Mifteya jiyanê, Rêberê Haqiqate

PÊNÛSA JINÊN CIWAN

Piştî her xemgînîyekê kêf xweşîyek tê.

Piştî her ketinekî rabûnek mezin vedipijiqê rûyê jîyanê.

Bi her mirinekî re jîyanek nû diwelidê . û di dawîya her zivistanekî hişk’sar’zûha da bûharek serî hildidê.

Îşte , dûnya zivistane.

Jîyan qîr û hawar dikê

Xweza , reng digûherînê li ber zolma fîreon nemrûd û toranan.

Mirovatî?

Mirovatî , bi bablîsoka çarenûsê va rû bi rû hatibe hîştin.

Çaranûsa kûrd jî , li ser sifra gorên birçî , di navbera hebûn û tûnebûnê da , li ba dibû.

Edalet’ Demokrasî’ Azadî , mirin bû çarenûsa wan.

Yê kû bi diranên xwe va jîyan girtibû, tenê Hêvî û eşqa jîyanê bûn.

Ey canawerên birçî . ey yê kû gotin her tişt xilas , ne tiştek xilas dibê ne jî bi dawî dibê .

Her tişt tê gûhertin û ji nû va ji dayik dibê.

Vaye dîsa bûhar hat, û xwe li jîyanê pêçand.

Dîsa heskirin eşq rûh hest fikir ji nû va diwelidin, geş dibin.

Xweza cejn digrê bi rengên azadîyê.

Dîsa bûlbûl çivîk teyr bi bask dibin di ezmanên şîn da, bi azadîyê ra gûvend digrin.

Jîyan serxûx bûye , sitran dixwûnê di 4’ê Nîsana 1949

Çavên xwe vekir li jîyanê , zarokekî ji agir.

Hat mîna agirê pirometûsan , û ronî kir heqîqeta kû hatîye înkarkirin.

De bibhîse kûrdû , bibhîse ,  ji çav û gûhên xwe bawer bike, ev car rastîye îdî dem hatîye.

Dem dema berxwedanê ye, çavên xwe veke û serê xwe biliiiiiiiiiiind rake.

Vaye îlimdarê jîyanê tê . û mirin , rev rev baz didê ji meydana berxwedanîyê.

Roj berê xwe didê te û jîyan bi ter a dikenê îdî.

Ey zarokê kû , ji hêrsa dîrokê avakirî xwe.

Te ji felsefeya zerdoştan ‘ ji haqîqeta halacî mansor û Terzî hermisan rêzkirî sîlsîleya jîyana

mirovatîyê , û bi fikrên xwe va xemilandî ye ew jîyan.

Dema fikrên te rêz dibin kû fêr bikin , hemû fikir rêz dibin kû fêr bibin.

Banî me dikir fikrên te bi şefaqa sibehek azad.

Wê çawa razên çavên kû ji dîtîna te têr nebûn.

Dilên kû ji evîna te avabûn , wê çawa bisekinin ji lêdanê.

Jina kû bi qîrîna fikrên te yên azad va , ji nava çembera koletîyê derket , wê li ber dîl girtîna

te çawa bê çare bimînê.

nabe nabe.

Roj tên hilbijartin ji hesreta dîtina te ra , ey Rêberê eşq û jîyanê.

Ne zivistan ne bûhar ne havîn û ne jî payîz . Tû yî demsala mirovatîyê tû yî.

Dil û mejîyê ji te hezdikin , felsefeya jîyanê ye.

Ma ne Zîlan bûn , ji mejîyê Apo yan ber bi azadîyê va difirî û bi bask bûbû.

Yan jî Bêrîtan bûn kû îxanet , şerm kir  li ber welatparêzîya kû koka xwe ji jîyana te dihat.

Erê , jîyan bû yê kû cîhan fêrî heskirina te kir , jîyan bû.

Di şexsê te da hat kolandin hêlîna mirovatîyê , ya bi ewleh.

Çawa jîyan bê te dibê.

Ma ne dillê hemû mirovan di dilê te da lêdidê.

Ma ne hêvî û xeyallên zarokan , di çavên te da dikenin.

Erê , silogana jîyana îro , Bê rêber APO jîyan nabê ye.

Wê çawa çavên bi jîyanê ra dikenin , dîl werin girtin.

Vaye zarokên te , pêl bi pêl ber bi te va tên.

Ciwanên kû sond xwerin bê SEROK JÎYAN NABÊ , bûn agir û teqîyan bi dojmin da.

Em hatin bi soza xwe va , em hatin bi soza xwe va.

HEYA AZADÎYA RÊBERTÎ BERXWEDANA BÊ DAWÎ

Related posts

VİDEO – Her Gerilla’nın sesi güzeldir

Hejmara 14 ya kovara Xwebûn derket

Diyardeya namûsê bi beden û cinsiyeta jinê ve…