Home HEMÛ NIVÎSRÊBER APO Pirsgirêka Civakê ya Exlaq û Polîtîkayê

Pirsgirêka Civakê ya Exlaq û Polîtîkayê

by rcadmin

RÊBER APO

Haya min jê heye ku dabeşkirina pirsgirêkan dikare rê li ber tehlûkeyan veke, ji lewra divê mirov xwe jê dûr bigire. Zanista navend Ewrûpayê aqlê analîtîk bê sînor bi kar anî û ev rêbaz pêşde bir. Herçiqasî hin destketiyên vê rêbazê hebin jî di warê wendakirina yekparetiya heqîqetê de bi tehlûke ye û nabe mirov vê ji nedîtî ve bê. Bi şertê ku tehlûkeyên vê rêbazê yên em jê fikaran dikin timî li ber çavan bên girtin, tevî ku ez dizanim tehlûke heye ku wê pirsgirêka civakî weke ‘pirsgirêkan’ dabeş bike jî, ez ê bikaranîna vê rêbazê dewam bikim. Di beşa epîstemolojiyê de jî ez ê hewl bidim nêzîkatiyên cuda guftûgo bikim.
Me bêsedem di beşa pêşî ya pirsgirêkên civakî de cih neda desthilatdarî û dewletê. Ji ber ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan e. Amûr û têkiliyên desthilatdarî û dewletê berê pêşî xwe li ser civakê û ji sedsala 16. ve gelekî xwe di nava civakê de bi cih kirin. Di vê de fonksiyona wan a bingehîn ew e, civakê bê hêz bikin, bêparastin bihêlin û bi vî awayî wê ji mêtinkariya yekdestdariyê re amade bikin. Gelekî girîng e ku mirov rola desthilatdarî û dewletê bi vî awayî terîf bike. Mirov desthilatdarî û dewletê bi tenê weke tevahiya têkilî û amûrên zorê destnîşan bike têrê nake. Di terîfeke welê de kêmasiyên ciddî hene. Ez yeqîn dikim ku rola herî girîng a desthilatdarî û dewletê bêhêz û bêparastin hiştina civakê ye. Ji bo van rolên xwe bi cih bîne jî, berê xwe dide amûrên ‘hebûn’a civakê ango exlaq û polîtîkayê. Timî van çaviyên civakê qels dike û dihêle ku nikaribin bixebitin û wer dike ku nikaribin bi rola xwe rabin. Ji ber ku civak du qadên xwe exlaq û polîtîkayê pêk neyîne, nikare hebûna xwe dewam bike.

Rola bingehîn a exlaq ew e, civakê bike xwedî rêzik û pîvanên pê karibe li ser piyan bimîne, wan bi cih bîne û pê hebûna xwe dewam bike. Civakeke rêzikên xwe yên hebûnê û hêza bi cihanîna wan ji dest dabe, ew tê wê maneyê ku ew civak veguheriye civaka heywanan û çawa bixwazin dikarin bi kar bînin û bikin mêtingeh. Rola polîtîkayê jî ew e, rêzik û pîvanên ji civakê bi xwe re hewce dikin tedarik bike û tevî vê, timî rê û rêbazên peydakirina hewcedariyên bingehîn ên maddî û zêhnî guftûgo bike û civakê bi biryar bike. Polîtîka civakî bi van sedemên bingehîn misêwa hêza guftûgo û biryarê pêşde dibe, pêşiyê li mejiyê civakê vedike û wê zindî dihêle; dike ku civak xwe bi xwe rêve bibe, karên xwe bi xwe bike, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û bi vî awayî qada herî bingehîn a hebûna xwe pêk tîne. Civaka bê polîtîka weke mirîşka serê wê hatibe jêkirin e, hê can nedaye, virde wirde diperpite. Rêya herî bi tesîr a bêkêrkirin û bêhêzkirina civakekê ew e, mirov wê ji POLÎTÎKA’yê mehrûm bike (Ji siyasetê bêpar bihêle, bi gotina Îslamî bêşerîet bihêle). Lewma polîtîka ji bo hebûna civakê bi xwe, ji bo pêdiviyên wê yên bingehîn ên maddî û manewî, organê mecbûrî yê guftûgokirin û biryarê ye. Ti rê bi qasî mehrûmhiştina civakê ji polîtîkayê bi tehlûke nîne û divê mirov xwe jê dûr bigire.

