Home HEMÛ NIVÎS Di Modernîteya Kapîtalîst de Desthilatdarî

Di Modernîteya Kapîtalîst de Desthilatdarî

by rcadmin

Rêber APO – STERKA CIWAN

Têgînênên şaristanî, desthilatdarî û dewletê, çi di nava xwe de, çi jî ji ber rewşa wan a di nava hev de ji wê kategoriya têkiliyên civakî ne, ku analîza wan zehmet e. Şaristanî mijarek e ku guftûgo li ser binavkirina wê hînê jî dewam dikin. Desthilatdarî binavkirineke hînê tevlîhevtir e; tê guftûgokirin; li ku dest pê dike, li ku diqede, kengî û çawa çêbûye û divê çawa bi dawî bibe. Di zimanê rojane de bi qasî av û hewaya mirov dide û distîne, behsa navê wê tê kirin, lê dîsa jî yek ji wan mijaran e ku mirov herî kêm li ser hemfikir in. Ev yek, ne bi tenê ji ber ku mijarên pirr bi sirr û tevlîhev in wilo ye, ji ber ku li ser wan gelek xebatên îdeolojîk têne meşandin û hez dikin ew her welê bimînin, wisane. Ji bo mirov ji tiştekî bêne tirsandin şertê pêşî ew e ku divê ew tişt pirr bi sirr û tevlîhev be. Eger rûyê wan ê rastî derkeve holê her kes ê henekê xwe bi wan bike. Ew êdî nikarin kesî bitirsînin. Bi vî awayî wê armancên komên ku ser berjewendiyên wan digirin jî têk biçin. Di nava gel de li ser vê mijarê gelek çîrok têne gotin.
Pêşî bi çîrokên wê yên mîtolojîk şaristaniyê didin destpêkirin. Yekdestdarên berhemê zêde yan jî klîkên sûdperest bêyî di nava van çîrokan de cih bigirin, bi darê zorê bi tenê çend caran dikarin talanê bikin. Ji bo bêne qebûlkirin û mayînde bibin, ji sedî sed pêdiviya wan bi mîtolojî, dîn û huqûqê heye. Di roja me ya îro de tevî van hêmanan hemûyan, sê S’yan ango seks, spor û seneatê populer dikin, bi medyayê pêşkêş dikin, civakan ji aliyê zêhnî û hisî ve çawa dixwazin welê ber didin wan, bi vî awayî hewl didin xwe bidin qebûlkirin û mayînde bikin û vê yekê misoger bikin.
Min hewl da, dîroka şaristaniyê dabeşî sê demên sereke bikim û her demê weke pêşnûmeyê pêşkêş bikim. Min bi hostayî anî ziman ku ez zêde guh nadim rêbazên ‘zanistiyê’, lê bi şertê ku pirr bi sînor be, dikare bi feyde be û çi qasî bêne dogmatîzekirin ewqasî gefê li şensê jiyana azad dixwin. Min bi hostayî hewl da rêbaza şîroveya sosyolojîk ‘bi zanistî, bi pozîtîvîzmê) bêyî dogmatîze bikim bi cih bînim. Şîroveyên min bi xetên sereke û gelek mînakan li her cure guftûgoyê vekirîne û bi vî awayî hatine pêşkêşkirin. Ez gelekî dubare dikim, tevî vê jî eger zêde hewce neke, ez ê bi baldarî rabim da ku weke hîn bûme dubare nekim.

