Home HEMÛ NIVÎS Pirsgirêka Şoreşê Ya Civaka Rojhilata Navîn

Pirsgirêka Şoreşê Ya Civaka Rojhilata Navîn

by rcadmin

Şoreşên Rojhilata Navîn eger ne li gorî qalibên modernîteya kapîtalîst, belê li gorî nirxên xwe yên dîrokî rabûn û bi zanista aktuel re bûn yek, şensê wan ê serketinê mumkîn e ku hebe.

Pirsgirêkên civakî, yên me hewl da di vê çarçoveyê de şemaya wan pêşkêş bikin, bêguman mirov fêhm dike ka çima bi tevahî bi pirsgirêka şoreşê ve tên girêdan. Ez ê hewl bidim şoreşê cihê bi nav bikim û bidim naskirin. Dîroka şaristaniyê ya Rojhilata Navîn ji aliyekî ve mirov dikare weke dîroka dij-şoreşê şîrove bike. Li beramberî çi dij-şoreş? Li dijî tevahiya hêmanên civakî yên li der-veyî sîstema şaristaniyê têne hiştin, dij-şoreşek. Li dijî jinê, ciwanan, civaka gund-cotkariyê, eşîr û qebîleyên koçer, ehlê mezheb û baweriyên veşartî, û kolekiriyan, dij-şoreşek. Şaristanî ji bo hêzên xwe yên berjewendiyê şoreş an jî nîzamekî nû ye, lê ji bo hêzên dij-berî wê, talan û dij-şoreşeke nû ye. Ji bo min jî maneya şoreşê ev e: sîstema şaristaniyê timî qad û kirinên civaka exlaqî, polîtîk û de-mokratîk tengav kirine, ji nû ve û bi awayekî hê berfirehtir paşve-dayîn an jî lêvegerandina van xisletên civakê, şoreş e. Ji bo şoreş-gerekî sosyalîst ê Marksîst şoreş ‘civaka sosyalîst’ e. Ji bo şoreşge-rekî Îslamî ‘civaka Îslamî’ ye. Ji bo bûrjûwayê jî ‘civaka lîberal’ e.

Ya rastî civakên bi vî awayî tinene. Ev bi tenê binavkirin in: çawa ku di Serdema Navîn de jî wisa bû. Mirov etîketeke îdeolojîk bi civakan ve ke, civak naveroka xwe naguherin. Mînak piştî hilweşîna Sovyetê pirr baş hat fêhmkirin ku di navbera mirovekî sosyalîst ê Sovyetê û mirovekî lîberal ê Ewrûpayê de cudahiyeke zêde nîne. Di navbera Misilman û Xirîstiyanekî de jî cudahiyên ji ber dîn hene, bandora wan li ser jiyanê zêde cuzî ye. Eger civak ê ji aliyê naverokê ve ji hev bêne cihêkirin, ev yek bi tenê li ser hîmê binavkirina civaka polîtîk, exlaqî û demokratîk dikare pêk were. Me hewl da bû vê binavkirinê terîf bikin. Mirov cudahiyên bi kok, dikare bi van têgîn û diyardeyên, wan nîşan didin, bi awayekî hê rastî diyar bike. Bêgu-man civakên exlaqî, polîtîk û demokratîk hê xwedî derfet û îmkanên bi jiyaneke azad û wekhev bi tamijin. Yên bixwazin dikarin ji vê re civaka sosyalîst jî bibêjin.

Şîroveyeke rastî ya civaka Rojhilata Navîn, di warê tespîtkirina xisletên exlaqî, polîtîk û demokratîk ên şoreşa divê pêk bê de, zeh-metiyê nakişîne. Rewşa tevahiya îdeolojiyên modernîst û rêûresmî yên hatine ceribandin, mirov dikare ji bûyerên kirine pirsgirêk, fêhm bike. Ev encam, bivê nevê rastiya demokrasiya exlaqî û polîtîk piştrast dikin. Siyaseta bê demokrasî, ango civaka ji exlaq jî mehrûm pirsgirêka wê ya bingehîn a şoreşê, bi destxistina van xisletan e. Kengî pirsgirêka şoreşê li ser vî hîmî hat danîn, bernameya siyasî, çeperên taktîk û stratejîk û gavên pratîk ên rast jî wê li gorî vê bêne diyarkirin. Têgihiştineke şoreşê ya bi vî şêwazî, ji helwestên şoreşê yên Îslamî, sosyalîst û milletgir gelekî cuda ne. Ev helwest di nava modernîteya kapîtalîst de li gorî tehlîla dawî, nemaze bi dewleta netewe bi encam dibin. Modernîteya kapîtalîst jî amûrê çareseriya pirsgirêkan nîne, amûrê mezinkirin û belavkirina pirsgirêkan li tevahiya civakê ye.

