Home HEMÛ NIVÎSÇAND & HUNER ‘Mizgîn, xêza jin û hunera azad e!’

‘Mizgîn, xêza jin û hunera azad e!’

by rcadmin

XELÎL XEMGÎN

… ez ê navê te binivîsim li ser kendalên kevneşopan…
tu jî navê min binivîsîn, li ser kavilên rê û newala…
Sibê wê zivistan were, baran bibare, ey vîna min!
Navê min wê wenda bibe, bi lehiyan here,
Navê te wê her bimîne, li van çerx û dewranan”

[Cubran Xelîl Cubran]

… dîsa min hemu hêz û cesareta xwe li hev civand daku bo te û bîranîna te ya bi rûmet binivîsim. Ev qas sal çawa bihurîn? Ma qey min bawer kiriye ku êdî tu tune yî? Bîst salin bandora te ya dîdar û hizrên te herdemê li ser rewşa me û xebatên me ne. Tu carî em ji hêza xwe bê par nehiştin. Bîst salin ez çavên xwe li şopa kesayeta te digerînim. Mînaka te û helbira teybetmendiya kesayeta te hêjî di rêza yekem de di bîr û baweriya rêhevaltiya pîroz de diparêzim.

Baş dizanim, tu yê dîsa bêjî: “heval, tu çavên xwe tim li tiştên mukemel digerînî…” tevî ku te bi xwe jî bawer dikir, doza tekoşîna gelekî mîna gelê me, encex bi evînek kamilbûyî û kesayetek mutewazî dikare bipêşkeve!

Tê bîra te, li ser bîranînên Şehîd Sefkan, min helbesta Cubran Xelîl Cubran ji tere wergerandibû, û di got: “… ez û şadî hîn zarok bûn, di gel hevdu diçûn seyranê, rojekê li qeraxên hawîrdor şer û pevçûn diqewimîn, şadî çûbî mêlanê, min got şadî veger…. ji wê rojê de, şadî çû û venegerî,… êdî li serê newalê, ez her roj mezin dibûm û şadî jî hîn bi min re gul zarokek dijiya!…”

Erê rêhevala Şehîd, tu hîn jî û tê her bimînî gula Koma Berxwedan. Her çiqasî cihê te nehatibe dagirtin jî lê hevalên te ên ji cewhera dilê xwe de ji te bi bandor bûne. Her wiha mane girêdayî bi giyanê tekoşîna te, terbiye û merîfeta kesayeta te ya şoreşger ve !….

Cara yekemîn, di 01.12.1985’an li bajarê Manhaim a Almanya yê min Mizgîn nas kir. Bi temana xwe ya ciwan û xebatên xwe yên bi rûmet mizgîn sed carî ji temena xwe mezintir bû.  Ev ne tenê nêrîna min a şexsî ye. Di nava civak û gel de, kesên ku Mizgîn dinasîn dizanin ku çawa ew kesayetek xwe bi çanda şoreşgerî terbiye kiriye û bi exlaqê şoreşê xwe gihandi ye. Di kesayeta xwe de cewhera çanda gelêrî bi semîmiyeta xwe û bi bandora xwe li derdora xwe vedida.  Her wiha çawa derdora xwe di bin bandora wê terbiye û exlaqê de bihêle bi hemu semîmiyeta xwe, bi sekin û şêwaza jiyana xwe, weke  kû herdem bêje:

“hey gelê min, ez bi kesayeta xwe, bi terbiye û exlaqa xwe, berhema vê şoreşa hemdemî me. Ez vejîna Jina Kurd ya azad im. Min di berbanga vê şoreşê de ji keda hosteyê mezin, ji ava kehniya Apo vexwari ye…”  Her tim di nava ked dayineke bê hempa debû.

Di xebata Hunerkomê de sê/çar salan hevala Mizgîn rêveberiya xebata me ya çand û hunerê kir. Di qonaxên herî dijwar de, di nava bê derfeti û bê îmkaniyê de weke komek rêhevalan me hebûn û nebûnên xwe bi hev re parve dikir. Gewherek di kesayetî û giyana vê rêhevalê de hebû. Hunermendeke civakperwer bû. Mîna hesinê ku bi ava pola bête avdan hemu hêza xwe ya pîskolojîk û manewî bi evina şoreş û xwesteka çiyayan ve girêda bû. Hişmendiya wê bi girêdayiya bîranînên Şehîdan  kemiilîbû.  Êdî hemû teybetmendiyên xwe ên hunerî, ji bo wê bi wate dikir.

