Ji bo Abdurrahman Olcay

HEBÎB ASLAN

“Çavê zexel
Xeyalên biharê dizîn
Baqên hêviya
Li beriya deme çilmisîn
Xayalên ji ber
Reşika
Şevên
Bi
Guman
Man
Lodek hestî
Li hewşa dil danî
Pêlên firmiskê kelandî
Qiraxê gora cemidi dewixand
Û
Deriye li benda hatinê
Bi ser dilê janwar de
Hate miftekirin
Konê xemgîniye
Li ser nozdeh singê zingarî
Hatibû vedan
Hemû ramûsanên barjan
Di xurcika dil de civiya bû
Bi hesreta rojên kovan
Diwerihane
Nava
Loda
Hestiyan
Û
Tevirikê xema
Dem aşêfkir
Meferê vegerê tewifî”

Related posts

VİDEO – Her Gerilla’nın sesi güzeldir

Son 5 gün

VIDEO-Helbest (Kasım Engin)