Home HEMÛ NIVÎSÇAND & HUNER Niştiman Botan: “Festîvala Ciwanan dikare bibe bersiva vê demê“

Niştiman Botan: “Festîvala Ciwanan dikare bibe bersiva vê demê“

by rcadmin

Endamê komîteya amadekar ya Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan Niştiman Botan di reportajeke de qala amadekariyên festîvalê, giringiya çandê û xwedî derketina mîrasa 14’ê Tîrmehê dike.

Aktîvîstê Ciwanên Azad Niştiman Botan di xebatên amadekariyê yên festîvala ciwanan de cîh digire. Di reportajeke de Niştiman Botan agahî derheqê amadekariyên festîvalê dide. Wek ciwaneke Kurd ê ku li Ewrûpa mezin buye polîtikayên asîmîlekirinê, bersivdayîna pêvajoyê û maneya 14’ ê Tîrmehê dinirxîne.

“Hem festîvala ciwanan hem jî festîvala çandê ye“

Li ser pirsa: “Demekî ewqas dîrokî de festîvaleke wiha pêkanîn tê çi manê?“, Niştiman bersivekî wiha dide: “2018 sala berxwedaneke pir mezin e. Em jî dixwazin bi rihê berxwedana serdemê û rihê Mazlum Doğan festîvala xwe pêk bînin. Pêkanîna vê festîvalê kelecan û moraleke mezin di ciwanan de dide avakirin.“

Di axaftina xwe endamê komîteya amadekar bal dikşîne ser polîtikayên asîmîlekirinê di nav dilê moderniteya kapîtalîst, Ewrûpa: “Siyaseta asîmîlekirinê bi teybetî di şexsê ciwanan de pêk tê. Her ciwanekî ji çanda xwe, ji nasnameya xwe dûr dikeve. Her ciwan dema ku hemberî vê têkoşîneke nemeşîne wê helandineke cîddî pêk were. Festîvala me dibe bersivekî di cîh de û ji bo pêşaroja ciwanên ku li Ewrûpa jiyan dikin wê bibe bersiva ku ciwan xwe wenda nekin.“

Festîval wê bi rihê Mazlum Doğan û 14’ê Tîrmehê pêk were

Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan wê di dîrokekî giring de pêk were. 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd gelekî bi mane ye. Derheqê wê jî nirxandina Niştiman Botan wiha ye: “Şehîd Mazlum Doğan li 21’ê Adarê bi berxwedana xwe agirê Newrozê di zindana Diyarbekir de geş kir. Di 14’ê Tîrmehê çar hevalên wê – Kemal Pir, Mehmet Hayri Durmuş, Akif Yılmaz û Ali Çiçek wê berxwedanê berdewam kirin. Em vî rojê diyariya hem Şehîd Mazlum Doğan hem jî van çar hevalên şehîd dikin. Bi vê rihê, bi vê kelecanê em dixwazin festîvala xwe bidin pîroz kirin.

‘Ciwan wê serkeftinê bi hev re bidin jiyankirin’

Gerek her ciwanek bi rihê Şehîd Mazlum Doğan, bi rihê Berxwedana Serdemê tevlî festîval a 14’ê Tîrmehê bibe. Ciwan wê vê rihê bi hev re parvebikin, ciwan wê coşên xwe bi hev re par ve bikin û serkeftinê bi hev re bidin jiyankirin.“

Festîval wê bi şiyara “Li dijî faşîzm Serî Hilde, Serokatî Azad Bike“ li 14’ê Tîrmehê saet 10.00 li bajarê Hollanda Den Haagê destpêbike.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ

Şîrove Bişîne