Em hemu hevalên wê ji kesayeta wê hînî gelek tiştên bi nirx bûn. Dema ku li derdorên xwe çavên xwe digerînim di xebata jina kurd de herî zêde her tim Mizgîn tê bîra min. Ew nûnera jin a kurd a mutewazî bû. Em du salan li gel hev di nava nîqaşên tevgêrya beşên civakî de bûn. Di derbarê birêxistinkirina xebatên jinê de min aso û nêrînên wê ji nêz ve dihatinşopadin. Me dixwest bibînin ku Mizgîn bi giyan û hestên kurdewarî çawa nirxên civakê nuh dikirin. Çewa bii ava evîna şoreşê dişuşt û zelal dikir.  Bêguman Îro xebatên jina kurd gelekî mezin û fireh bû ne. Di warê idolojîk de pêşketina jinê ji bo me cihê qedir û rêz girtinê ye. Lê belê di piraniya civîn û çalekiyan de weşan û nirxandinên xebata jinê de, zimanê dayîkê, rengê dayîkê, teybetmendiya jina kurd hin caran lewaz rû dide. Di wan demaan de Şehîd Mizgîn tê bîra min! Ew pispor û mamoste ya ku renga ji naverokê bû! Yanê, renga xwe ji naveroka bawerî û armancên xwe digirt.

Di paradigma ya felsefi ya Rêber Apo de merov hîn dibe ku, di pirênsîba xetê de, rêbazên rêxistinî yên renga reng hene. Di terz û şêwaza hevala Mizgîn de şêwaza qezenc û bandorkirina girseya gel hebû. Di pêwendiyên xwe yên bi mirovan de li nik terbiye û marîfetên xwe yên civakî kesayeta Apoizmê bi hostetî û dirustî temsîl dikir. Bi jin, zarok, ciwan û hemu birên mirovan re xwidiyê teybetmendiyeke xwazayî û semîmî bû.

Dema ku min nirxandina vê rêhevalê kirî û pêde bi rojan di bin bandora wê de mam. Demke dirêj li xwe û ji xwe pirsiyar kirinê rizgar nebûm. Hin caran, hin kesayetan, an jî hin mijaran mirov bi bîranîn û serpêhatiyan nikare bîne ziman. Mizgîn kesayetek wisa bû ku mirov hemu hêz û taqeta xwe ya felsefî, wîcdanî û hemû hucreyên xwe yên mirovtiyê bikar bîne jî têra tenê aliyek ji teybetmendiya kesayeta wê ya şoreşger û jina kurd a resen nake.

Bi yek gotinê, mirov dikare bêje “Mizgîn, sedî sed bi felsefe ya şoreşa azadiyê xwe gihand û bi wê felsefeyê jî bû kehniya moral û nirxan”

Ji bîranînên hevala Mizgîn:

Mînaka rêhevaltiya hevala Mizgîn bê emsal in. Bi hevaltiya xwe ya germ û pêwendiya xwe ya zelal ji bo min mamoste û hosteya hevaltiya resen ya tevgera me ye. Mîna ku di çapemenî û gelek munesebetan de jî min aniye ziman, terza hevala Mizgîn hîma şêwaza wê ya ku ji terbiya Serok Apo girtibû.  ji bo wê, dixwest têkliya bi her hevalê mêr re li ser hîma felsefa Rêber Apo be. Ji bilî vê rastiyê bi zelaltiya peywendiyên xwe qet bandorek cuda û çewt li ser hevalên xwe nedihêşt.

Di gulana 1986’an de li Parisê 22 rojan di nexweşxaneyê de bûm. Her roj bi rêya telefonê agahiyên tenduristiya min ji min digirt. Mebesta wê ew bû ku hem min hînî çanda hevaltiya resen bike hem jî wezîfeya xwe ya berpirsiyariyê bi cih bîne.

