Home HEMÛ NIVÎS Fermandarekî Mêrxas – Heval Xebat

Fermandarekî Mêrxas – Heval Xebat

by rcadmin

Stêrka Ciwan, Çile 2018, Heqî Mêrdîn

Îro ez li warê wî, yê ku bi sala lê şerê azadiyê kiriye, Botanê me. Ji bo bîranîna fermandarê min ê mêrxas, bi çend gotinan be jî, ez dixwazim wî bi bîrbînim. Anîna ziman bi rastî jî pir zehmet e û bareke pir giran e. Wateya wê jî pir mezin e. Ji ber ku ez çiqas bînim ziman, ew ê kêm û nebes be. Rastî ya Heval Xebat anîna ziman, pêwîste ku mirov dîroka Botanê bigre dest. Ji ber ku wî li ber her daristanek, kevirek, avek, girek, geliyekî Botanê şopa xwe ya bi nirxê giranbûha hiştiye. Ez û Heval Xebat 12 salan bi hev re li Botanê xebitîn. Em çiqasî li herêmên cûda cûda bin jî, lê em li eyaleta Botanê bûn û gelek caran em digihiştin hev. Me xebatên xwe bi hev re plansazî dikir. Ji ber vê ez dibêjim, gelo ez ê karibim erkê xwe yê li hemberî fermandarê mêrxas û giranbûha bînim cih? Gelo lêhûrbûna min û derfetên ku hene, wê têrî bike ku ez Heval Xebat bibîrbixim? Gelo hêza min a nivîsandina jiyana wî ya dewlemend wê têrî bike? Bersivdayîna van pirsan birastî jî ji bo min pir zehmet e.

Dîroka tekoşîna çektarî ya Heval Xebat xwedî nirxeke pir mezin e ku pêwîste em bînin ziman. Her tim wî bi hêza xwe ya ciwantiyê dibeziya azadiyê. Ti carî ji zindîbuyîn û coşa tekoşîna xwe kêm nedikir. Pirtûk, lênûsk, rojnivîsên Heval Xebat, di mejiyê wî de bû. Heke ku me tiştekî jê bipirsiyaba, wî di cih de bersiva me di da. Ewqasî têgihiştî bû. Bi xebata xwe, tirs xistibû dilê dijmin. Bi zîrekî û zindîbûna xwe, him li her cihî bû û him jî li ti derê nebû. Rêgezî, pîvanê gerîlatiyê di şoreşgertiya xwe de tim pêk dianî. Temenê xwe bi giranî di nav şerê germ li Botanê derbas kiribû. Ew pisporê hûnera şer û mîlîtaniyê bû. Bi taktîkên xwe yên şer tim dijminê xwe dixapand. Her dem dijmin vala derdixist. Di kîjan demê de û li kîjan herêmê çi taktîk pêwîste hatiba kirin, Heval Xebat baş dizanî bû. Ti carî dijmin nedigihaştê. Heval Xebat di dijmin vala derxistin û pilansaziya xwe serkeftî meşandin de pispor bû. Tecrube yên ku Heval Xebat ji şerê germ girtibû, hişt ku ev tecrube kesayetek kûr ava bike. Ev kûrbuyîn jî şekil da kesayeta wî. Ne bi pirtûk xwendinê tenê fikrê Rêber APO, hûnera şer û tecrûba jiyanê ku pêk di anî dikir yek û jê hêzek xurt derdixist. Ders ji pratîka xwe û yên hevalên xwe digirt, ango watedayîna xebat û jiyana gerilatiya wî pir xurt bû. Encamên girîng jê derdixist. Li ku derê, kengî, çi dîtibû û çi jiyan kiribû, di bîra wî de zindî dima. Wan bîranînên xwe bi hevalên xwe re parve dikir.