Tevî ku min hewl da modernîteya kapîtalîst (şaristanî, bi medeniyetê re bi heman maneyê) weke moderntiya (hemdem) serdema nû (ji sedsala 16. P.Z. û heta roja me ya îro) ya fermî û serketin bi dest xistî analîz bikim, min hewl da serdema me bi temamî nekim malê kapîtalîzmê û di warê antî-modernîteyê de jî min rexneyên berfireh kirin. Tevî ku ez binavkirina modernîteyê ya civaknas Atony Giddens qebûl dikim jî ez şîroveya wî ya di warê ‘sê nedomdaran’ de parve nakim. Sê nedomdar kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm bûn. Min bi gelek mînak û şîroveyên berfireh anî ziman ku reh û rîşên hersê nedomdaran heta bi destpêka şaristaniyê diçin û bi pêşketina xwe ya ji wê demê ve bi modernîteya kapîtalîst gihiştin halê xwe yê herî bi hêz. Di vî beşî de ya ez ê bikim ev e; ez ê modernîteya fermî, têkiliyên wê yên bi dewlet û desthilatdariyê re, nîşan bidim ka çawa bi awayekî berçavtir şêwe û şikil digire.
1- Civaknasên pozîtîvîst di serî de A. Giddens û yên weke wî di her dema dîroka şaristaniyê de û di tîpa xwe ya tekane de xwe bê hemta şîrove dikin û yeqîn dikin ew jî sosyolojiyê dikin. Mînak ji bo şaristaniya Ingilîz û dewleta wê weke şaristanî û dewleteke xweser bi nav dikin û ji bo vê jî xwe ji kirina hezaran lêkolîn û analîzî paşve nadin. Di deryayê de çiqas xîçik hebin li cem van jî ewqas lêkolîn hene! Ya rastî, di vê xebata bi navê zanistê de bi şêweyekî, ava bin kayê, berevajîkirina zanistê heye. Eger em vê rewşê bişibînin rewşekê, em ê bibêjin; bi daran dikin ku daristanê wenda bikin! Em ê bi mîlyonan daran bixin ber lêkolînê û bi vî awayî daristanê bi nav bikin. Ji serî ve, diyar e ku ev rêbaz nagihîje encameke rast. Lê belê bi deh hezaran ciwanî bi kar tînin ku ew bawer dikin civaknasiyê dikin û bi vî awayî karektera rastî ya sîstemê piştguh dikin û ya rastî ev jî polîtîkayeke xirab nîne. Civaknasî yan jî bi giştî mirov dikare weke sosyolojî bi nav bike, naveroka wê bi vî awayî pûç û bê mane dikin.

Ya rast ew e ku dewleta Ingilîz, desthilatdarî û şaristaniya wê jî nûnerekî hegemonîk ê şaristaniya çemê mezin û sereke ye; ji pênc hezar salên bi xisletên xwe yên bingehîn ên kategorîk tê ango ji pêşketineke dewletê ya bi yekdestdariya çîn-bajar-ekonomiyê tê; ji sedsala 10. ve çîna li dora bajaran berê weke arîstokrasî û qralan, ji sedsala 16. ve jî yekdestdariya dewlet û ekonomiyê weke bûrjûwayê xwe li hev ba didin, xwe bi gelek kirasên îdeolojîk dinixumîne, xwe dike sirr û dike ku neyê dîtin an jî xwe bi hezaran sembolan dixemilîne û dike ku bi zehmetî were fêhmkirin. Ez yeqîn dikim ku bi vê hevoka bi navkirinê, mirov dikare têkiliyên lihevgeriyayî û badayî yên Ingilîz ji hezaran lêkolînê çêtir rave dike. Rahibên Sumeran bi hezaran kevalên wan hene ku li ser wan bi tevgerên stêrkan civakê şîrove dikin, ma di cewherê xwe de çi cudahiya van ji şîroveyên deh hezaran rahibên zanistê yên modernîteya kapîtalîst heye. Ango di warê komên sûdperest ên sereke de ku vedişêrin, di navbera wan de ti cudahî nîne. Bi tenê ji aliyê rêbazên lêkolînê, zeman û mekan ve cihê ne.

Me eşkere û bi girîngî anî ziman ku cihêtiya zeman û mekan ji aliyê gerdûnî ve tê maneya çêbûna pêşketin û veguherînê. Civak jî di çarçoveya cihêtiya zeman û mekan de pêş dikevin û vediguherin. Hin caran dibe ku civak berepaş jî biberidin û biçin. Ez rewşên xweser rexne nakim; di gerdûnê de pêşketin û veguherînin xweser nînin. Her veguherîn tê maneya xweseriyê. Bi heman awayî xwe dubarekirin bi tenê qîmeteke xwe ya baweriyê ya dogmatîk heye. Di tevahiya bûyerên xwezayî de ‘heman dubare’ ya gotinan lîstikeke ziman e ku maneya wê nîne.

Di çarçoveya vê maneyê de bêguman xweseriyên gelekî girîng ên modernîteya kapîtalîst hene. Ev xweserî li gorî binavkirinên Antony Giddens di sê qadên girîng de pêk hatine. Bi vî awayî wê weke ‘nedomdar’ bi navkirin an jî weke têgîn anîna ziman, dibe ku mirov hîn bike. Me kapîtalîzm di nava xweseriyên wê de bi taybetmendiyeke wê şîrove kir û mînak da, lewma ez ê dubare nekim. Lê mijara dewleta netewe ku bi awayekî berçav û huqûqî têgîna desthilatdariyê îfade dike, wê gelekî me hîn bike ku em bi cewherî û xulase bînin ziman.

