Akış
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayikê- Bav: Zerga – Siyamend
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn- 20’ê Cotmeha 2019

Hamza – Mustafa Akiş

Nasnav: Şervan Qerejdax
Nav û Paşnav: Alî Derîn
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayikê -Bav: Gulbeyan – Seydo
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn- 20’ê Cotmeha 2019

Şervan – Alî Derîn

Rêhevalên me Êrîş, Hamza û Şervan li hemberî şerê qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst di demên cihê de tevlî nav refên gerîlayan bûne. Rêhevalên me ji cerga ku tevlî nav refan bûne, bi awayekî fedaî tevgeriyane. Rêhevalên me bi keda xwe ya hêja bûne qehreman û milîtanên Rêber Apo. Rêhevalên me li hemberî dijmin bênavber têkoşiyane û di operasyoneke artêşa Tirk a dagirker derbê giran li dijmin dane û tevlî nav refên şehîdên nemir bûne.

Em rêhevalên xwe Êrîş, Hamza û Şervan bi hurmet bi bîr tînin û malbatên hevalên me yên hêja di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya rêhevalên xwe bi serfirazî li ba bikin.

ÇEKDAR BILÎCAN DÎL KETIYE DESTÊ DIJMIN

Me di daxuyaniya xwe ya di 31’ê Cotmehê de diyar kiribû ku di 7’ê Cotmehê de li qada Şifreza ya Çelêya Colemêrgê di navbera hêzên me û dagirkeran şer çêbûye û me nasnameya 3 hevalên xwe eşkere kiribû yên ku di vî şerî de şehîd bûbûn. Rêhevalê me Çekdar Bilîcan (Mikaîl Ozdînç) şehîd nebûye û dîl ketiye destê dijmin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