Pisportiya xwe, bi hevalên xwe re pir zelal par ve di kir. Min pir kêm heval dîtiye ku weke Heval Xebat tecrûbe yên xwe bi hevalên xwe re par ve dike. Ji ber vê tevahiya hevalan jê hezdikir. Hevalan, Heval Xebat pir baş gohdar dikirin. Heval Xebat çawa digot, pêk jî dianî. Ez dikarim bêjim ku pêkanînê wî ji axaftinên wî zêdetir bû. Ev pîvan pîvanê PKK ye. Mirov bi zelalî dikare bêj e, Heval Xebat mînakek ji gerîllayên PKK’ê ye. Li dijî nêzîkbûnên şaş, xwedî helwesteke rêxistinî bû. Di rexnekirinê û rexnedayînê de ew pir dilnizm û dilpak nêzdibû. Tim berjewendiyên tevgerê difikirî û helwesta xwe bi dilnizm dinanî ziman. Dilnizmî dihişt ku hemû heval, Heval Xebat qebûl bike. Heval Xebat weke fermandarekî mezin didîtin. Heval Xebat biqasî fermandarekî di hûnera şer de xurt û zîrek bû, ewqas jî wek şervanekî tim di şer de li pêş bû. Di gelek tevger û çalakiyên serkeftî yên Heval Xebat de, rihê rêhevaltî hebû. Dema ku şervanek bibînê ku fermandarê wî li ser hûnera şer lêhurbûn çêdike û pêve mijûl dibe, ew jî xwe li gorî fermandarê xwe, xwe amade dike. Heval Xebat ku tecrube yên xwe yên ku li çiyayê Kurdistanê bi gerîlatiya xwe girtibû û dida me, ji bo me teva dewlemendiyek mezin bû. Wî wêrekî û tirsonekî, fedaîtî û îxanetî, dilxweşî û dilnexweşî, birçîbûn û têrbûn, camêrî û hovîtî, welatparêzî û sîxurtî, ronahî û tarîtî, bihar û zivistan dîtibû. Heval Xebat di nav van xweşî û nexweşiyan de kesayetekî dewlemend a pijiyayî avakiribû.

Heval Xebat di sala 1996’an de bi tabûrek hevalan re, di zivistanê de ji Botanê derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Armanc, pêwiste tabûra Heval Xebat, derbeyên mezin bide artêşa dewleta Tirk a dagirker. Ji ber ku dijmin dizane ku heval tim di zivistanan de di kampan de ne û li Mêrdînê tim hindik gerîla hene, berovajî vê di bin fermandariya Heval Xebat de, tevgereke leşkerî û şoreşgerî li ser dagirkerên Tirk ên Mêrdînê ve hat pêşxistin. Ev tevgera giranbûha ku dijmin bi derbeyê giran hat lêdan, tirseke mezin xist dilê artêşa Tirk. Ev tevger ji ber ava Dîcle û Kerboranê destpê kir û heya Bagok, Omerya, Hebizbîna, Mawa û Gabarê gelek çalakiyên ku dijmin ne li bendê bû, serkeftî hatin pêkanîn. Yek ji van çalakiyan jî girêdayî Kerboranê, girê ku leşkerê Tirk girtibûn ê gundê Tîrûwa, çalakî hate pêkanîn. Gerîla girtibû ser arteşa dagirker û dagirkeriyê talan kir. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatibûn kuştin û gelek çek, alavên leşkerî ji ser wan hatibû rakirin. Yek ji van çalakiyan a herî mezin jî, li ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê bû. Ev çalakî jî bi fermandarî û koordîneya Heval Xebat hat pêkanîn. Çalakî bi tabûra ku bi Heval Xebat re bû û tevlîbûna hevalên eyaleta Mêrdînê re hatibû kirin. Di nîvê zivistanê de bi gelek baskan êrîşî tevahî saziyên dewleta Tirk ên hindur û derdorê navçeyê kirin. Di bin fermandariya Heval Xebat de, gerilayên azadiya Kurdistanê navçe giştî xistin destên xwe.

