Home HEMÛ NIVÎSJINÊN CIWAN Diyardeya namûsê bi beden û cinsiyeta jinê ve…

Diyardeya namûsê bi beden û cinsiyeta jinê ve…

by rcadmin

Ge­lek caran ev pirs tê kirin “madem kî na­mûs tenê bedena jinê ye û bi vî awahî  tê bi­karanîn em di cihê vê têgihînê de çi bi­kar­bînin? Tevgera azadiyê têgihîna  na­mûsê û ya azadiyê di heman astê de bi dest digre û di nirxîn e. Namûs, rûmet, vîn, têkoşîn û her wiha felsefeya jiyana azad e.

Di civaka me de têgihîna namûsê gelek kûr e. Ev ji dîroka Rojhilata Navîn a demdirêj bingeha xwe digre. Civakbûna mirovahî bi çanda jinadayik ve dest pê kir. Her wiha dîroka zordestî, tehakum û zilmê bi xirakirin û xweberdana  nav vê civakê ve hat domandin. Li gor mîtolojiyê dayika Hewa ji parsûyê Adem hatiye afirandin. Ango milkê yekemîn dibe dayika me û yê ku vê milkiyetê dide pêşxistin HZ Adem e. Ev yek di mîtolojiya sûmeran de dest pê dike û hemû zîhniyeta desthilatdarî xwe li ser vê yekê ava dike. Ji jin û zilamê re ev mîrasa ku hatiye hiştin di rewşa me ya îro de çawa tê bikaranîn em hindek wê bibînin, ji ber ku ev bûyer pirsgirêka parsû gelek derbas dike.

Diyardeya Namûsê

Diyardeya (olgu) namûsê bi bedena jin û cinsiyeta wê ve yek tê destgirtin. Ev yek jinê ji fikir, felsefe, giyanê dûr dixe tenê di warê cinsî de hebûna wê qebûl dike. Binamûsbûn an jî bênamûsbûn bi cinsiyeta jinê ve tê vegotin. Ya rastî  jin ger ku bingeha hemû jiyanê û civakê nebûna ewqas bi tûndî li ser nedihat sekinandin. Ger niha di warê neyênî de be jî, jin cardin çavkaniya civakê ya girîng e. Namûsa jin namûsa mêrê serdest a civakê ye. Her çiqas xistibe bin tehakûma xwe û kiribe milkê xwe jî cardin namûsa jin namûsa civakê dibîne. Li gor vê felsefê pêwîst e teqez xwediyekî vê namûsê hebe. Di mala bav de bav e, bira û ap e. Li mala ku lê zewiciye mêr e, tî ye, xezûr e û her wiha di malê de zilamek hebe di ber parastina namûsa jinê de berpirsiyar e. Kesê din nikarin bi kar bînin.  Tenê namûsa wî ye, koleya wî ye. Ev namûs beden û cînsiyeta jinê bixwe ye lê jin jî nikarê derveyî van zilaman bedena xwe bi kar bîne. Ger derveyî îzna zilam bi kar bîne bênamûsa herî mezin destpêkê dibe jin. Bi rastî ev şêweya fikrandinê di fikra Arîsto de derbas dibe. Arîsto digot “jin zilamê ku laşê wê pêş neketiye ango organê wê yê zilamtî çênebûye, ji ber vê yekê cînsê jin ava bûye. Jin her tim kêm e nexweş e”. Lê belê Arîstoyên sedsala bîstûyeka yên hê moderntir, jinê ne hebûneke kêm wek hebûna însanî jî qebûl nakin. Tenê hebûneke ku bikaribin ajoyên xwe bi wê têr bikin. Ewqas e. Derveyî vê yekê jin tenê hebûneke bênamûs e, ya ku feraseta namûsa zilam xera dike ye. Ji ber vê yekê jin kulfeta hemû zilama ye. Ew nikare xwedî maf be, bifikire, biryar bide. Ew tenê milkê zilamê xwe ye û civaka wê ya giştî ev zilam in, yek mafê wê heye ku xizmeta van zilaman hemûyan bike. Heta ev jin ne xwedî mafê zarokê xwe ye, jiyana xwe ye, bedena xwe ye. Ger jin yek kêliyê, yek gavê bavêje, van sînorên hesinî derbas bike, yek gotina zilam derbas bike wê demê feraseta namûsê ya zilam bi hemû rengê xwe, xwe dide diyarkirin. Di vê cîhana ku li ser milkiyetdariyê tê meşandin de jin ne wek milk ne xwediyê bedena xwe ye jî. Fikrê jinê jî nabe milkê wê.

