Home HEMÛ NIVÎSSTÊRKA CIWAN Kapîtalîzm bêexlaqî ye

Kapîtalîzm bêexlaqî ye

by rcadmin

MERVAN BOTAN

Gelo em dikarin ji civakekê re bibêjin Kapîtalist? An jî pênasekirina herî rast ji bo moderniteya kapîtalist û moderniteya demokratîk çawa ye? Em wek gelekî ku herî zêde ji aliyê hêmanên moderniteya kapitalist bi zilm û zordariyê ve hatine mexdûrkirin, bêriya kîjan jiyanê dikin? Kapîtalizm herî zêde ji civakê kîjan hêmanan dizî? Yan jî civakeke çawa afirand? Cûdatiyên di navbera jiyana civaka xwezayî û jiyana civaka ku di nav pençeya kapîtalizmê de çi ne?

Bêguman ger em karibin bersivên rast bidin van pirsan di aliyê hişmendiya ku em dixwazin bidin afirandin jî dê baştir were fêmkirin. Ger taybetmendiyên jiyana Neolotîk û jiyan serdema ku em niha tê de jiyan dikin baş were fêmkirin; wê demê girîngiya paradigmaya Rêber APO ya ku ji bo hemû mirovatiyê hêviya Azadiya Civaknasiyê daye afirandin jî dê baştir were fêmkirin û li derdora fikrên Rêbertî em ê xelekekî xurttir û kûrtir bidin avakirin.

“ Ez gotina Fernand Braudelê ya ku ji bo şaristaniya kapitalîst digot “çanda madî (berbiçav)” girîng dibînim. Pêwîst e em vê têgînê ne tenê ji bo şaristaniya kapitalîst lê ji bo hemû şaristaniyên dewletî,bajarî û çînî jî bi kar bînin da ku em karibin derfetên dahûrandina pergalê zêdetir bikin. çanda birdozîk (em dikarin bêjin çanda arişî jî) jî pêwist e xwe bigihîne asta lûtkeya civaknasiya azadiyê ya ku li hember kapitalzmê cihê xwe digire.” (Rêbertî)

Bi vê rengê bi pênasekirinê ve em fêm dikin ku pergala kapitalîzm ji roja ku bingehên şaristaniyê ji aliyê rahîbên Sumeran ve hatibû avêtin heta roja me ya îroyîn dixwaze navbeyna di navbera her dû çanda ve bike. Mabesta pergalê bi vê yekê ew e ku naveroka nirxên civakê valekirin û bênirxkirin e. gotina çanda berbiçav ji bo pênasekirina ruhê moderniteya kapîtalizmê ji ber vê yekê pir baş pêşwazî dike.

Civaka Xwezayî

Di destpêk û dema sazîbûna Neolitîkê de çanda madî, di nav jiyana civakê de ne xwedî cihekî berbiçav bû. Ji ber ku elimandinekî wek milkiyet tune ye. Kes nafikire ku berhemên civakê bixe bin kontrola xwe. Hişmendiyeke wek desthilatdarî heta wek siyekî jî derneketiye holê. SInca civakî rê nade vê yekê. Dîsa feraseta xwedaniya taybetî (ozel mulkiyet) wek eybekî, şermekê herî mezin tê dîtin wek bênamustî tê hesibandin.

Dîsa di navbera zayenda de nakokiyekî ku karibe rê li ber pevçûna vebike tune ye. ji ber ku feraseta desthilatdar tune ye rolên civakî bi şiklekî xwezayî teşe digire. Ji ber zarokanîna, xwedîkirina, rehma dayîk ciheke bingehîn a jinê di nav civakê de hatiye pejirandin. navê zilamtî û rola zilamtiyê xuya nake.

Nêzikatiya li hember derdor û xweza bi hestên pîroz ve tê pênasekirin. xweza weke mirovek tê dîtin. Wek hestên tirs, dilovanî, spasdarî, adenî, ronahî hwd. dixwazin têkiliyên xwe yên bi xwezayê re bidin avakirin. Hestên bi xwezayê re hewqasî bihêz e ku nirxên xwe yên herî pîroz qurban didin.

Em bi gotina Rêber APO xwezayê jî wek perçeyekî civakbûnê bihesibînin wê demê dikarin bibêjin ku hêza civakê wek XWEDATÎ tê dîtin. Ev tê vê wateyê; civak têgîna herî bilind e, civakbûn jî nasnameya herî girîng û pîroz e.

bi kurtasî em dikarin xisletên serdema Neolitikê wek bi sinca civakî, serweriya jin, û bi ekolojiyê ve bijmêrin. bêguman em dikarin van xisletan zêde zêdetir bikin û parêznameyên Rêber APO ji bo vê mijarê çavkaniya herî xurt in.