Heval di çend saetan de, di navçê de man û dest danîn gelek alavên leşkeran. Piştî vê çalakiya serkeftî, heval ber bi sibehê derketibûn çiyayê Deleverya ya Sitewrê. Bi ronahiya serê sibehê re, leşkerên dewleta Tirk ji çar aliyan ve hatibûn operasyonê û bi hevalan re ketin şer. Di be ku cara yekem bû ku li eyaleta Mêrdînê nav rojê de şerek ewqas berfireh, ji sibehê heya êvarê, dihat jiyîn. Ev şer tirsek mezin xistibû dilê artêşa Tirk. Xwe bi xwe pirskiribûn: ‘ev çi hêz e û ji ku hatiye?’ Bi vî awayî dijminê me kemasiya xwe bi xwe anîbû ziman. Çiyayên Mêrdînê -ji dervê Bagokê- ji bo şerên dirêj di nav rojê de ne guncav in. Lê li vir fermandarê mêrxas, Heval Xebat hebû û ev şer tev wî koordîne kiribû. Ew bi xwe jî di nav vî şerî de bû û heval tev jî moralekî mezin jê girtibûn. Bi teybet jî ev şerê ku di nava rojê de pêkhatibû çi qes çalakiya artêşa Tirk şikandibû, ew qes jî moralekî mezin dabû tevayê hevalan. Ji ber ku ev cara yekem bû ku çalakiyek û şerekî wisa di nava rojê de pêk hatibû. Artêşa Tirk şaşomaşo bi bû. Heval Xebat piştî vê çalakî yê, hêza xwe kiribû dû parçe. Komek bi Şehîd Hesan re diçû Omeriya. Koma din jî bi Heval Xebat re çûn herêma Hebizbîna. Ji wir jî hatin cem me herêma Mawa. Li gel Heval Xebat fermandarê hêja hevalê Ferhat, ku di sala 1997’an de li Cudî şehîd ket û Hevalê Berxwedan, ku ew jî di 3’yê Sibatê 1999’an li Mawa şehîd ket, bûn. Li gel min jî Hevalê Rustem Cudî hebû ku ew jî di sala 2011’an de li Xakurkê şehîd ketîbû hebûn. Heval Xebat di derheqê çalakiya xwe ya li eyaleta Mêrdînê agahî da me. Çalakî û şerê ku hatibûn jiyîn bi me re bi rûkenî û zimanekî şîrîn parve kir. Bi rastî jî meşa Heval Xebat a azadiya Kurdistanê ya li Mêrdînê, serkeftîbû.

Wexta heval Xebat hatibûn gel me, gelek berf hatibû. Ji ber vê em nikarîbûn zêde li Mawa tevbigerin. Weke ku tê zanîn Mawa wek kevaneke li derdora ava Dîcle dizîvire, kêm car berf lê digire. Em li bendî helandina berfê bûn ku li vir jî çalakiyeke serkeftî bikin. Ji bo me jî derfetekî hêja bû ku Heval Xebat koma wî li gel me bû. Piştî ku berf hinek heliya me xwest çalakiyek pêk bînin. Gor ku me dixwast çalakî ewqes serkeftî derbas nebû. Ji bertengiya demê, Hevalê Xebat neçar ma ku derbasî Gabarê bibe. Rastî jî çend rojên ku em li gel hev man bi axaftinên xweş ên Heval Xebat û Heval Rustem, kêfxweşiyek mezin tevayê hevalan de çêkir. Hevalê Xebat meşa xwe ya Mêrdînê bi dawî kiribû û derbasî Gabarê bû. Heval Xebat tenê ne ev meş, bi dehan meşên azadiyê yên wek vê ku jê fermandarî kiriye û serkeftî meşandiye hene. Ev meşa xwe li tevahiyê Botanê, ti cih nema ku ew lê negeriya. Heval Xebat tenê ne li Botanê, heya eyaleta Xerzan û Amedê jî çû. Heval Xebat çiqas geriyabe ew qas jî coş û morale wî mezintir dibû. Ji xwe herkesî nikarîbû pê re bimeşe. Ewqas zindî û zîrek bû. Yek ji teybetmendiyên Heval Xebat yên din jî nêzîkbûna xwe ya gelêrî bû. Ewqas bi gel re di nav danûstandineke germ û berpisyar de bû, ku gel tev pê ve hatibû girêdan. Rastî jî wî ji bo gel hertiştî dikir û li himber nirxê gel pir bi rêz bû. Bi teybet wî pir ji gelê Botanê hez dikir û gelê Botanê jî pir jê hez dikir. Ji xwe ev girêdanbûyîna wî ya bi nirxên gel ve bû sedem ku derbên mezin li dijmin bide. Tola gel a hezar salan radikir. Wî dîroka berxwedana gelê Kurd baş şopandibû û wek ciwanekî Kurd, bi berpirsyariya tolhildanê û azadkirina gelê xwe tevdigeriya.
Gelek car em bi hev re ketin civîn û konferansan û di tevan de jî xwedî rexne û rexnedayînê de bû. Rexneyên wî ji bo sererastkirin û peşketînan bû.