2- Me gotibû, yek ji mijarên zanista civakî herî zêde behsa wê dike û di berevajîkirina cewherê wê de pêşbaziyê dikin, desthilatdarî ye. Ya hatî gotin rexneyeke li ser qestê nîne. Yek ji xisletên herî xweser û qabîliyetên modernîteya kapîtalîst ew e ku bi qasî ti şaristaniyê bi awayekî berfireh nekiribe, kiriye ku her ferd xwe xwedî desthilatdarî bihesibîne û bibîne. Mijara herî zêde divê mirov li ser rawest e, ev e. Civaknasê Fransewî M. Foucault herî zêde serê xwe li ser vê mijarê êşandiye, lê dîsa jî bi temamî ji heqê wê nehatiye der. Lenîn di ‘Dewlet û Şoreşê’ de xwest dewletê nas bike. Lê hînê li ser xwe bû, fêhm kir ku mijara herî zêde têde xapiyaye dewlet e. Jixwe hîç nexwest desthilatdariyê nas bike. Ev ‘kevirê avzûnkirî’ yê zilamê bihêz û xasûk bi maskeyên cûrbicûr ên şaristaniyan heta roja me ya îro anî, di avakirina sosyalîzmê de bi kar anî. Ew sosyalîzma diviyabû ku bi temamî bi modernîteya demokratîk bihata avakirin, ev xebata bingehîn a civakî ji destpêkê ve bi ‘desthilatdariya sosyalîst’ hat pûçkirin û Lenîn ev fêhm nekir.

Ez gotineke M. Bakunin a tê vê maneyê gelekî manedar dibînim: ‘Zilamê herî demokrat, taca desthilatdariyê deynin serê wî, wê di nava bîstûçar saetan de bibe dîktatorekî rezîl’ yan jî ‘wê exlaqê wî xira bibe’. Divê mirov sosyolojiya desthilatdariyê bike û ev kar hînê weke wezîfeyeke bingehîn a zanistî ji bo analîzkirinê li pêşiya me ye. Gelo desthilatdarî çi ye, gelo hewce dike, nake? Ev mijarên civakî ne yên ku herî kêm tên zanîn. Li gorî hin zêhniyetan û komên feydeya xwe di bin zêhniyeta xwe de vedişêrin, desthilatdariya mutleq çareseriya mutleq e. Wer xuya ye ku fikra Asûr ev e: bi tevahî standina canê hedefê. Yên desthilatdariyê bi tevahî weke nexweşiyekê jî dibînin hene. Nexasim anarşîst û pasîfîst bi vî rengî li dabaşê dinêrin. Li gorî wan mîna mirov ji şewbê û webayê bireve divê ji her cure hêz û otorîteyê bireve. Ya rastî, ev têgihiştin şêweyê berçav ê radestbûna desthilatdariyê ye.

Çareserî û binavkirina sîstema şaristaniya demokratîk ji aliyê wesifkirinê ve cihê ye. Mafê parastinê yê her koma civakî pîroz e. Li hemberî her cure êrîşa li ser hebûna komekê û nirxên bi ser hebûna wê ve hebûna hêza parastinê, ji bilî mafekî dest jê nayê berdan, sedemeke hebûnê ye. Ez bawer dikim ku bi maneya klasîk wê ji hêza parastinê re desthilatdarî neyê gotin. Belkî jî li cih be ku mirov bibêje hêza parastina demokratîk yan jî otorîteya wê. Gul bi stiriyan xwe diparêze. Wexta mirov vê li ber çav bigire, ez hez dikim ku ji vê paradigmaya otorîteya demokratîk re bibêjim ‘teoriya gulê’.

a- Mirov desthilatdariyê di çarçoveya şaristaniyê de weke her cure xebatên civakî yên ji bo bidestxistina berhemê zêde û pirrkirina wî fonksiyonel bike bi nav bike, ev binavkirineke li cih e. Ji xebatên îdeolojîk heta bi xebatên eskerî, ji çîrokên mirovan pê dixin xewê heta bi qirkirinan, ji lîstikên kêfê heta rîtuelên dînî bi tevahî tevgerên civakî eger bi kêra vedizîna berhemê zêde û nirxan tê di çarçoveya analîzên dawî de mirov dikare wan weke xebatên desthilatdariyê bi nav bike. Desthilatdarî di çavçoveya vê maneyê de qada xebateke berfireh a civakî ye. Nexasim di civakên şaristaniyê de desthilatdarî timî bi berfirehî û kûrahî li gorî rêjeya berhemê zêde bi meyla mezinbûnê radibe.

