Home HEMÛ NIVÎSSTÊRKA CIWAN Erk û Berpirsiyariyên Ciwanan

Erk û Berpirsiyariyên Ciwanan

by rcadmin

BAWER BOTAN

Erk û berpirsiyariyên heyamê yê ku her pêvajoyê daye ciwanan hene. Ev pêvajo jî, ji bo ciwanan xwedî erk û qonaxên berpirsiyariyê ye. Bi taybetî di qonaxa dawîn de, Tevgera Ciwanan pêwîst e ku ji her demê bêhtir çalak, zindî û li hember pergalê zêdetir bi hêrs be. Ji ber ku êrişên ji hêla dewleta Tirk ya faşîst ya li dijî gelê Kurd ve tên meşandin, bi tundî berdewam dikin. Bêguman helwesta ciwanan ya li hember van êrişan nîşan bide pir girîng e. Şewata ku herî dawî li Girava Îmraliyê hatibû  derxistin, peyameke tê xwestin ku di şexsê Rêbertiyê de bidine gelê Kurd e. Helbet li hember vê divê helwesta ciwanan eşkere be. Ji ber ku Serokatiya ciwanên Kurd, xeta wan a sor e. Ji ber vê jî li dora Rêbertiyê, xwe kirine çembera ji agir. Loma, di serî de Ewropa û her cîyê ku Kurd lê heye divê bibe qada çalakiyan, ji bo Rêbertîya xwe, nirxên xwe yên civakî xwe bike hêzek.
Çawa ku 21 sal berê hêzên navneteweyî bi komployeke mezin Rêbertîya me kirin bin dîlîtiya xwe û radestê Tirkîyeyê kirin, îro jî bi heman awayî sewa komployê zindî bigirin, hemû rê û rêbazan diceribînin. Ji bo vê jî Tevgera Ciwanan li dijî hêzên komploger, dikare bi têkoşîna bênavber  kêmasîya rêhevaltîya xwe ya li hember Rêbertîya xwe kuta bike. Dîsa feraseta rêhevaltîya kêmayî bûye sedem, şêwe û kêmayiya îdeolojîk, bastûra hişmendîyê jî tenê bi têkoşîneke bingehîn dikare were tunekirin.Tevgera Ciwanan çiqas van erk û berpirsiyariyan pêk bîne ewqas dikare mezin bibe û xwe birêxistin bike. Bêguman, ji bo vê yekê ji şaşî û neyîniyên borî ders girtin hewce ye û di ronahîya van ders girtinan de jî divê têgihîştin, girtina berpirsyariya li ser xwe hewce ye. Bi kurtasî, heke ciwanên şoreşger û welatparêz dixwazin xweyiyê xeteke rast ya siyasetê bibin, di serî de divê polîtîkayên vê demê, sedem û encamên van baş bizanibin. Ciwan hêza ku dide hev, bi rêxistin dike, livdar dike û bi xwe re livdar dike ye. Di vê mijarê de pêvajoya tê jiyîn ji bo ciwanan xweyî cihekî girîng e.

Ciwan hêza çalakîya civakê ye

Ew di rêya çareserkirina pirsgirêkên civakî de yê ku di destpêkê de dikeve nav lebatê û gavên bibiryarî davêje ye. Di tevgera PKKê de jî heqîqet wiha ye. Ciwan hêza çalakî û têkoşîna serkeftî ye. Ew, cî û dema rast dibîne, çawa yê tevbigere dizane, li gor vê civakê bi rê ve dibe û dike nav lebatê. Yên ku hewcedariyên civakê diyar dikin, di cî û wextê rast de mudaxeleyê dikin ciwan in, her wiha di serkeftiyên mezin de israrker in. Têkneçûniya tevgera PKKê jî ji vir tê. Ciwaniya PKKê, her dem xwe bi nûkirin û afirandinê, pêdiviyên pêvajoyê re bersiv bûyîne. Dema ku Rêberê me faşîzmê dinirxand, digot: “Faşîzm herî zêde ji ronayî û ronakîyê ditirse.” Faşîzm herî zêde îro êrişê ronayî û kesên dengê xwe derdixin dike. Bi van êrişan ve jî difikire ku yê encamê bigire. Lê belê ciwanên APOYÎ her dem bi rê û rêbazên rast bûne rêber, gel serwext kirine û rakirine li ser pêyan. Bi çalakiyên xwe tarîtiyê belav kirin, bûn raperîn û bûn dengê wijdana her aliyî. Ji ber vê yekê, ev pêvajo jî ji me wezîfe û berpirsyariyeke wiha dixwaze. Ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava, ji Ewropa heta tevahiya cîhanê, divê ciwanên Kurdistanî rabin ser pêyan, derkevin kolanan û rabin serhildanê. Divê êrîşa li dijî Rêbertîya me tê meşandin neyê qebûlkirin. Wekî Serokatiya me gotî: “Tu hêz nikare xwe li ber ciwanên dildarên azadiyê bigire.” Heta êrişên faşîzmê nede rawestandin û perçe neke, divê tu ciwan nesekine û bêhna xwe venede. Divê ev baş were zanîn, “em ê teqez bi ser bikevin!” Bi Rêbertiyê re “yan em ê jîyaneke azad bijîn yan jî em najîn û em ê nedin jiyîn.” Di vê derbarê de ciwanên egîd yên Kurdistanî ku li tevahîya Kurdistan û Ewropayê dijîn, em wan vedixwînin erk û berpirsyariyên xwe û bang li wan dikin ku her derê bikin cihê raperînê.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