Li Bodenseeyê helwesta ciwanên Kurd

Şeva 18ê Adarê ciwanên Kurd ên li Bodensee weke helwestek hemberî hovitiya rejima AKP-MHP-CHP li St. Gallen û Vorarlberg pankartan li otobanan daliqandin.

BODENSEE – ROJACIWAN 

Li sernivîs “Kindermörder Erdoğan” (Kûjerê Zarokan Erdoğan), “Defend Efrîn” (Efrîn biparêzin), “Gestern Hitler, Heute Erdoğan” (Dûh Hitler îro Erdoğan), “Überall ist Efrîn, Überall ist Widerstand” (Her der Efrîn e, her der berxwedan e) ciwanên Kurd li bajarê Swîsre St. Gallen û Vorarlbergê bi daliqandina pankartan helwesta xwe hemberî işgal kirina Efrînê diyar kirin. Di bangawaziyekî niviskî de ciwanan silav berxwedana gelê Kurd dikin: “Rejîma faşîst ya AKP-MHP-CHP bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê dike û hemû dewlet bêdeng dimînin. Lê ciwanên Kurd ticarî bêdeng namînin. Kobanê ne ket, Efrîn jî nakeve. Heya Efrîn ji êrîşên hovanê rizgar bibe em ê ser lingan bin. Em ji vir silav li gelê Kurd ya berxwedêr û dostên wê dikin.”

Related posts

KURDÎNİYA KU ŞENGAL NE PAREZE NE ÇI KURDÎNIYEK E

Peymana li ser Şengalê ya du meh berê, ji bo qirkirina Êzidxanê ye

WÊNEYÊN MEŞA DIRÊJ HATINE WEŞANDIN

Şîrove Bişîne