Eger em têgînên berhemê zêde û nirx zelal bikin, çarçoveya desthilatdariyê wê baştir bê fêhmkirin. Eger em çalakiya bi darê zorê ya desteserkirinê û bi sazîbûna wê ya li ser destketî, sermiyanê maddî û manewî û bi tevahî nirxên çandî yên kes û koman weke ‘hunerê desthilatdariyê’ bibînin, wê ‘yê bi dest dixe’ û ‘yê bi dest dikeve’ bi awayekî berçav zelal bibe. Tevî ku yê wê nîne, desthilatdarî timî hin tiştan bi darê zorê bi dest dixe, yê xwe dihesibîne, asîmîle dike, dike milkê xwe, dike welatiyê xwe û di rewşên berevajî de dîsa bi darê zorê diavêje, surgûn dike, bê cih û war dike, bê kar dihêle, bê mal dihêle, bi awayekî giştî ji aliyê maddî û manewî ve huner û çalakiya bê qîmetkirinê ye. Eger mirov vê yekê bi tenê bi nirxan û berhemê zêde bi sînor bike, wê ev bibe helwesteke teng. Di vê mijarê de bi destxistin esas e. Lê li ser vê rêyê bi hezaran nirxên din jî têne desteserkirin ku mirov ji van re bi giştî bibêje desthilatdarî, rastir e.

Fonksiyona bingehîn a demokratîk jî ew e ku yekser an jî ne yekser êrîş li hebûn û hebûna kom û kesên pêwendîdar hatibe kirin divê nirxên wan ên maddî û manewî biparêze, çavên xwe li bidestxistina wan negire, dîsa li wan vegerîne. Ango ji her aliyî ve bi fonksiyoneke pozîtîv a hewce, mafdar û dest jê nabe re têkildar e. Otorîteya demokratîk di çarçoveya vê naverokê de hunerê ketina nava çalakiyê ye. Di cewherê xwe de jî mirov jêre weha bibêje rastir e: pêşîgirtina li bidestxistinê û hunera çalakiya wê ye. Di warê bidestxistina welat û çalakiyên ji bo pêşîgirtina bidestxistina welat de ji aliyê bi karanîna hêzê û hunerê wê (artêş-şer) ve cihêtiyeke ontolojîk (hebûnî) heye. Herdu jî têgînên dijberî hev in. Di nava civakê de rewşên bi vî rengî bi têgînên bingehîn ên dualîte yên weke qencî-xirabî, xêr-guneh, rast-çewt, heq-neheq, xweşik-krêt têne îfadekirin.
b- Li gorî nêrînên li desthilatdariyê mirov wê dikare ji gelek aliyan ve dabeş û tasnîf bike.
1- Desthilatdariya Siyasî: Şêweyekî desthilatdariyê ye ku herî zêde tê bikaranîn. Fonksiyona birêvebirin û rêveberiya dewletê û yên li ser şopa wê (mînakên dewletê yên partî û civakên sivîl esas digirin) îfade dike. Di dîrokê de herî zêde ev şêweyê desthilatdariyê hatiye bikaranîn, gelekî li ser hatiye rawestîn û herî zêde diyarker bû.
2- Desthilatdariya Ekonomîk: Çalakiya bi rêvebirin û bidestxistina nirx û berhemê zêde ya hêzên yekdestdar îfade dike. Di tevahiya dîrokê de gelek şêweyên wê hatine meşandin.
3- Desthilatdariya Civakî: Rêûresm û çalakiya hêzê ya beşên bingehîn ên civakê li ser hevdu ava dikin, îfade dike. Di vê de malbat, çîn, cinsiyet, koka etnîk û gelek cudahiyên din ên girîng hene. Divê mirov hinan ji wan cihê bigire dest û li ser bisekine. Di malbatê de bav, di çînayetiyê de yê berhemê zêde bi dest dixe, di cinsiyetê de mêr, di etnîsîteyê de etnîsîteya serdest desthilatdariyê temsîl dike.
4- Desthilatdariya Îdeolojîk: Bi maneya zêhniyeta rêveber e. Kes û komên di têkiliyên çand û zanistê de pêşketî ne, xwediyê desthilatdariya îdeolojîk in.
5- Desthilatdariya Eskerî: Saziya herî zêde li rêza pêş bi desthilatdariyê re wekhev tê dîtin e. Di vî şêweyî de herî zêde desthilatdarî heye, herî zêde dijberê civakê ye, herî zêde dijberê mirovatiyê ye. Diya tevahiya desthilatdariyan e, ya rastî ew bavê tevahiya desthilatdariyan e.
6- Desthilatdariya Neteweyî: Di çarçoveya netewe de desthilatdariya navendî îfade dike. Bi hostayî û nazenînî hewl dide xwe weke yek û parçe nabe îfade bike. Mirov dikare jêre bibêje serweriya neteweyî ye.
7- Desthilatdariya Global: Împaratorî yan jî pozîsyona modernîteya hegemon û şaristaniya serdest îfade dike. Di roja me ya îro de modernîteya kapîtalîst di rewşeke welê de ye, vê desthilatdariya xwe bi pêşengiya DYE’yê bi yekdestdariya ekonomîk a global û dewletên netewe dimeşîne. Gelek şêweyên bi vî rengî yên desthilatdariyê mirov hînê jî dikare dabeş bike.