Ji ber vê sedemê, amûrên desthilatdarî û dewletê, û têkiliyên wan, di tevahiya dîrokê de, di dereceya pêşî de li şûna exlaqê civakê saziya bi navê ‘huqûqê’, li şûna polîtîkayê jî saziya bi navê îdareya ‘dewletê’ bi cih kirine. Di her demê de wezîfeya bingehîn a desthilatdarî û dewletan ew bû, civakê ji du hêzên wê mehrûm bikin ango wê ji hêzên wê yên exlaq û polîtîkayê dikin û li şûna van herdu hêzên bingehîn ên bi rola stratejiya hebûnê radibin îdareya hukimranî û huqûqê datînin. Ev herdu wezîfe nebin, daneheva sermayeyê û yekdestdariyên mêtinkariyê jî nabin. Tevahiya rûpelên dîroka şaristaniya pênc hezar salî bi şikandina hêza exlaqî û polîtîk a civakê û li şûna wan bi cihkirina îdare û huqûqa yekdestdariyan tijî ye. Dîroka şaristaniyê bi sedemên xwe yên rastî û li ber çavan wisa ye, û rast nivîsandina wê bi tenê bi van sedeman dikare maneyê îfade bike. Di cewherê tevahiya pevçûnên civakî yên dîrokê de ev rastî veşartî ye. Civak ê bi exlaq û polîtîka xwe bijî, yan jî wê li gorî îdare û huqûqa yekdestdariyên mêtinkar ên har weke keriyan bijî? Dema ez dibêjim çavkaniya sereke ya pirsgirêkan îdare û huqûqa desthilatdarî û dewletê ya dûrî aqilan bi awayekî ‘kansêrolojîk mezin dibe’ ye, ez dixwazim vê rastiyê îfade bikim.

Xusûseke din heye ku em rave bikin feyda xwe heye. Wexta ku cara pêşî hiyerarşî hat damezrandin û kengî ji bo civakê di warê ‘tecrûbe’ û ‘pisportiyê’ de girîng bû, em çi navî lê bikin ferq nake, çi dewlet çi jî otorîte, jê li benda feydeyê ne. Eger civakê dewlet û otorîte (desthilatdarî) bi tevahî neyênî nekiribe, sedema vê ev herdu bendewariyên sûdgirtinê ne. Ango ji dewlet û otorîteyê li benda tecrûbe û pisportiyê ye, û bawer dike ku bi vî awayî wê karûbarên wî hêsantir bibin. Ji ber van herdu sedemên girîng civakê xwe li hebûna dewletê ragirtiye. Tecrûbe li cem her kesî peyda nabe. Pisportî jî karê her kesî nîne. Lê otorîte û dewletê, tevahiya dîrokê ev herdu bendewariyên mafdar îstîsmar kirin, û bûn cihê bêkêrên herî bê tecrûbe û kesên ji pisportiyê mehrûm. Bi vî awayî di qada otorîte û dewletê de li şûna huqûqê dekûdolabê, li şûna tecrûbeyê awaretiyê cih girt. Felaket û rizîna mezin ji nêz ve têkiliya xwe bi vê berepaşkirina mezin a rastiyan û jirêderxistinê re heye.
Bûrjûwaziya ku di dîrokê de nexasim bi awayekî kanserolojîk pêşketina çîna navîn îfade dike, li şûna navîna civakê li ser ‘navika wê’ rûnişt û berjewendiyên xwe yên herî egoîst weke ‘huqûqê’, rêveberiya xwe ya herî bêesil jî weke ‘îdareya destûra bingehîn’ pêşkêş kir. Ji bo vê jî desthilatdarî û dewlet weke ‘amûrên’ sînornenas pêşkêş kirin û ew weke qadên qaşo ‘pisportiyê’ dabeş kirin û bi vî awayî zêdekirina wan tam veguherî felaketekê. Lewma mirov dikare bibêje, civaka xwest ji baranê bireve li zîpikê qelibiye. Lîberalîzm şêweyekî fikirînê yê bûrjûwaziyê ye. Mîna ava bin kayê dimeşe. Ji lewra guftûgoyên wê yên bê sînor li ser ‘cumhûriyet’, ‘demokrasî’, ‘destûra bingehîn’, ‘piçûkkirina îdareyê’, ‘bi sînorkirina desthilatdarî û dewletê’ bi qasî ku ser rastiyan digirin, mirov dikare wan weke îfadeyên bi maneyên berevajî barkirî jî binirxîne. Çîna navîn a bûrjûwa bi qasî serdema antîk jî jêhatî nîne ku destûra bingehîn, cumhûriyet û demokrasiyê pêşde bibe, îdareyê piçûk bike, desthilatdarî û dewletê bisînor bike. Ji ber ku yê ev têgînên biesil bêkêrkirine avahiya maddî ya çîna navîn e, şêwazê wê yê hebûnê ye. Civakê xanedanek, qralekî serdemên pêşî bi zor û zehmetî radikir, îcar wê xanedantî û amûrên bûrjûwayê yên sînornenas çawa rake, hilgire? Ez bi zanîn têgînên ‘malbata bûrjûwa û xanedan’ bi kar tînim. Ji ber ku ji heman çavkaniyê tên. Bûrjûwaziyê tevahiya hunerê rêzikan û rêveberiyê ji hêzên beriya xwe ji hêzên arîstokrasiyên esilzade yên mezin û qralan devşîrme kirine. Bi xwe jê nayê biafirîne. Ji vê xwezaya wê ya çînî, têkiliyên desthilatdarî û dewletê bandoreke kansêrolojîk di nava civakê de dikin. Xwezaya çîna navîn bi faşîzmê barkirî ye.

