Home HEMÛ NIVÎSDÎROK KURDÎNİYA KU ŞENGAL NE PAREZE NE ÇI KURDÎNIYEK E

KURDÎNİYA KU ŞENGAL NE PAREZE NE ÇI KURDÎNIYEK E

by rcadmin

QASIM ENGÎN

Îro, dîroka Kurdan carek din berve reşiyek ve diçe. Ji ber ku hin ji kurdên herî kevin îro bi xeterek pir giran re rû bi rû ne.
Êzîdî jî dîroka Kurdistan de xwudan mîrasa herê bi rûmetên. Him gelê herê resenin him jî herê kewnarin. Dîsa nav Kurdan de gelê ku herê zêde komkujî jîn kirine. Yek jî ola hinek Kurdan yên ku gelek kem mayîne û her tim bi reşkirinan re rû bi rû mabûn û hejî dimînin e. Jibona vê bi gotinak din dane jîn kirina Êzîdiyan namus û şerefa Kurdan e. Rûmeta Kurdan e. Kurdên ku îro çend hezar Êzîdiyan nikarin bidin jîn kirin ne tu Kurdîniyek e. Yên ku mîrasên xwe nikarin biparezin jî bi yek gotinek nikarin qala rûmeta xwe bikin. Ango nikarin bi giştî qala namus û şerefe bikin.
Dibejin ku, “bar merivan nakuje serbar merivan dikuje.” Wek gotina bav û dayîkên me gelek caran mere gotin: “Dayikê heft kur xwedî kiriye lê heft kuran dayikek ji birçîna kuştine.” Îro jî heman tişt jibo Kurdên Êzîdî derbas dibe. Êzîdî di dîroka Kurdistan de her tim risteka bi wate leystin. Û em karin bejin ku bi çanda xwe ya resen jî em anîn roja îro. Dibe ku em heman tişta parve nekin lê rastiyek heye ew jî, Êzîdî çanda Kurdan a here kewnare. Ev jî mirasa Kurdan e.
Lê mixabin îro heft kuran nikari xwe bikin yek û dayîkêk bi parezin. Serî de jî lawe ku xwe îro lawe here mezîn yê Kurda dibîne, bê ku xwudan Dayîka xwe darbikeve rivî çû. Em berdin vê rivê, yek jî her roj nav gelan de çiqas Dayîka xwe parastiye bê ku şerm bike tîne ser ziman. Lê em bejin ku dem boriye êdî herkes dît ku ew kurê ku xwe xwudan malê dibîne çawa rivîye.
“Beq nequre, wê bidire” dibejin kure bê xêr jî gelek diqure. Her roj deravan ser deravan dike. Û yek jî bê ku şerm bike kirinen ne li rê jî dibeje û dike. Rewşa wiha de, ya rast ew e ku mirov şerm bike. Û dîsa derfete bigire da ku mirov vê şerme derbas bike. Rêya vê jî ew e ku mirov hewl bide hevalan xwere çeki da ku xelkî alîkarî mirovî bike.
Dîsa rewşên wiha da pêwîste mirov nerînên yên din jî bigire. “Bi dinyê bişêwir bi aqilê xwe bike” lê teqez tiştik bike. Lê mixabin yên ku dayîk helîştin çûn ne vê dikin ne jî yên din dikin. Pirr bilind difirin. Bavan û dayîkên me gelek caran gotine ku “bilind nefire tê nizm bikeve.” Îro yên ku gelê Êzîdî tenê helîştin û revîn bi yek gotineke pirr nizm ketine. Û eger vê rewşê derbas nekin yê hena jî nizm bikevin.
Em direj nekin îro gelê me yê Êzîdî pir metirsiyên giran ve rû bi rû ne. Hin çend sed Êzîdî gelek werin qirkirin ku Kurd xwe bikin yek? Jibona vê yeke pêwîste hemû Kurd bibin yek. Bê ku bikevin nav rewşên pirr cûda hemû derfetên xwe daniyên hole û hewra parve bikin. Yên ku çekên xwe hene bila çekên xwe bînin, yên ku dilên xwe hene bila dilên xwe bînin danîne hole. Û yên ku ezmunên xwe e şer hene bila ezmûnên xwe danîn hole û kerema xwe vê tekoşîna rêve bibin.
Wek me got bê ku yek jî me bikeve nava diltirsî, şayîş, xelxele û fikaran em heman bikevin nava tevgere. Xwe bikin yek. Hemû derfetên me bi hewra parve bikin û biçin ser Zombiyên dema îroyîn.
Em bîra nekin ku kengî Kurdan gotine, “destê tu nikarî gez bikî, maç bike” wê deme herdem û her tim bin ketine. Jibona ku em sibe nebejin, “çiqas hêja bûn, çiqas bi kadir û kiymet bûn,” em hema bikevin nav hewldan û tevgere. Da ku kes mere sibê nabe ji, “wextê ku bîr çika, wê bihayê avê bê zanîn” em tavile de û ji cih de bibin yek. Û erîşên fireh bibin ser Zombiyan.
Heke em vê nekin em tu caran nikarin; qîrîn, hêstir û rondikên jina Kurd Viyan Dexil û tevahî rondikên dayîkan bidin sekinandin.
Jibo ku em karibin firmêskên dayîkên xwe yê Şengal’e him jîn bikin û him jî derbas bikin pêwîste em bi hev re hundirî yekîtiyek pirr mezin de tevbigerin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