Home HEMÛ NIVÎSJINÊN CIWAN Moralekî mezin di kampa jinên ciwan de

Moralekî mezin di kampa jinên ciwan de

by rcadmin
Jinên ciwan ji 21 heta 28’ê meha Kanûnê bi motivasyonekî mezin ji bo kampê bikin, kom bûn. Jinên ciwan ên ku temenê wan di navbera 13-30 salî bûn, bi atmosferekî xweş û bi zanebûna pêwîstiya têkoşîna li hemberî baviksalarî,  kampa xwe dan dest pê kirin. Her wiha semînerekî li ser çêkirina afîşan jî hat li dar xistin.

Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst ji her deverê Elmanyayê hatibûn, ji bo hefteyekî kamp çêkirin. Ji 21 heta 28ê meha Kanûnê jinên ciwan mijarên wekî Dîroka Gele Kurd, Dîroka Jinan, Civaka Zayendperestî, Şerê Taybet, Çapemeniya Azad û Jineolojî nîqaş kirin û bi awayekî afriner xebatên komê meşandin. Jinên ciwan jî bi taybetî lîstik dilîstin, aktîvîeyên sosyal dikirin, film temaşe dikirin û ji bo meşê diçûn li daristanê.Li ser dersa Civaka Zayendperestî li ser dema Neolîtîk, şikestina yekem a zayendî,  şikestina dûyem a zayendî û li ser şikestina sêyem a zayendî ya jinan (ango şoreşa jinê) nîqaşên ber fireh hate kirin. Bi awayî femkirinekî kûr li ser avabûna baviksalarî çêbû.

Bi heyecanek mezin jinên ciwan di dersa Şerê Taybet de karibûn aktîf li ser pirsên wekî: Şerê taybet cîye? Em çawa dikarin li himberî îdealên xweşikbûnê xwe biparêzin? dihiziriyan.

Di mijara Jineolojî de jinên ciwan qala dîroka xwe dikirin. Xuya dikir ku her jin dîroka xwe heye û tecrûbeyên jinan cûda bin jî bingeha wan dişibîne hev. Jinen ciwan jî  ji vê rastiyê hêzekî mezin digirtin.

Dawiya kampê jinên ciwan ji bo moralê wan bi coştir bibe, şahîya wekî şeva moralê li dar xistin. Di vê şevê de jinên ciwan şano lîstin, müzik guhdar kirin û govend girtin bi vî awayî bi kelecanekî mezin kampa xwe bi dawî kirin.

 

NIVÎSÊN MÎNA VÎ