3- Desthilatdarî tevahiya têkiliyên dîrokî-civakî û saziyan e. Bi awayekî dîrokane li ser qad û şaneyên civakî yên sedema man û nemanê ne, bi cih dibe û hewl dide xwe bike rêûresmeke domdar. Rêûresm tê maneya bisazîbûnê. Desthilatdarî pirr girîngiyê bi sazîbûnê didin û heta qadeke welê ye; têkiliyên civakî bi protokolê ve hatine girêdan. Pêwendîdarên wan, ew gelekî fonksiyonel kirine, ji lewra jî şêwe û bisazîbûnê pirr baş bi protokolan ve girê didin, ji ber ku temsîliyet û domdarî xwedî girîngiyeke man û nemanê ne. Mînak di avakirina desthilatdariyên siltanan, destguhertin, teslîmkirin û bidestxistina wan de xeml, sembol û protokolên mezin hatine lidarxistin. Ji cil û bergên wan heta bi xwarinên wan, ji zewacên wan heta bi mirinên wan her têkiliya wan beriya bi hezaran salan ji şêweyekî rêûresmê tê. Ji lewra jî her kes weke dixwaze bi hêzekê nikare bibe desthilatdar. Wê ji wan re bibêjin bû eşqiya yan jî despot. Ya rastî, rûyê herî xuya û rûyê eşkere yê desthilatdariyê eşqiyatî û despotîzm e. Lê ev saziya desthilatdariyê gelekî pîroz û bilind kirine, ji ber ku nexwestine bê gotin; ‘kum ket xwarê serê keçel xuya kir’. Ji lewra jî ji bo rêzdarî û domdariya bisazîbûyî ya desthilatdariyê bi dijwarî li ber van şêweyên desthilatdariyê radibin. Serwext in ku bi giranî bi saya van sembol û rêûresman desthilatdarî rewa dibe.

Min di parêznameyên xwe yên berê de desthilatdarî şibandibû guloka berfê. Ez niha vê teşbîha xwe ji nû ve bi bîr dixim. Yekdestdarên berjewendîperest ên civakên şaristaniyê yên xisletên dîrokî bi destxistine û li hev badayîne, ji serê çiyê mîna gulokeke berfê digindirin her diçe mezin û dijwar dibin. Ev desthilatdariyê îfade dikin. Dîrok jî xwedî pergal û nîzamekî ye ku bi vî awayê me destnîşankirî diherike.

4- Eger mirov desthilatdariyê bişibîne nexweşiyeke vedigire wê baştir were fêhmkirin. Ango desthilatdarî mîna şewbê ye, û vedigire. Ev nexweşiyeke civakî ye; di destpêkê de ‘zilamê bihêz û xasûk’ bi serê xwe nêçîr, paşê danehevên jin-dayikê desteserkirin. Ev nexweşî; pêşî di nîzama hiyerarşîk a bavik de rahib (kesê xwediyê maneyê) + rêveber (kesê bi tecrûbeyên xwe civakê rêve dibe) + fermandarê eskerî (kesê xwediyê yekdestdariya hêzê) xwe bi sazî kir. Bi avabûna çîn û bajêr jî xwe kirin dewlet. Lê hema yekser divê ez bibêjim; çawa ku tê yeqînkirin, bi avabûna desthilatdariya dewletê re nîzama hiyerarşîk a bavik ku ji aliyê zilamê bihêz û xasûk ve hatibû avakirin, ji holê ranebû.

