Home HEMÛ NIVÎS Azadî di riya têkoşînê de derbas dibe – Kongreya Jinên Ciwan

Azadî di riya têkoşînê de derbas dibe – Kongreya Jinên Ciwan

by rcadmin
Jinên Ciwan ên enternasyonalîst û Kurd bi dirûşmeya “neye xapandin, azadî di riya têkoşînê de derbas dibe” di 25ê Çileyê 2020an de wê kongreya jinên ciwan li dar bixin.
Bi tevgereke nû û bi motivasiyonekî nû, jinên ciwan ên ku li Ewrûpa dijîn, bi daxwaza li dijî asîmîlasyonê (pişavtinê), baviksalarî û qirêjiya hawirdorê xwe bi rêxistin bikin kongreyek li dar dixin. Bi sedan jinên ciwan amadekariya xwe ji bo tevlîbûna Kongre ya ku li Darmstadtê pêk tê dimeşînin. Li Darmstadtê bi pêşengtiya jinên ciwan ên Kurd wê jinên ciwan li ser projeyên nû, perspektîvên fireh nîqaşan bikin.
Dirusmeyeke balkêş
Komîteya amedekarî ya kongreyê wateya hilbijartina dirûşme wiha diyar kir: “wekî jinên ciwan ên ku li Ewrûpa dijîn em di ferqa lîstikên modernîteya kapîtalîst in. Ji biçûkatiyê ve heta niha em bi asîmîlasyonê û bi rolên xelet re rû bi rû mane û bin bandora bindestiyê mezin bûne. Em zanin ku li pişt birikandina çiraya bajarên mezin, pişt rûya sexte û romatik ya hişmendiya zilamtî çi heye. Em zanin li pişt wan îdîalên qaşo modern hişmendiyeke çawa veşartiye.
Ji ber vê yekî em ji hemû jinên ciwan re bang dikin ku jiyana modernîteya kapîtalîst lêpirsîn bikin. Nehêlin ku modernîteya kapîtalîst we bixapîne. Azadiya sexte ya ku Ewrûpayê pêşkêşî me dike ji bilî bêdengkirina têkoşîna jinan tiştekî din nîne. Azadiyekê “hêsan“ teqez tineye!!! Berxwedan azadî ye. Pêwîst e em ji bo azadiyê serî hildin Em ji bo vê têkoşînê ji berê zêdetir amade ne! Ji ber vê yekî me ew dirûşmeyê hilbijart ku em dibêjin: “neye xapandin, azadî di riya têkoşînê de derbas dibe!”

Tevê wê daxûyanî, jinên ciwan afîşên kongrê par ve kirin:

NIVÎSÊN MÎNA VÎ