Home HEMÛ NIVÎS Mesele ne Efrîn e, projeya neteweya demokratîk e

Mesele ne Efrîn e, projeya neteweya demokratîk e

by rcadmin

Êrişa dagirkeriyê ya li dijî Efrînê 24 roj li pey xwe hiştin. Efrîn, bi helwesta xwe ya bexwedêr di nava 24 rojên dijwar de pergala dewleta Tirk û hêzên navneteweyî belavkir.

AMED DICLE

Bi çend xalan êrişa dagirkeriyê ya li ser Efrînê;

Êrişa dagirkeriyê ya li ser Efrînê hemû Rojava û Sûriyê dike hedef. Hemû hêz û hişmendiyên ku li dijî xeta seyemîn ya neteweya demokratîk in li pişt vê êrişa dagirkeriyê ne. Hêzên statukoya heyî diparêzin û hêzên hegemonîk ku ji hev nerazîbin jî di mijara dijberiya xeta seyem de lihev in û dixwazin vê xetê têk bibin. Bi taybetî jî piştî pêvajoya “çareseriyê” ya li Sûriyê ket rojevê û rengê li herêmê hinekî zelal bû êrişên li ser herêmên xwedî hişmendiya xeta neteweya demokratîk jî zêde bûn. Her du hêzên “dijber” hewil didin ku bi hev re hişmendiya xeta seyemîn berteraf bikin û paşê raste rast werin hemberî hev û statûkoyeke nû avabikin.

Bêguman dema em qala xeta seyemîn ya neteweya demokratîk dikin, divê em bibîrbixin ku mêjî û mîmarê vê paradîgma û felsefeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lewma jî di rojên destpêkê yên êrişa dagirkeriyê de pêşî yekser wêneyên Ocalan hedef girtin û bi balafiran bombebaran kirin. Ev êrişa li hemberî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji bûyera herî girîng a li Efrînê ye. Bi vê êrişê re peyama “em êrişî fikir, îdeolojî, felsefe û projeya Ocalan dikin” dan. Çawa ev hêz di sala 1999’an de li dijî Ocalan û gelê Kurd bûn yek, niha jî li ser heman konsensûsê bûne yek. Li vir hedef ne bihûstek ax an jî komeke mirov in, bê şik ev jî hene lê hedefa esasî fikir û projeya pêkve jiyanê ya gelan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Hêzên li pişt vê pîlanê ne kî ne?

Di qada navneteweyî de Rûsya û Emerîka li ser Sûriyê bi bandor in. Her wiha Îran û hin welatên din jî. Herçiqas wer xûya bike ku Rûsya û Emerîka nelihev in jî lê divê bê gotin ku wan li ser gelek mijaran lihevkiriye. Ji bo van her du hêzan parvekirina Sûriyê esas e. Demokrasiya li herêmê, mafên Kurd û gelên din, aştî û aramiya li herêmê ji bo wan ne yek jî armancên sereke ne. Ev her du hêz ji bo xwe li herêmê bicîh û daîmî bikin dixwazin pêywendiyên xwe yên bi hêzên heremî re xûrttir bikin. Di esasê de Rûsya jî Emerîka jî rastî û hêza Kurdan dizanin dibînin. Ew dizanin ku bêyî Kurdan nikarin tiştekî bikin. Lewma hêzbûna Kurdan ya li Sûriyê, wan gelekî ditirsîne. Ji ber vê jî bi qasî ku dixwazin bi Kurdan re di nava têkîliyê de bin, ewqas jî dixwazin Kurdan qels û bêbandor bikin. Hêzên hegemonîk, Emerîka û Rûsya ti carî qebûl nakin ku şirîkên wan bi hêz bin. Ew difikirin ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Efrînê ew ê destê Kurdan lawaz bike û wê Kurd xwe bikin muhtacê wan, alîkariyê ji wan bixwazin û şert û mercên wan qebûl bikin. Yanî li gorî wan, “wê Kurd dest ji felsefeya xwe ya jiyana azad û demokratîk ku bi xwîna deh-hezaran mirovî gav bi gav tê avakirin berdin û li gorî berjewendiyên wan tevbigerin.” Lewma jî ji bo wan çeka herî mezin a li dijî Kurdan Tirkiyê ye. Ji bo “terbiyekirina” Kurdan, dewleta Tirk ku hemû hebûna xwe li ser dijbertiya Kurdan avakiriye xistine dewrê. Hewildan ew in ku Kurdan bi Tirkan, Tirkan jî bi Kurdan bidin tirsandin û bandora xwe li ser her du aliyan bidomînin.

Lê di şexsê Efrînê de helwesta Kurdan a li dijî van polîtîka û hesaban berxwedan e. Hem Tirkiye hem jî hêzên navneteweyî vê berxwedanê bi awayekî eşkere dibînin. Raya giştî ya gel û çapemenî jî êdî neçar e vê berxwedana serdemê ya li Efrînê bibîne. Ev yek jî rê li pêşiya xeta seyem vedike, hemû gel, mezheb, bîrûbaweriyên cîhêreng li dora wê dicîvîne. Êrişên ku bi armanca têk birina vê xetê tên kirin jî hesabên wan nabin serî. Çimkî berovajî hesabên wan bi êrişan re hişmendiya neteweya demokratîk xurttir û qewimtîr dibe.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ

Şîrove Bişîne