Baş e nexwe destpêka serdema kapîtalist çawa bû û herî zêde kîjan taybetmendiya serdema neolitîk bû hedefa êrîşên kapîtalîzmê?

Kapîtalîzm Li Dijî Civakê ye

Niha camertî, kubarî, nazikî û hurîtî wek taybetmendiyên herî bingehîn ên şaristaniyê tên dîtin, lê nexêr ev yek hemû xericandin in û tiştekî wisa tine. Rûyê rast ê pergalê şer e, talan e, tunekirin e, hepskirin e, bêwijdanî ye, kuştin e. Ji bo berjewendiyên çend kesan dinya dikare bişewite lê ne xema tu kesî be. Feraseta zilamtî li her keliyê de jinê dikuje û rehmet li ser tirba jiyana xwezayî dixwine. Ji çanda dayîk xwedavend ber bi def u deqên zilamê kone ve rê tê avakirin. Em hê dema avakirina şaristaniyê binêrin em ê bibînin ku şaristanî li ser jiyana civakê hatiye avakirin. Pîramîdên Misrê, ziguratên sumeriyan, bajarên çiniyan hemû bi mijatina keda civakê ve hatine avakirin. Koletiyek pir kûr ji civakê re hatiye spartin.

Dîsa Sinca( exlaka) civakê bi hişmendiya xwedaniya taybetî darb xwariye û ber bi rizandinê ve çûye. dema neolotîkê de ji ber ku her tişt wekhev dihat dîtin mantiqekî karibe xwezayê, jinê, civakê bixe kontrola xwe tunebû lê bi feraseta ji xwe wêdetir her tiştê wekî meta dîtinê ve ev nirx wek amûrên bikaranînê hatiye dîtin. Û encam; ji bo beniştekî bifroşe bedena jinê bi kar tîne, ji bo karibe çend qiruşan zêdetir dest bixe hemû xwezayê talan dike,ji bo berjewendiyekî herî biçûk dikare hemû civakê manîpule bike.

Ji bo kapîtalîzmê civak pêwist e were kuştin, di şûna civakê de kes heye. Azadiya civakê ne pêwîst e. Kes bi azadiya sexte ve pêwîst e were xapandin. Bîrdoziya lîberalîzmê ve ezezitiyekî wisa kûr hatiye afirandin ku hestên manewî yên herî bingehîn jî bêwate mane. wek mînak civanekî Kurd ji bo rehetiya xwe ya takekesi pir bi hêsanî dikare dev ji welatê xwe berde û xwe di nav jiyana Ewropaya ku navenda kapîtalîzm û lîberalîzmê ye de jiyan bike. Ka exlaq? Ka namûsa civakî? Ka hestên Welatparêzî? Ciwan di nav jiyanekî çilvirandî de asê mane û nikarin xwe ji vê yekê rizgar bikin. Fikr, raman û birdoziyên komalparêzî ji bo kapîtalîzmê fikrên herî bi xeter in . Kî van fikran biparêze pêwîst e dengê wê/wî were qûtkirin, û mirovatî jê bêpar bimîne. Niha sedemekî herî bingehîn a tecrîda li ser Rêber APO yek jî ew e ku pergala Kapîtalîzmê naxwaze dengê Rêbertî bigihêje civakê, dinê û mirovatiyê.

Pergal dixwaze hemû kirinên xwe bi hiquqê ve rave bike lê pêwîst e em vê yekê jî baş bizanibin ku hiquq tu carî mina exlaqê nikare ji pirsgirêkên civakê re bibe bersiv û di nav esasa xwe de ji bilî berjewendiya dewlet û burokrasiyê tu karê xwe tune ye. Wek mînak dema dewlet bi bacan ve trilyonan pere bidize ne lazim e ku hesab bide lê dema ku mirovekî xizan ji bo zarokên xwe têr bike nanekî bidize bi salan tê girtin û hepskirin. di vê mînakê de wijdana civakê her çiqas ji aliyê mirovê xizan de be jî ji ber ku li gorî hiquqê dewlet mafdar e. ji ber ku di nav hiquqê de sinc û exlaq tune ye.

Encam

Wek encam em dixwazin gotina Rêber APO bibêjin.” Li gorî fikra min a takekesî civaka xwezayî tu car nayê qedandin. ji ber ku wekî çanda şaneya kokê di nav jiyana civakan de cihê xwe girtiye; ne mimkun e ku civak karibin bê wê jiyan bikin.”

Em jî wek hêza herî mezin a civakê wek ciwan, pêwîst e êrîşên kapîtalîzmê yên ku mêjiyê me û hestên me ji xwe re dike hedef, wek xetereyekî herî esasî bibînin û li gorî vê yekê bikevin pozîsyona parastinê. wek hezkirî, têkoşer û şervanek civaka xwe ji xwe bênamustiyê nepejirînin. Û li derdora Rêber APO li ser xeta qehremantiya xwe rêxistin bikin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