Home HEMÛ NIVÎSDÎROK Louîse Mîchel ki ye?

Louîse Mîchel ki ye?

by rcadmin

Louîse Mîchel yek ji jinên ku jiyan da Komuna Parîsê ya, yek ji ceribandinên ewil yên rêveberiya xweser ya cîhanê ye. Louîse Mîchel wisa li dijî otorîteya dadgehe leşkerî serî hilda: “Madem ji bo her dilekî ji bo huriyetê lê dide, gule dibe par, ez jî mafê xwe dixwazim. Ger hûn desturê bidin ku ez bijîm, ez ê jî bê navber biqîrim.”

Komuna Parîsê di 18’ê adara 1871’ê de hat îlankirin û 71 rojî berdewam kir û ne tenê Fransa hemû cîhan bi bandor kir. Yek ji ceribandinên rêveberiya xweser ya ewil a şênber e.

Yek ji kesên ku di her asta komunê de cih girt girt û jiyana xwe li dijî desthilatdariyan da ser têkoşîna azadiyê Louîse Mîchel e. Louîse yek ji nûnera parêzvana wekheviya zayendî û anarşîzmê ye. Di 29’ê gulana 1830’î de li komuna Vroncourt-la-Cote ya herêma Haute-Marne ya Fransayê hat dinê. Louîse ku xwest bibe nivîskar li Chaumonta perwerda mamostetiya akademîk girt. Ji ber li dijî rêveberiya Qesrê serî hilda, mamostetî li dibistanên paytexê jê re hat qedexekirin. Li Clefmont û Mîllîeres li dibistanên biçûk çend salan mamostetî kir. Li van dibistanan teknîkên pêşxistî pêk anî û rêbazên perwerda azadîxwaz kir tecrûbe.

Di 1848’an de li Fransayê komar hat îlankirin lê di 1851’ê de bi darbeya Napolyon Banpart hat hilweşandin. Napoyon heta 1870’ê berdewam kir. Piştî desthilatdariya wî bi dawî bû muxalefetek mezin a gel bilkind bû.

Di tîrmeha 1870’ê de Prusyayê li Spanyayê kontrola textê xist dest xwe û ji ber vê Fransayê têkoşîneke mezina dîplomatîk da destpêkirin û piştre li dijî welat şer da destpêkirin. Di tebaxê de Prusyayê artêşa Fransayê dagir kir û bajarê Strasburgê dorpêç kir. Louîs Mîchel jî tevlî faliyetên polîtîk ku hemû jiyana xwe da ser, bû. Louîs yek ji mîmarên Komîna Parîsê bû. Louîse ji bo mijarên piştgiriya tibî û hemşîretiyê ya bajarê Strasbourgê bang li gel kir û bangên wê yên ‘ welatiyên azad difikirin’ bala her kesî kişand.

Louîse cara yekem hat girtin

Pêşketina artêşa Prusyayê heta 1870’ê berdewam kir. Hikûmetê bar kir Versaaîllesa. Louîse di 31’ê cotmeha 1870’ê de tevlî çalakiyeke li ber Qesra Şaredariya Parîsê bû. Louîes di meha kanûnê de tevlî çalakiyeke ku wê banga ‘ divê jin jî ji bo Muhafazakarên Netewî wek leşker bê girtin û perwerde bibin’ bike tevlî bû û cara yekem hat girtin

Jin ketin tevgerê

Di adara 1871’ê de Hikûmeta Versaîlles ji bo dest bide ser topên di destê Muhafazakarên Netewî, bi yekîneya xwe ya 4 hezar kesî ket tevgerê. Beşek van topan li Girê Montrmartre hatibûn bicihkirin. Louîse ji bo top bên desteserkirin jin xist tevgerê û nehişt yekîneyên Versaîlles topan ji wan bigirin. Leşkeran gulebarankirina jinan red kir û li şûna wê fermandarên xwe girtin û gulebaran kirin.

Di 1871’ê de dengê Komuna Parîsê hat bihistin. Vê komûnê li hemû cîhanê deng da. di 18’ê adara 1871’ê gelê Parîsê li dijî rejîma zextê wir serî hilda û komun ava kir. Bi avabûna komunê re Louîs tevlî civînên Komîteya Asayîpê bû û xwe da ser komên jin, xebatên zarokan.

Louîs wek seroka Komîteya Asayîşa Jinan, ji bo jin komunê biparêze, rolek girîng lîst. Yekîneyên Versaîles di 3’ê nîsana 1871’ê de êrîşê komûnê kir. Louîs tevlî parastina Parîsê bû. Louîs di Tabura 61’ê de bi hemû enerjiya xwe şer kir û gelek polîs û leşker kuşt.

‘Ez evîndarê şoreşê me’

Di şer de Louîse hem berhemên Charles Baudelaîre dixwend û hem jî li dêrek nêzî Neully de li orgê dixist. Louîse di pirtûka xwe de diyar dikir ku ew evînarê şoreşê ye. Loîse di şerê li dijî yekîneyên Versaîlles de di barîktên Chîgnancourt û Goristana Montmartre de şer kir. Louîse piştî dibihîze dayika wê dîl hatiye girtin, çû Versaîlles û li dadgehe leşkerî hat darizandin. Louîse otorîteya dadgeha leşkerî rexne kir û got: “Madem ji bo her dilekî ji bo huriyetê lê dide, gule dibe par, ez jî mafê xwe dixwazim. Ger hun desturê bidin ku ez bijîm, ez ê jî bê navber biqîrim.”

Vê serhildanê di hemû roname û çapemeniya Fransayê de cih girt. Vîctor Hugo jî ji bo Louîse helbesta bi navê ‘Vîro Major’ nivîsî. Dadgehê biryara dersînorkirina Louîse da. Louîse di seranserê surgunê de polîtîka anarşîst esas girt. Louîse di 1879’an de ji bo cezayê wê bê daxistin serlêdan kir. Hikûmeta Fransayê di 1880’an de ji bo endamên komunê efû îlan kir û Louîse di 7’ê mijdara 1880’an de çû Londonê. George Woodstock ji bo Louîse di got ‘jinek hêja’. Lê ji bo muhafazakaran jî tehdîdkar û nebaş bû.

Di 9’ê adara 1883’an de tevlî mîtîngek ji bo kesên betal pêk hat bû. hat girtin û şandin girtîgeha Saînt-Lazare. 10 sale ceza dan Louîse. Li dadgehê Louîse diyar kir ku ew her tim li alî xizanan e. Dayika wê di 3’ê çileyê 1885’and e jiyana xwe ji dest da û cezayê wê yê mabû hat xistin. Sê roj piştî cenazeyê hat berdan.

Louîse di 71 salî de bi nexweşiya zatureyê ket û xetera mirinê derbas kir. Di 15’ê gulana 1902’an de vegeriya Fransayê. Di 1903’an de wesyeta xwe diyar kir û beşek malê xwe ji hevala xwe Charlotte Vauvelle re hişt û xwest beyî merasîma olî wê ligel dayika wê defin bikin. Louîse di 9’ê çileyê 1905’an de li bajarê Marsîlyayê ya Başurê Fransayê jiyana xwe ji dest da.

Di 22’ê çileyê 1905’an de ji Gara Parîsê heta Goristana Levalloîs-Perret 120 hezar kes li pey cenaza wê meşiya.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