Ji lewra yek ji pirsgirêka sereke ew e, çaviyên siyasî (polîtîk) û exlaqî yên civakê kotrimî dikin û dihêlin ku nikaribin bixebitin. Bêguman qad, komik û çaviyên exlaqî û polîtîk ên civakê bi tevahî nikarin bêne tinekirin. Heta ku civak hebe, wê exlaq û polîtîka jî hebin. Lê ji ber ku desthilatdarî û dewlet ji qadeke pisportî û tecrûbeyê derdikevin, têne derxistin, jêhatîbûna xwe ya afirîner û kêrhatî nikare bi cih bîne. Di roja me ya îro de têkilî û amûrên desthilatdarî û dewletê (medya, yekîtiyên operasyonel ên îstîxbarat û taybetîkirinê, doktirînên îdeolojîk û hwd.) mîna avê heta bi çaviyên herî hûr ên civakê çizirîne, gelekî eşkere ye; kirine ku civak bêhnçikandî bibe, xwe nas neke, nikaribe ti rêzik û pîvaneke xwe ya exlaqî bi cih bîne, nikare ji bo pêdiviyên xwe yên herî bingehîn guftûgo bike û nikare ji bo xwe biryarê bide (siyaseta demokratîk bike). Dîsa di roja me ya îro de ‘şîrketên global’ gelekî têne guftûgokirin. Ev şîrketên ku hêzên rastî yên hukimraniyê ne, ango yekdestdariyên ‘ezel-ebed’ di vê demê de bi awayekî di dîrokê de nehatibe dîtin sermayeya herî mezin danehev û ev jî ji nêz ve têkiliya xwe bi vê rewşa civak ketiyê, heye. Heta ku civak bi vî awayî nehatiba xistin û jihevbelavkirin, bi ewqas rêyên feraziye ango bi rêyên destê xwe nede ti amûrekî hilberînê, bi pereyan bi destxistina pereyan wê pêk nehatiba. Yekdestdariyan di tevahiya dîrokê hemûyî de yên bi destxistine û di roja me ya îro de bi ev çend hecmekî mezin ji hewayê bi destxistine, eger civak ji hebûna wê nekiribana, pişta wê neşikandibana û mejiyê wê pûç nekiribana, ev bi destxistin wê pêk nehatiba. Ji ber ku “Li hewayê pere tineye!”

Ez divê neçar dubare bikim ku bi tenê têkilî û amûrên desthilatdarî û dewletê yên bê sînor hatine zêdekirin civakê naxin vê rewşê; herî kêm bi qasî van bi bandor çavkaniya din a hegemoniyayê medya heye. Bi rêya wê civak ji aliyê îdeolojîk ve tê fetihkirin. Heta ku civak bi milliyetgirî, dîndarîtî, cinsiyetparêzî, zanistperestî û hunerperestiyê (huner, nexasim îndustrîkirina sporê) ji rê neyê derxistin û sergêjkirin, bi tenê bi têkilî û amûrên desthilatdarî û dewletê evqasî nayê xistin; her weha şîrketên ferazî yên global (kapîtala fînansî, mebest jê pere-sermaye ye) û yekdestdariyên dîrokî bi awayekî qira civakê bînin, nikarin civakê ji civakbûnê derxin û li mêtinkariya sînornenas vekin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