Berevajî, şoreş çiqasî di qadên exlaqî, polîtîk û demokratîk de rêya li ber xwe bikudîne, wê ji modernîteyê dûr bikeve û wê dest pê bike modernîteya demokratîk berçav bike, pêşde bibe. Girîng e ku mirov der barê pirsgirêka şoreşê de cudahiyeke din di şêwazê jiyan û çalakiyê de diyar bike. Helwestên li ser xeteke rast çiqasî şaş bin, zêde ji hevkirina teorî-pratîkê jî wê mirov ber bi çalakiyên şaş û çewt ve bibe. Divê baş bê zanîn ku ji bo berî û paşê şoreşê şêweyên jiyanê yên cihê tinene. Nexasim ev ji bo şoreşgerekî/ê wisa ye. Mirov xwe bi teoriyê gurçûpêç bike, dibe mirovê çalakiyê. Ji kesê/a xisletên exlaqî, polîtîk û demokratîk di jiyana xwe ya rojane de bi gotin û çalakiyê nîşan nede, şoreşger nayê gotin. Kesên bi vî rengî, jiyaneke wan a mîlîtanwarî û şoreşgerane nabe. Her weha bi tenê bi berxwedaniyê, bi parastina civakê, mirov nabe çalakger. Eger bi avakirina civaka exlaqî, polîtîk û demokratîk re neke yek, her cure berxwedanî û şerê xweparastinê şensê xwe yê serketina mayînde nîne. Pirsgirêkên civakê çawa yekpare ne, divê şoreş û şoreşger jî di tevahiya gotin û çalakiyên xwe de bernameya siyasî, plansaziya taktîk û stratejîk di zikhev de pêk bîne. Hînbûyîna jiyanê yekpare ye. Divê mirov yeqîn neke ku mirov dikare qonaxan ji hev qut bijî. Eger hewce dike ku em ji hin mînakên dîrokî dersê bigirin, mirov dikare têra xwe ji mînakên Zerdeşt, Mûsa, Îsa û Muhemmed hîn bibe û dersan bigire. Mînakên em behsa wan dikin, ji bo şoreş û şoreşgerên civaka Rojhilat Navîn ji beriya hezar salan ve me hişyar dikin ku divê mirov çawa bi tevahî rahêje meseleyan, bi tempoyeke çawa bimeşe, çawa bi pratîk û pîvan be. Şoreşên Rojhilata Navîn eger ne li gorî qalibên modernîteya kapîtalîst, belê li gorî nirxên xwe yên dîrokî rabûn û bi zanista aktuel re bûn yek, şensê wan ê serketinê mumkîn e ku hebe.

Weke encam mirov dikare pêxîrtengî û pirsgirêkên civaka Rojhi-lata Navîn di sê qonaxan de xulase bîne ziman. Qonaxa yekemîn, di salên 3500 B.Z. de bi xanedan, hiyerarşî, bajar, dewlet û diyardeya çînî yên ku hebûna xwe baş diyar kirine li dora sîstema şaristaniya navendî pêş ketine. Bi vî awayî sîstema şaristaniya navendî mezin û xurt bûye. Ev sîstem çavkaniya pirsgirêkên civakî ye. Ji derve bi sîstema qebîleyan, ji hundir ve jî bi sîstemên dînî yên Brahîmî û Zerdeştî ji bo bersivdanê hewldan çêbûne. Qonaxa duyemîn, sîstema şaristaniya navendî gava xwe ya dawî bi şaristaniya Îslamê avêt û ber bi salên 1200’î ve li dijî pirsgirêkên ketin serhevdu hewldana Ronesansê ket rojevê, lê ji ber ku ev hewldan tam bi serneket û pêşengî bi destê gavavêtinên şaristaniya bajêr a li Nîvgirava Îtalyayê berda, vê yekê hişt ku pêxîrtengî û pirsgirêk bikevin pêvajoyekê têde girantir bibin.

Qonaxa sêyemîn a ber bi roja me ya îro ve di bin navê ‘Pirsgirêka Şerqê’ de tê, kengî sîstema şaristaniya navendî ya Ewrûpayê hege-monya kir destê xwe û berê xwe da herêmê, ji salên 1800’î ve dest pê kir. Lêgerînên çareseriyê yên modernîst û kevneşop ên xwe disipêrin modernîteya kapîtalîst jî bi girantirkirina pirsigirêkan bi encam bûne; rê li ber neyêniyên welê vekirine, rewş gihandine ber krîz, qirkirin û întîharan.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ

Şîrove Bişîne