Home HEMÛ NIVÎSŞEHÎD Hozan Mizgîn bi sekna xwe û dengê xwe bûye ronîkera jinên Kurd

Hozan Mizgîn bi sekna xwe û dengê xwe bûye ronîkera jinên Kurd

by rcadmin

STÊRKA CIWAN

Mizgîn, bi sekna xwe û dengê xwe jina mezin a ku bûye ronîkera jinên Kurd e. Gerîlaya jin a ku şaxên hişkbûyî bi dengê xwe şîn dike ye. Jina ku bedewiya doza xwe teyisiye dengê xwe, Hozan Mizgîn. Xwedawenda ku awayê şoreşê ya jinê di dengê xwe de dide jiyîn e. Heke em niha vebêjin, divê em ji têkoşîna te dest pê bikin heya dengê te. Mizgînek bû, lê niha di her malên Kurdistanê de bûye bi hezaran Mizgîn.

Hozan Mizgîn(Gurbet Aydin), di sala 1962an de li Êlihê ji dayîk bû. Mizgîn, hêvî û bedewiyê di çek û dengê xwe de daye jiyandin. Hozan Mizgîn, bi şehîd Mazlum Dogan re Partî nas kir. Di sala 1982an de têkoşîna azadiyê nas kir, bi xwîngermî nêzîkî têkoşînê bû û bi şehîd Mazlum Dogan re bi xebata şandîtiyê (kuryetî) dest bi xebat kir. Rêhevala Mizgîn a ku sembola jinên ku girêdayî axa xwe ne ye, di xebatên xwe de derehî (deşîfre) bû û derbasî Lubnanê, Qada Serokatiyê bû. Di perwerdeya leşkerî ya Akademiya Mahsun Korkmaz de birîndar dibe û demeke kin tedawî jî dît. Demeke li cem Serokatî ma û ji ber ku temenê wê piçûk bû ne li welat, ji bo birêxistinkirina Koma Berxwedanê şandin Ewropayê.

Dema ku xebatên çandê yên Ewropayê dimeşand, di avakirina Hunerkomê de kedeke mezin da. Di jiyana jinan a ku bi kedeke mezin ve hatiye strandin de weke çemeke herikiye Heval Mizgîn. Dema ku dengê wê bi hunera şoreşê re dibû yek ji aliyê herkesî ve dihate ecibandin. Bi bedewiya dengê xwe û bi nasnameya şoreşger ku dabû hunerê ve demeke di xebatên hunerê de ma. Êş, dilşadî, bawerî û têkoşîna jinên Kurd, di huner û dengê xwe de wê bide jiyîn.

Hevala Mizgîn, di sala 1988an de dîsa vedigere akademiyê û wek delege tev li kongreya sêyemîn a PKKê dibe. Demeke li Rojava xebata girseyî dimeşîne û li wir gelê me yê Rojava jî nas dike. Ezmûnên xwe yî berî û yên Rojava dike yek û bi bibîryariyek mezin a têkoşînê ve berî xwe dide çiyayan. Piştî akademiyê wek Kordînatorê Eyaleta Mêrdînê dibe û Hozan Mizgîn dibe yekemîn fermandara jin a eyaletê û giraniya peywirên xwe dizane; bi vê nêzîkatiyê şehîd Mizgîn wê bibe mînaka herî baş a têkoşîn û vîna jin.

Bi şehadetên hevalên rêveberiya eyaletê ve jî zor û zehmetî jî dikşîne. Di sala 1990an de wek berpirsiyara eyaleta Mêrdînê tev li Kongreya 4. a PKKê dibe û di dawiya kongreyê de di sala 1991an de derbasî Eyaleta Xerzanê dibe. Têkoşîn û vîna jinên Kurd ku cîhanê bi şoreşê re dane naskirin, çavkaniya xwe mîlîtanên wek Mizgîn ku mohra xwe li cîhanê dane, digre. Şaxên têkoşîna jinan ên ku li ser bingeha ku Mizgîn çêkiriye xwe mezin dike, roj bi roj bi qasî ku ji ezmanan şînahiyê bîne mezin dibe. Heval Mizgîn, di ferqa wê de bû û can û giyana wê xulamtî nedipejirand. Tarîtiya jina xulam ji ser xwe avêtîbû û ber bi jina azad ku Rêber APO afirandibû, dimeşiya.

Di sala 1992an de, ji bo ku xebatên eniyê venihêre derbasî Tetwanê dibe. Mala ku lê ye tê serdegirtin. Gilî çêdibe û mal tê dorpeçkirin. Heya hilm û fîşeka xwe ya dawî şer dike û bi lehengî şehîd dikeve û di têkoşîna azadiya jinan a Kurdistanê de cihê xwe yê birûmet digre.

Mizgîn, ji dîrokê re aliyên jinên Kurd ên berxwedêr, bibîryar û têkoşêr dide nivîsandin. Dengê Mizgîn, niha ji bo her hevalên xwe yên şehîd dibe giryanok. Jinên Kurd dipêçine û axa welatê hembêz dike. Dengê wê mîna keda jinê ku ji axê hatiye girtin bû. Mizgîn fermandar bû, şervan bû, fedayî bû, hunermend bû, ji her tiştî wêdetir Mizgîn jinek şoreşger bû. Şoreşa xwe bi dengê xwe strand. Dema ku Hozan Mizgîn tê gotin, ji bîra herkesî re tenê hevokek tê;”Xwedê nav û deng”. Her çiqas navê xwe ji dîrokê re bi dengê xwe ve dabe nivîsandin jî her wiha bi kesayetiya xwe ya dilnizm û bandorker û bi bûyîna yekemîn fermandara jin a eyalatê ve jî da nivîsandin. Mizgîn bû Kurdistan, bû kaniya jinê ku ji çiyayan diherike. Û di riya têkoşîna azadiyê ya jin ku wê vekir de, em bi giyan û baweriya Mizgîna Hozan û Fermandar dimeşin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