Di gulan a1987’an de piştî amedekariyeke dûvdirêj me dest bi xebata du albuman kiri bû. Albuma ji bo bîranîna Egîd “Ey Botan” û Koma Berxwedan 4 “Gula Cîhanê” ji bo Mizgînê ew xebata me ya hevbeş ya dawî bû.  Gelekî bi kelecan bû. Nirxandinên bi wate û bi sûd dihatin pêşxistin. Nêzkê heyvekê em di studio de xebitîn. Hevala Mizgîn him berpirsiyar bû him jî ji li aboriya saziyê dinêhirî.  Di xebatên studyoyê de dayîka nanpêj û dayîka morala me bû. Di nava hoyên bêderfetî de bîr û bawerî, rêz û rêhevaltî dibûn moral û derfetên watedar. Ji hemû muzîkjen û xebatkarên studyoyê re rojê du caran me xwarin peyda dikir. Wan xwerinên germ dixwarin me jî ya xwarina ku ji ber wan dima dixwar. Heke xwarin tune bûya me bi kartolan ( patet ) îdare dikir. Lê belê kêf û morala me di asta herî bilindebû.

Di tomarkirina strana “Lê Dayê Bese Menale” de hevala Mizgîn tim got: “dengê min lewaz maye ka ez dubare bixwînim”

Me bi pêkenokî jê re digot:

“Heval ji ber ku te kertolên van Almanan zêde xwarine êdî kertolan jî dengê te xwariye”

Henek û leqirdiyên me heroj hêza me û moralê me bilind dikir.

Ji ber ku komeleya me hatibû girtin em bê cîh û war mabûn. Lewre me nedixwest bibe êvar.

Qet ji bîra min naçe, di dawiya encamdayîna xebata albûmê de min master a albumê anî û me bi hev re guhdar kir. Strana “Rakin Egîdê Me Rakin” guhdar kir û bêyê ku balê bikşînê  ( bi dizî ) min dît ku waye rondikê çavên xwe paqiş dike. Li min zîvirî û  bi kelecen got: “… heval, me berhemeke dîrokî afirand. Tu dizanî Serok guhdarî bike wê sedî sed tiştekî bibbêje…”

Di dawiya havîna 1987’an de li ser rêxistina me ya ewropa êrîşên giran rû didan.

Her wiha di nava rêxistinê de alozî û xebatên biguman bipêş diketin. Di wan êrîşan de hevala Mizgîn û saziya me hedefên destpêkê bûn. Tevî ku xebata me ji aliyê fîzîkî ve bi kêmasî bû jî armancên êrîşkeran bê encam diman. Lê belê di encama wan êrîşan de aloziyên tevizandin û tevliheviyê peyda kirin.

Di heman demê de ji ber hin berpirsiyariyên ku hevala Mizgîn di asta rêxistina europa yê de girtibûn ser milên xwe di demeke hesas de sazî û xebata me ya çandî hatibû îhmalkirin. Ev yek dibû sedema alozî û pirsgirêka navbera me û hevala Mizgîn.  Di wê demê de hevala Mizgîn li xwe mikur hat û got: “êdî min biryara xwe daye ku ez dest ji xebata hunerê bikşînim…”  Bi rastî jî piştî wan nîqaşên me yên giran min bawerkir ku hevala Mizgîn êdî nazîvre xebata berhemdayîna hunerî û hwd.

Bê guman dûrketina wê ya ji xebata hunerê bandorek neyênî li ser sazî û xebata me dikir. Pirsgirêkên hin hevalên din ên ku herdemê kesayetên xwe li ser xebata me ferzdikirin bi dûrketina hevala Mizgîn re wan hevalan ev yek weke fersendekê ji xwe re didîtin. Lê belê hetanî niha jî ji ber zihniyeta malbatperestî û tengezaryê wan hevalan nedikarîn valahiya hevala Mizgîn dagirin.

Di nava bîranînên hevala Mizgîn de, ji xisyetên wê bû, ku çavdêriya hemu xebatên me dikir, hêjî di arşîva min de, xebatên ku me destpêkiribûn û bi dawî nekiribûn hene!…

Di amedekariya berhema “Ey Botan” de me gelek proje û plansazî ji xwe re dikirin armanc. Hin xebatên cuda mijara nîqaşên me bûn. Lê belê weke ku li jorê jî me aniye ziman ji ber guhertinên wê demê hemu planên me jî bi wê pêvajoyê re wenda bûn.

Heke rojekê ji min hesab bixwazin û bêjin: ka te ji bo mizgîn çi afirand, te deynê xwe daye? Bê guman bersêva min têrê nake. Berdewama meşa di rêya armancên wê de tenê têrê bersîv dayinê nake. Lê ji bo afirandinê ezê dîsa bi heman hestên wê vê strana ku gelekî jê hezdikir û tê neghêşt ku bixwîne bixwînim.