Vê carê em dikarin desthilatdariyê weha formule bikin: desthilatdarî = zilamê bihêz û xasûk + baviktiya hiyerarşîk + dewlet. Ev sê saziyên hîmî, civaka desthilatdariyê îfade dike. Ji vê nîzamê re ku ji gelek avahiyên qatê jêr û jor pêk hatiye, weke kategorî bi giştî em navê şaristaniyê lê dikin. Li qatê zemîn ekonomî heye, li qatê jor jî konseya xwedayan heye. Sumeran şaristanî bi vî awayî ava kir. Şêwe guherî, lê cewherê wê xwe her xurt kir û maneya xwe parast. Li qatê zemîn, tevahiya dîrokê di serî de karker, serf û kole, mirovên di berhemê zêde de hatin bikaranîn hene. Kesên xwedî pîşe yên weke cotkar, pîşekar û pîşesazên serbest jî li vî zemînî xwediyê çalakî û îcrayê ne. Li qatê jor jî xwedayên mîtolojîk, xwedayên bi tenê (carnan siltanên siya wan an jî pêxemberên qasidê wan, carnan jî şaman û rahib rûdinên), qanûn û fikrên rêveber (îdeaya Eflatûn) cih digirin.

Di serdemên destpêkê û navîn de desthilatdarî bi van saziyên bingehîn û xisletan bi şêweyê dewletê xwe îcra dikir, lê di serdema modernîteya kapîtalîst de tevahiya civakê li desthilatdariyê gerandin. Bi gotineke din; tevahiya civakê bi nexweşiya xwe desthilatdarî dihesibîne xistin. Bi rêya saziyên Antony Giddens ji wan re dibêje; ‘nedomdar’ desthilatî hat belavkirin û ev her çiqasî nexweşiyek be jî ya rastî xweseriyeke modernîteya kapîtalîst e. Di vê mijarê de hin îdeolojî û sazî bi roleke diyarker radibin. Ez ê van xusûsan di beşê ji niha pê de bigirim dest û li ser rawestim.

Bêguman wexta desthilatdariyê bi tevahî civakê dixin, ev nayê wê maneyê ku gelekî bi hêz bûye. Di heman demê de tê wê maneyê ku gelekî neçar e, belengaz e, di pêvajoya jihevdeketinê de nêzî qonaxa dawî û leza dawî bûye. Di her tiştî de wexta tişt digihîje hedê xwe du tişt diqewimin: ya/yê pêwendîdarî wî-wê di rewşa dawî de yan divê pê bike dike; yan jî yê-ya pêwendîdarî wî-wê tiştekî neke û ew tişt ê birize. Mînak wexta sêv gihişt û baş sor bû, ya divê mirov bike ew e ku wê ji çîqlê wê bike. Eger ev neyê kirin, piştî demekê sêv ê birize, kurmî bibe, pûç bibe û biqede. Mînak belkî çor bû, lê ji bo desthilatdariyan li cih e. Jixwe diyardeya desthilatdariyê wexta bi modernîteya kapîtalîst tê avakirin nexweşiyek e, û mirov dikare wê weke gihiştiye asta rizînê bihesibîne. Bêhn pê ketiye, genî bûye. Bi gotina Bakunin desthilatdarî ewçend riziyayî ye ku mirovê herî bi exlaq û saxlem xwe pê bike wê nexweş bikeve.

Bi temamî weha tê gotin: ‘Wexta mirov taca desthilatdariyê deyne serê mirovê herî demokrat wê di nava bîstûçar saetan de wî bike dîktatorekî herî rezîl.’ Ev rast e. Desthilatdariya dirize weke tacekê deynin serê jina herî bindest, ew ê jî di nava bîstûçar saetan de bibe dîktator. Ji bo mirov pêşî li vê rizîn û nexweşiyê bigire bi tenê rêyek heye, ew jî avakirina sîstema modernîteya demokratîk e.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ

Şîrove Bişîne