Home HEMÛ NIVÎSDÎMEN Hebû, tinebû… Bangawaziya Kongreya Jinên Ciwan

Hebû, tinebû… Bangawaziya Kongreya Jinên Ciwan

by rcadmin

Jinên ciwan bi videoyekî afrîner banga tevlîbûna kongreya xwe ya ku li 25ê Çileyê pêk tê dikin.

Li 25ê Çileyê di pêşengtiya jinên ciwanên Kurd de wê kongreya jinên ciwan pêk were. Jinên ciwan bi dirûşmeya “neye xapandin, azadî di riya têkoşîne de derbas dibe“ ji her derê ya Ewrûpa kom dibin û tevgerekî nû îlan dikin.
Wekî bangawaziya kongre komîteya amadekar dîmenekî amadekir. Di wê dîmenê de mesaja jinên ciwan zelal e: “êdî çîrokan ji me re nebêjin!“

Wekî din komîteya amadekar bangawaziya xwe wiha şîrove dike: “Pergala baviksalarî dixwaze jiyana koletî wekî jiyanekî bedew bifroşe. Ti çîrok tine ku hêza jina azad nîşan bide. Di her çîrokê de jin bi zilamê ve girêdaye. Dem hatiye ji bo em wî biguherînin. Em çîrokên “hebû tûnebû“ biguherînin û em dîroka xwe bi destên xwe binivîsînin. Tu jî gel wan jinan bibe, yên dîroka xwe serbixwe dinivîsînin. Tu jî tevlî kongreya jinên ciwan bibe!“

NIVÎSÊN MÎNA VÎ