Home HEMÛ NIVÎSDÎMEN Peymana li ser Şengalê ya du meh berê, ji bo qirkirina Êzidxanê ye

Peymana li ser Şengalê ya du meh berê, ji bo qirkirina Êzidxanê ye

by rcadmin

Peymana li ser Şengalê ya du meh berê, ji bo qirkirina Êzidxanê ye. Yê ku di mijara Şengalê de bi hemû awayî û eşkere dijminatiya xwe bi rengekî eşkere dike PDK ye. PDK vîna xwe teslîmî Tirkiyeyê kiriye. Dema Şengal ji hêla DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin PDK wan bi qirkirinê re rû bi rû hişt û reviya. Ev jî nêzikbûna wan diyar dike.

Civaka Êzidxanê li welat û derveyî welat, bi taybetî li Şengalê li ser pêyan e û berxwedaneke mezin nîşan dide.
Bi taybet ê ku vê peymanê pûç bike berxwedana Şengalê ye.

Destkeftiyên Şengalê destkeftiyên tevahî jinan e. Wê bibe destkeftiyê gelê Kurd, Iraq û Başûr. Bi vî berxwedaniyê gelê Şengalê gihiştiye nirxê xwe.

Berdela wê çi dibe bila bibe wê civaka Şengalê bi xwe bawer, bêtirs û xof li mafê xwe xwedî derkeve û berxwedana xwe bike.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