Home HEMÛ NIVÎSQUNCIKNIVÎS PKK gel e, gel li her deverê ye

PKK gel e, gel li her deverê ye

by rcadmin

PKK gel e û gel li her deverê ye. PKK êdî ne tenê gelê Kurd e. PKK mirovahiya azadîxwaz e ku li ber dagirkeriyê li ber xwe dide. Ji ber vê yekê li deverên ku PKK’î nînin, li deverên ku Kurd bi xwe nînin alên PKK’ê bilind dibin.

ANF

Li Bûdapeşteyê meşeke mezin pêk hat ku tê de alên PKK’ê hatin hildan. Macarên ku hem desthilatdariya heyî ya Macar hem jî faşîstê Tirk Erdogan ê hov qebûl nakin çalakiya şermezarkirinê kirin.

Ji bo Macaran têkoşîna demokrasiyê ya li welatê wan û têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd bûne yek. Bi wateyeke din, têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan hemûyan re bûye yek. Ev rewş li DYE’yê jî wiha ye, li Elmanyayê jî. Berxwedana Rojava serdemeke nû ya civakî ya bêhempa ispat kir ku xwecihî di heman demê de gerdûnî ye.

Pisporên ‘terorê’ bila têra xwe bipirsin ku li ‘Bûdapeşteyê jî terorî hene yan na’, divê wateya vê meşê bê nirxandin.

Ya yekemîn; PKK gel e û gel li her deverê ye. PKK êdî ne tenê gelê Kurd e. PKK mirovahiya azadîxwaz e ku li ber dagirkeriyê li ber xwe dide. Ji ber vê yekê li deverên ku PKK’î nînin, li deverên ku Kurd bi xwe nînin alên PKK’ê bilind dibin.

Ya duyemîn; Erdogan ku serkêşiyê ji desthilatdariya Tirk a faşîst re dike, ji Rojava li hêviya serketinên nû bû ku ji bo qirkirina Kurdan êriş dike. Lê li Macaristanê ala PKK’ê derket hemberî wî. Mirov dikarin bêjin ku gelên dinyayê referandûma neteweya demokratîk a PKK’ê û Rêber Apo didomînin.

Bi vê wesîleyê hate dîtin ku PKK çiqasî li nava mirovahiyê tê naskirin, çiqasî tê qebûlkirin û gelê Kurd ku civakeke ne xwedî dewlet e, xwedî rewatiyê ye. Rastiya PKK’ê ya gel xwe gihand tevahiya gelê Kurd. PKK’ê xwe gihand gelên dinyayê hemûyan û dinya li PKK’ê bû xwedî.

Di rewşeke wiha ya dinyayê de gelo nêzîkatiya rayedar û partiyên siyasî yên li Kurdistanê bi çi rengî ye? Mînak; rêveberiya Başûr bi israr dibêje ku Rojava ji ber nêzî PKK’ê ye dibe hedefa êrişê. Divê rêveberiya Başûr di çarçoveya berxwedana Rojava de careke din li rastiya gelê Kurd binere û bibîne ku hebûna bi rengê civakî tenê bi netewebûnê dibe. Yên li Macaristanê ala PKK’ê hildan Kurd nebûn. Di rewşeke wiha de gelo nirxandineke bi vî rengî ya partiyên Kurdan tê çi wateyê? PKK tevî ku partiyeke bi pêşengiya îdeolojîk tevdigere, di heman demê de nîşaneya netewebûna gelê Kurd e. Nîşaneya hebûna gelê Kurd û bicihbûna li nava mirovahiyê ye. PKK li her deverê ye, li Bûdapeşteyê ye, li Arjantînê ye, li Polonyayê ye. PKK li Hewlêrê ye, li Stenbolê ye, li Merîwanê ye, li Sûrê ye, li Cizîrê ye, li Serhedê ye, li Dersimê ye, li Kobanê ye û bêguman li Serêkaniyê ye. PKK li Girkê Legê ye. Eger ne bi vî rengî bûya wê Serxwebûn ê ciwan li refên pêş ên koma kevir diavêt panzeran bibûya hedefa fîşekan? PKK li her devera ku berxwedana gel lê ye. Kurdistanî ye û bi qasî ku Kurdistanî ye gerdûnî ye.

Careke din hate dîtin ku ti rêxistina nebe gel nikare xwedî li şoreşa Rojava derkeve û nikare li ber dagirkeriyê rabe. Bi qasî me Kurdan ji bo hêzên şoreşger çepgir ên Tirkiyeyî jî ev rewş derbas dibe. Pirsgirêka Rojava pişrsgirêka hebûna gelekî û bidestxistina azadiya civakî ye. Naxwe pirsgirêka Rojava ne ew pirsgirêke ku gelê ji ber dagirkeriyê neçar dimînin xaka xwe biterikînin li qada desthilatdariya xwe bicivîne û li kampan bi cih bike.

Rêveberiya Başûr ji bo Rojavayiyan ragihand ku wê kampan ava bike û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Mixabin Erdogan jî gelekî ev gotin bi kar anî ku bi gotina ‘Penaberên Sûriyeyî…’ dest pê dikir û daxuyaniyeke bi heman rengî dianî ser ziman. Ev helweset daxuyaniyeke dewleteke cuda ye, dewleteke serdest e. Hikumeta Başûr li şûna ku bicihkirina şêniyên Rojava yên ji ber dagirkeriyê ji warê xwe bûne li kampan nîqaş bike, divê rabûna li ber dagirkeriyê, geşkirina berxwedana li dijî dagirkeriyê û misogerkirina hebûna gelê Kurd, her wiha têkbirina dijminên Kurdan nîqaş bike. Nirxandinên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Kobanê ya di vê çarçoveyê de divê li ber çavan bên dîtin û nirxandin.

Armanca herî mezin a dewleta Tirk a faşîst ew e ku li qada êrişên dagirkeriyê demografiyê biguherîne. Gava destpêkê ya guhertina demografiyê jî derxistina Kurdan ji Rojava ye. Ne xema dagirkeran e ku Kurdên ji Rojava hatin derxistin li ku çawa bimînin. Gava duyemîn jî bicihkirina komên çete yên ne ji herêmê ne, bi taybetî jî yên talan û dagirkeriyê ye. Li dijî êrişeke wiha ya qirker û planên komployê, divê li şûna avakirina kampan li Başûr ji bo Kurdên Rojava û pesindana vê yekê divê rê û rêbazên rawestandina dagirkeriyê bên peydakirin. Gava destpêkê ya vê yekê jî pêkanîna konferansa ji bo yekîtiya neteweyî ye.

Kurdên ku niha li Rojava li ber xwe didin, şervan, jin, ciwan û gelê herêmê bi biryar in ku xaka xwe bikin ‘welat’. Lewma gotina, ‘li wê deverê nemirin, bên Başûr’ a ji gelekî bi vî rengî re xizmetê ji êrişên guhertina demografiyê yên sîstema qirker a Tirk re xizmetê dikin. Eger ev rêyeke rast bûya wê gel li hev kom nebûna û kevir li wesayitên Rûs û Tirk nebarandibûna. Eger ev rast bûya Serxwebûn Elî wê li Rojava li ber xwe nedabûya û di vê oxirê de canê xwe feda nekiribûya. Lê belê Serxwebûn di çalakiya şermezarkirina dagirkeriyê de canê xwe feda kir. Serxwebûn bû berdêla çareseriyeke ji bilî serxwebûnê nîne ya li Rojava. Divê her kes bi rêzdarî nêzî vê berxwedanê, vê çalakiyê û vê fedayitiyê bibin û li gorî wê tevbigerin.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