Home HEMÛ NIVÎSÇAND & HUNER Efrîn

Efrîn

by rcadmin

Efrîn, Afrîn an jî Avarîn bajarek li Başurê Rojavayê Kurdistanê ye.

STÊRKA CİWAN

Erdnîgarî

Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) li Rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) ango senceqa Îskenderûnê (xetay) dikeve. Firehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur dora 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê di vir de derbas dibe.

Firehiya derdora Efrînê bi tev 366 gundên xwe ve 2.033 km e. Di bajarê Efrînê de nêzîkî 80.000 niştîvan dijîn. Li derdora Efrînê bi giştî nêzîkî 490.000 kesan dijîn.

7 bajarok girêdayî Efrînê ne: Efrîn(navend), Cindirês, Mabeta, Reco, Şiyê, Bilbilê û Şera.

Wateya peyva Efrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye.

Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê Hawarê ye, ku 1200 m ji rûyê deryayê bilind e.

Çiyayê Lêlûn jî, ji rojhilat ber bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa Kurdan digihîne axa Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Xastiyan de, Deşta Cûmê heye. Deşta Cûme gelek bi xêr û bêr e.

Çemê Efrîn, ku ji Bakurê Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dilokê (Entabê) hildavêje. Li nêziya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di navçeya Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî Çemê Asêû Çemê Reş dibe. Gişt bi hev re, li nêziya Entekê (Hetayê) dikevin Derya Sipî.

Çandinî

Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji aliyê Çandiniyê ve, gelek dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu kûda binêrî her zeytûn xuya dikin.

Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek: Hinar, sêv, hulûk, qeresî, ciftele, mişmiş, hejîr, tû, hirmî û bihok. Li hin navçeyan gûz û behîv jî pir in. Ji bilî van, genim, ceh, şofan, garis, kuncî, berbero, nîsk, nok, çolban, titûn û pembo jî pir tê çandin. Ji hêla din, zebeş, qawîn (tehlik), şimam, bexcanê sor (firingî), bexcanê reş, pîva, sîr, kundir, tirozî, xeyar, encûr, qernebît, îsot, tivir, bamî, fasolî, lopik û hwd. gelek peyda dibin. Hin berhemên siruştî wek simaq, zehter û ridar jî ji Çiyayê Kurmênc der tên.

Herêma Efrînê herêmeke dîrokî ya pir kevnar e. Dîroka Efrînê digihe heta dema Hurî û Mîtaniyan, her wiha gelek bermayiyên dîrokî yên şaristaniyên kevn tê de peyda bûne. Ev jî tê wateya ku gelek şaristaniyan li ser vê herêmê demên cuda cuda de desthilatdarî kirine.

Şerefxanê Bîtlîsî di pirtûka xwe ya bi navê “Şerefname” de behsa mîrekî bi navê Mand dike. Mand; Mîrê herêma Entakya bû, wê demê herêma Kilis û di nav de Efrîn jî girêdayî Entakya bûn. Ji xwe heta destpêka sedsala 20’an jî, Efrîn bi herêma Kilîsê ve girêdayî bû. Di dema mîrtiya Mand de, ev mîrneşîna Entakiya ango mîrneşîna Kilîsê pir berfireh bûbû.

Entakya gelek bajarên weke Hema, Ezaz û heta Mereş û Derya Spî girtibû nava xwe. Di wê demê de Mîrneşîna Mand li hemberî Seferên Xaçperestan şer dike û alîkarî dide têkoşîna Eyûbiyan. Di destpêka salên 1600’an de, desthilatdariya mîrneşîna Mand ya Kilîsê derbasî malbata Canpolatî bû ye. Ji ber ku Mîr Huseyîn Canpolat fermana Osmaniyan red kiriye û alîkariya wan di şerê li hemberî Sefewiyên Îranê re nekiriye ji aliyê Osmaniyan ve tê kuştin. Piştî wî Mîr Elî Canpolat bûye mîrê mîrneşîniya Kilîsê ya Canpolatiyan û paytexta xwe jî veguheztiye bajarê Helebê. Li hemû bajarên Suriyê û Libnan xistiye bin desthilatiya xwe û serxwebûna xwe îlankirine. Lê piştî demekê Osmaniyan êrîş bir ser vê mîrneşîna Kurdan û dawî lê anî. Heta roja îro jî, malbata Canpolatiyan li Libnanê di nava gelê Durzî de pir bi bandor e.

Heta berî şerê cîhanê yê yekem herêma Efrînê ji aliyê navenda Kilisê ve dihate birêvebirin lê piştî hilweşîna dewleta Osmaniyan û avabûna Suriyê, herêma Efrîn ji navenda xwe qut bû û bi ser dewleta Ereb ya Suriyê ve hate berdan. Wisa jî qedera herêma Efrînê, wek a Kobanê û Cezîrê bû perçebûn û bû beşek ji rojavayê Kurdistanê yê ku ji dayîka mezin, bakurê Kurdistanê hatiye qutkirin. Bi vî awayî serdemeke nû ji bo Efrînê dest pê dike. Dîrokeke ji polîtîkayên Erebkirinê, înkarkirinê û car car serhildan û têkoşînê destpê dike.

Ol û Baweriyên Li Herêma Efrînê

Ji hêla ol baweriyan ve jî, berê tenê pûtperstî hebû. Bandora van baweriyên olî li ser jiyan, şêweya ramanê û rewşên civakî jî pir xort bû. Ji xwedayên ku li Çiyayê Kurmênc dihatin pîrozkirin. Ev bawerî wiha ne:

Mîsra Xwedayê Hûriyan, Nebo Xwedayê welatê Mezopotamya, Xwedeawend Îştar-Star, Zeûsê Yûnanî û jina wî Reye û hwd.

Beri zayinê 1001’an de ola Zeredeştî li herêma Medya derket û li seranserî herêmên Rojhilata Navîn belav bû, pişt re ew bû ola Împratoriya Farisî. Ola hemû gelên ku di bin destê wê de bûn jî, ji xwe tê gotin Zerdeşt weke pêxemberekî Kurd pêşengiya civakê dike.

Piştî Zeredeştiyê, ola Asûrî û paşê jî ya Îslamî hatin der û li herêmên fereh li Rojhilat û ji li Rojava belav bûn. Di aliyê olî de, piraniya Kurdên Efrînê misilmanin û li ser mezhebê henefî ne. Hejmareke pir zêde yên Kurdên baweriya ezdayetî jî li vê herêmê dijîn.

Lê lê belê kurdên me yên ola ezdayî heta dema şoreşê jî dibin zilm û zordariya behsiyan de hatibûn çewisandin. Bêguman piştî destpêkirina şoreşa Rojava û şûn ve kurdên me yên ji ola ezdayî jî xwe bi rêxistin kirin û karîn bi awayekî azad bi baweriya xwe ve jiyan bikin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