Payîza sala 2005’an em li Gabarê li gel hev bûn û me çalakiya ser qeraqola Zivingê bi hev re pilankir û pêkanî. Wek tê zanîn ev çalakî pir serkeftî bû û artêşa Tirk derbeyek mezin xwaribû. Di vê çalakiyê de fermandarê leheng û pir hêja, Heval Sebrî Gulo û Heval Rûbar Bismil şehîd ketibûn. Hevalan qereqolê bi giranî ruxandibûn û girê parastina qereqolê ketibû destê hevalan. Tişta ku niha tê bîra min, 10 çek û heya ku hevala karîbûn rakin alavên leşkerî ji ser wan rakiribûn. Kedê Heval Xebat di serkeftina vê çalakiyê de zedêbû. Herî dawî em bi hev re wek delegeyên Botanê, destpêka sala 2007’an tevlî konferansa HPG’ê ya 4. bûn. Piştre em demekî li Ocaxa PKK bi hev re man. Herî dawî jî me li Civîna Konsêya Leşkerî ya HPG’ê ku di zivistana sala 2010-2011’an de çêbû hev dû dît û nîqaşên me yên dirêj bi hev re çê bûn. Êdî ji vir û şûnde min ev fermandarê mêrxas nedît. Piştî ku çû xebatên Rojavayê Kurdistan’ê, min ti car hêvî nedikir ku ev şoreşger û fermandarê mezin şehîd bikeve. Tenê ne ez hemû heval şaş mabûn û ne li benda bûyereke wisa bêbext bûn. Bi alîkariya xayînên Kurd, dijminê ku mirovahiyê nasnake, nirxekî giranbûha bi awayekî hovane qetil kirin. Heval Xebat biqasî ji bo gelê Kurd dewlemendî û nirxekî giranbûhabû, ji bo tevahî mirovên azadîxwaz jî nirxekî pîroz bû. Heval Xebat ji salên 80’yî heya niha ev têkoşervanê azadî bû. Bi salan Heval Xebat di wan çiyayên zehmet de bê xwarin, bê av, bê cil, bê pêlav, bê şûştin, bê xew kirin ma, lê wî dev ji tekoşîna azadiyê berneda. Em wek şervanên Heval Xebat soz didin ku em ê bîranîna wî ji bo xwe ferz bikin. Her ciwanekî Kurd ku wijdan pêre hebe wê doza vî mêrxasî mezin bişopîne û layîqî fedakarî û nirxê wî bibe. Ev deyn, deynê stûyê hemû mirovên Kurd ên welatparêz e. Şewqa fedakarî û mêrxasiya Heval Xebat, rêka me ya azadiyê ronî dike. Em ê di vê ronahiyê de bimeşin serxwebûnê, hêza me ya herî mezin jî wê ev be. Careke din ez dibêjim ku em ê girêdayî nirxên ku şehîdên azadiyê avakirin bibin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ

Şîrove Bişîne