Felsefeya Rêber APO û Jin

Li hember rastiyekî bi vî awayî tevgera azadiya jin bi felsefa azadiya RÊBER APO ev yek ji bingeh de hejand û berovajî da veguhartin. Jin di bin zor û zehmetiya milkbûnê de heta radeya dawiyê fêr bibû ku milkdarî çi ye, li ser çi tê avakirin? Bedena wê çawa hatiye bikaranîn? Ew feraseta namûsê ku di zara keçkanî ya jinê de aliqî mabû bi têgihîna azadiya jina Kurd ev sînor hemû hat qetandin. Bi zanebûn, hêz, afirandina xwe ya di ronahiya felsefeya mirovê azad RÊBER APO de jina ku nikaribû bê destûr derkeve der malê, di hundir de nikare bi zarokê xwe şa bibe, jina ku bedena wê ayîdê zilam bû îro di hemû çalakiyan de di pêş de cih digre. Ev rastiya ku wek gûnehekî her tim ji aliyê zilam ve li ser jinê pêk tê û tê ferzkirin ji aliyê zilam ve qet nayê pêk anîn. Fehş, fehîş, fehîşetî karê zilam ê giştî ye.  Her tişt fehş kiriye. Ji beden, fikir û cîhana jin dest pê kiriye heta cîhana mezin ev yek hê jî didome. Zilam bi vê feraset û nêzîkatiya xwe jin jî bi xwe re kiriye fehîşe û hê jî behsa namûsê dike. Ya rasti ev qewrama namûsê dema di devê zilam de tê bikaranîn û derdikeve qewram bi xwe bênamûs dibe. Lê bi rastî ev gotin ne layiqê zarokên jina xwedawend in, ne layiqî mirovan e. Ehlaqa civakî di vê xalê de winda bûye pêwîst e cardin di vir de were dîtin. Herdu zayenda jî ev yek heq nekiriye. Ji ber vê neheqiyê pêwîst e herdu zayend li ser vê mijara jiyanî bi hêsanî bisekinin. Belê em ê  çawa vê jiyanê, van nêzîkatî û pêkanînê bidin veguhartin? Ev jiyana şaş herkes dizane ku rast nayê jiyankirin. Lewra wê çawa were sererastkirin?
Têkoşîna vê pirsgirêkê ev sih sale tê kirin û hê jî wê were berdewamkirin. Ji ber ku ev yek pirsgirêkekê ewqas mezin, jiyanî û tevlîhev e hemû kesan bi xwe re dide şewitandin û veguhartin wê hemû civak bi xwe re bidana veguhartin em niha gihaştine qonaxekê. Di vê qonaxê de piştî sî salî, piştî agirê bedena Sema Vîyan Berîvan ,Ronahî em bi wêrekî niha vê mijarê bi serbestî dikarin vebibêjin, lêbikolin, nîqaş bikin, parve bikin û bi hev du re li riya wê yê çareseriyê bigerin.  Di derbaskirina van de tenê fêrbûn zanebûn têrê nake. Pêwîst e her kesayetê ku dibêje ez xwedî namûs im li ser vê mijarê hûr bikole, bifikire, xwe veguherîne û derdora xwe bide veguhartin. Gelek caran ev pirs tê kirin “madem ku namûs tenê bedena jinê ye û bi vî awahî tê bikaranîn em di cihê vê têgihînê de çi bi kar bînin? Tevgera azadiyê têgihîna namûsê û ya azadiyê di heman astê de bi dest digre û dinirxîne. Namûs, rûmet, vîn, têkoşîn û her wiha felsefeya jiyana azad e. Têkoşîna azadiya jina Kurdistanê bi tevgera xwe di wargeha azad de têkoşîna vê mijara jiyanî didomîne. Ev têkoşîn li gor rêgeza birdoziya rizgariya jin tê meşandin.. Ev rêgez bi xaka welatê xwe ve girêdan, xwe gihandina vîna azad, xwe birêxistinkirin, têkoşîna bê navber dane domandin, xweşikbûn û estetîk e. Têgihîna estetîk ne li gor fikrê ku hatiye berovajî kirin ku tenê beden û fîzîka jin cinsiyeta zilam gur dike. Estetîk başiya jiyanê ye. Xweşikbûna fikrê wekhev û azad e. Fikrê xwedî kesayet e. Bi rastî dema ku hindek qewram tên ziman an nivîsîn gelek caran hundirê wan nayên dagirtin û zuha zuha tên bikaranîn. Dema ku tê gotin jina binamûs nayê wateya jina êdî bi her alî ve xwe radestî wê civaka zilam û ya zihniyeta zordestî kiriye. Ew yek ji bênamûsiya yek malbat û yek zilamî xerabtir e. Xwe bi her awayî ji vî fikrî qutkirin e. Jina bi vîn, fikir, hêz û zanebûna xwe tevdigere,  encax karibe xwe ji vê yekê qut bike. Ger îro di her deverê de jin di her astê de banga azadiyê dike di qada siyasî de ev gavekê ye. Lê di qada azadiya zayendî de hê jî gelek gav pêwîst dike.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