Gulek sore ji rengê xwînê,
Dil şewitî ye, bi evînê.
Derd û xemên min li ser gelekin,
Bindestiyê kes nebîne.

Di gulana 1996’an de min xwest ji bo bîranîna Mizgîn a me bi dengê hevalek jin vê stranê belav bikim. Tevî hemu hewildanan û amedekariyeke nazik hevala me Zozanê got lê belê dîsa jî bi dilê me nebû. Di wê baweriyê de me ku layîqê hevala Mizgîn çênebû.

Teybetmendiyek din ya ji bîranînên hevala Mizgîn ku ez dibin bandora wê ya pîskolojîk de mayî me. Mizgîn heyva gulanê ye. weke ku girêdanek wê û heyva gulanê bi şêwazeke miterolojîk bi hev re hebe. Bi rastî wê gelekî ji navê heyva gulanê hezdikir. Ew di heyva gulanê de bi hest, moral û zindîbûna xwe mîna gulên biharê vedibû û geş dibû. Her wiha di heyva gulanê de jî derket asta Pakrewaniyê.

Axaftina me ya herî dawî di havîna 1988’an de li ser telefonê çêbû. Ez li Athenayê bûm. Min  amedekariya albuma Bagok dikir. Ji min pirsî, ka te çi amedekarî hene?

Min got va ye min tiştekî wisa amede kiriye ka fikra xwe li ser bêje.

Diçe adar, dibe nîsan, mizgînî li gulan,
Kehnî û robar diherkînin ava nûjiyan,
Şîndikin darên kevnar, giyan didin miriyan,
Hemî rêyên azadiyê tên ji Kurdistan….

Bi kelecan û dengekî bi bandor got: “dîsa gulan, gula û gulan ha …”

Got; “ka bêje te çend stran amede kirine? Ez jî ji saha Serokatiyê vegeriyam e û min 3 stranên nuh bixwe re anîne. Ka çend tiştên din jî hesabê min bike em îsal du berheman li ser berxwedana Bagokê û Şehîdên Newrozê biafirînin”

Êrê hevala Mizgîn, dizanim hemu rêyên dirêj têra kelecana meşa te ya ber bi Azadiyê ve nekir. Em deyndarê te û ya hemû pakrewanên vê dozê ne.

Li gorî baweriya min kesayeta hunermend ji çend sentezên civakî û ji pîvanên civakî pêk tê. Yanê divê kesayeta hunermend ya resen ne kesayetek esayî be. Pêwîste kesayeteke awarte bin û teybetmendiyan di nava xwe de bihewînin. Em ji kesayeta hevala Mizgîn hînbûn ku kesayeta exlaqî, zanyarî û galerî li nik teybetmendiya hunerî dikare di rêya hunera gel de bipêşkeve.

Yanî berevajî pêlên popilîzmê ku di vê serdema me de bi pêşdikevin û dibêjin: “ …em hunerê bi zanyarî û teknîkî baş fêrbûne, çi karê min bi exlaq û wîjdan û prênsîban heye?… ez tenê hunera xwe ji bo xwe çêbikim”  Kesayeta hevala Mizgîn em hîn kirin ku hunermendîtiya doza gelekî bindest û têkoşer encax bi kesayetek piralî û dewlemend dikare destkeftiyan bi dest bixe.

Ji bo min him bargiraniyeke him jî cihê rumet û qedirdayînê ye ku bi vê şehîda me ya mezin re gelek tişt û nirx parvekirine. Ez dizanim ku min nedikarî Mizgîna Şehîd, Mizgîna sembol, Mizgîna Jina azad, bi temamî bînim ziman. Dîsa dizanim ku min nedikarî bistek ji dewlemendiya kesayeta wê destnîşan bikim. Lê belê dizanim rê û armancên Mizgînê barê ser milên me hevalên wê ne.

Gulanên me jî ji rengê adarên me ne. Mîna ku rengê sor ji rengên biharên welatê me kêm be. Qasidên jiyana azad stranên zimanê netewa me me. Bi xwîna xwe reng dane biharên Mezepotamiya yê.  Bistek û gavek ji vê heyvê bêgiyan nehiştine. Hemû ji bo afirandina siberoja zarokên paşerojê tijî hêvî, tijî bext û mirad û tijî fedekarî bûn. Şehîdên Gulanê rûmeta mirovahiya me ne.

 

NIVÎSÊN MÎNA VÎ