Home HEMÛ NIVÎSDÎROK Rindexanan ber bi Bêrîtanan lehengiya jinên Kurd

Rindexanan ber bi Bêrîtanan lehengiya jinên Kurd

by rcadmin

DEŞTÎ AMED

Dîroka Kurdan bi mêrxasî û lehengiyên xwe tê nasîn. Heta mirov dikare bêje ku lehengî û xiyanet, di dîroka Kurdan de her dem di nava diyalektîkek de pêk hatiye. Wekî nimûne ev di Dîroka Heredot de cîhek xwe yê taybet girtiye. Ev êgîdî hem ji bo mêr û hem jinên Kurd wisa ye. Di şeran de, di tanzîmkirina jiyanê de, di aboriyê de erka mêr û jin ji hev û din kêmtir nebûye. Ji ber vê yekê pêşengên Kurdan gotin “Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e”. Li gorî gelên din jinên Kurd herî zêde cewherê xwe yê neolîtîk parastine. Çanda xwedewend a ku jiyanê diyar dike, hê jî li her qada jiyanê didome. Bi taybetî mirov dikare vî rastî di roja me ya îro de li gundan û di kevneşopan de bibîne.
Li gorî netewên din, netewa Kurd zêde xwe tevlî şaristaniyê nekiriye. Kurdan di dîrokê de bi navê Hûriyan têne naskirin û di herîkandina dîrokê de, di nava hezaran salan de, bi navê Gûtî, Mîtanî, Naîrî, Hîtît, Ûrartû û Medan berdewam kirine.

Jina Kurd: Dîrokê de heta îro pêşeng e

Di dîroka Kurdan de jinên Kurd, xwedî erk bûne û cewherê xwe heta roja me ya îro parastine. Di roja me ya îro de jî pêşengtiya jiyana azad dikin. Niha jî, dema em îro dinêrin, em dibînin ku jinên Kurd bi Tevgera Azadiyê re bûn xwedî vînek û bûn navê azadiyê. Vi vê awayî jî mîrasa kevneşop ya jinê dîsa didin jiyan kirin. Di pêşengtiya Rêber APO de jinên Kurd doza xwe her roj bi hêztir kirin û îro jî bixwe bûne partî û rêxistinên xwe ava kirine. Ev pêvajo di encama, kuştin, êşkence, zilm û zorê û bi dayîna hezaran şehîdên jin hat bidestxistin. Ji ber vê berxwedaniyê îro jinên Kurd di şervanî de, di siyatsetmedarariyê de, di çalakvaniyê de, di hunermendiyê de, di rêveberiyê de cîh digirin û ji jinên cîhanê re dibin hêvî. Îro di çalakiyan de li gorî erk û cewhera xwe, jinên Kurd li herî pêş in, ji bo azadiyê dimeşin û li hemberî êrîşên dijmin dibin mertal. Ev ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Ewropayê jî wisa ye.
Di dîroka lehengî û pêşengtiya jinên Kurd de, Leyla Qasim û Rindexana Mala Eliyê Ûnis; di warê hunermendiyê de Meyremxan, Eyşe Şan tê hişê mirov. Ji bo nimûne dema ku Leyla Qasim bê darizandin, gotina wê ya, “Ji ber ez canê xwe di reya Kurdistan de feda dikim kêfxweş û şanaz im…” di çanda lehengiya jina Kurd de pêngaveke dîrokî ye. Ev rewş di efsane, kilam û meselokên Kurdan de xwe dide der. Her dem cîhek pîroz a jinên Kurd heye û bi lehengî, bi diyarkirina jiyanê û bi kedkariya xwe hebûna xwe nîşan dide. Di hunerê de jî, di gel ol û feodalîzma wê demê, jinên hunermend ên wekî Meryemxan, Eyşe Şan, Belga Qado, Zadîna Şakir, Sûsika Simo, Fatma Îsa, Eslîka Qadir qîrîna jiyana azad bi kilamên xwe berz kirin û ev çand bi Şehîd Mizgîn, Şehîd Delîla û Şehîd Viyan Peyman berdewam kiriye.
Dîsa di dîroka serhildanên Kurdan de, di hêla şervaniya jina Kurd de yek ji mînakên herî balkêş mînaka Rindexanê ye. Selhildana jinan wekî Rindexan bi Bêrîtanan, Zîlanan, Semayan, Zeyneban, Azîmeyan, Hêlînan, Rotîndayan, Besêyan, Gulanan, Zekiyeyan, Ronahiyan, Sorxwînan, Rozayan, Gulbiharan, Nûdayan û bi sedan lehengên din berdewam kiriye. Şehîd Bêrîtan; ji bo ku nekeve destê dijmin, bi tilîlê xwe ji latan davêje. Çalakiya wê dibe çalakiya evîn û rûmetê. Ew di têkoşîna jina Kurd ya azad de dibe xetek. Îro jî her yek ji me, di vê xetê de neferekê wê ye û bi hêzekê mezin ew dişopîne. Pê re Zîlan, ewqas ku ji jiyanê hez dike di oxira wê de canê xwe feda dike û di mêjiyê dijmin de xwe diteqîne û helwesta xwe nîşan dide; dîsa Sema, xwe ji ariyên xwe dide afirandin û li dora Rojê ji agir xelekek ava dike…

Mala Eliyê Ûnis û Serhildana Sason

Li Kurdistanê piştî ku komara Tirkiyê ava dibe, li ser hev gelek serhildanên Kurd pêk tên, yek bi yek di demên kurt de têk diçin û Kurdan bi komkujiyan re rû bi rû dimînin. Di wan serhildanan pirsgirekekî wiha derdiketin: yan rêbertiyekê baş nayê kirin, eşîr û mîr hevgirtinekî pêwîst pêş naxin, yan jî bi xiyanetên hundirîn re rû bi rû dimînin.
Ji van serhildanan, Serhildana Mala Eliyê Ûnis şayanî pesndayînê ye. Ji ber ku rêxistinbûna Mala Eliyê Ûnis, ji eşîrtiyê wêdetir, wekî xanedan xwe bi rêxistin kiriye û di asta jor de xwedî yekîtî ne. Mala Eliyê Ûnis li herêma Xerzanê, piranî li Sasonê û li derdora Çiyayê Mereto dimîne û sînorên Mala Eliyê Ûnisê heta çemê Êlîhê (Batman) diçe. Wê demê gelek eşîrên din jî li herêmê hene. Eşîrên wekî Reşkotî, Pêncînarî û ji wan jî eşîra Cemîlê Çeto li wan derdoran ne. Eliyê Ûnis bixwe jî endamê tevgera Azadiyê ye û rêxistinên wê demê gelek pişta xwe bi Mala Eliyê Ûnis ve girê didin. Di dema serhildana Şêx Seîd de jî, erkeke mezin ji wan re tê terxankirin. Lê ji ber Serhildana Şêx Seîd ji dema ku hatiye diyarkirin zûtir destpêdike, alîkariya Mala Eliyê Ûnis ji serhildanê re çênabe. Jixwe piştre gelek eşîr bi kemalîstan re hevkarî dikin, piştî ku di pêşengtiya Seyîd Riza de serhildana Koçgirî têk diçe. Li hemberî vê yekê, Mala Eliyê Ûnis ti carî serî li hember kemalîstan natewînin.
Mala Eliyê Ûnis piştî ku serhildana Şêx Seîd sernakeve, di sala 1926’an de serî li hemberî kemalîstan radikin û bi ti awayî ne wan nas dikin û ne jî bac didin wan. Piştî ku kurê mezin ê Eliyê Ûnis Mihemet Elî dimire, di şûna wî de pêşengtiyê Evdirehmanê Elî dike û wekî Evdirehmanê Mala Eliyê Ûnis mohra xwe dîrokê dixe. Ev serhildan wekî Serhildana Sasonê jî tê binavkirin. Li hemberî vê, komara Tirkiyê agahî jê re dişîne û dide zanîn ku; ”Evdirehman Axa, di welatekî de 2 dewlet çênabin, yan tu yê hebî yan jî dewlet” Li hemberî vê Evdirehmanê Eliyê Ûnis îlan dike ku dewleta wan nas nake û wê li ber xwe bidin û wiha dibêje; “Yê we dewlet, paşa û generalên we hene, yê me jî xwedayê me û çiyayên me hene” û xwe vedikşîne Çiyayê Mereto û şer dide destpêkirinê. Heta salên 1934’an jî dewlet di her êrîşê de bin dikeve. Di vê navberê de Evdirehmanê Eliyê Ûnis, sîstema xwe ava dike, tê gotin ku wê demê pereyên xwe bi xwe çêdike, dîsa hewl dide hemû eşîrên Kurd di bin banê vê sîstemê de bi awayekî konfederal li hev bicivîne û kemalîstan ji Kurdistanê ve derxîne. Li hember vê di havîna sala 1935’an de qolordiya leşkerên komarê yên Amedê tên herêma Hezoyê. Li Deşta Dena çadirên xwe vedikin. Leşkerên herêma Sêrtê, Muşê, Çewligê, Mêrdînê û Bedlîsê jî yekser bi ser çiyayê Mereto û herêma Hezo ve digirin. Ji Farqînê heta Motkî, qada ziyaretê, Sason û Hezo, ji aliyê dewleta Tirk ve wekî Herêma Qedexe tê îlankirin.

A ku deng dide serhildanê: Rindexan

Li hemberî van êrîşan bi salan jin û mêrên Mala Eliyê Ûnis mil bi mil li dijî kemalîstan şer dikin. Yek ji wan jî keça Mihemedê Elî Rindexanê ye. Rindexan bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe li herêmê dibe efsane. Di vê navberê de her diçe şer gurtir dibe. Ji tekoşerên serhildanê birayê Rindexan Elî û bariziyê wê Mahmê Xelîl li çemê Êlîhê li Newala Qeremûsê di şerê bi leşkerên komarê de şehîd dikevin. Evdirehmanê Elî di wan salan de diçe binê xetê (Rojava) û cebilxaneya xwe ji wir temîn dike, ev berxwedaniyê bilindtir dike.
Di berdewamiya şer de, kemalîst bêhevî dimînin. Gelek caran hewl didin bi Evdirehmanê Elî re peyman mor bikin. Lê Evdirehmanê Elî tu carî bawerî bi wan nayne. Li hemberî vê leşkerên komarê bi reya eşîrên Kurd di sala 1937’an de êrîş dibin ser çiyayê Mereto. Malbatên ku li deşta Hezoyê ne heta Pira Malabadê belav bûne, ber xwe didin. Lê şerê herî mezin li çiyayê Mereto pêk tê. Eşîra Cemîlê Çeto hevkariya leşkeran dike. Tenê ew rê û erazî baş dizanin. Li hember vê Evdirehmanê Elî agahî ji Cemîlê Çeto re dişîne û wê gotina dîrokî ya li hemberî xiyanetê dibêje, “Ger em taştê bin, tu yê firavîn bî” Lê çavên xiyanetê kor e, şer gur dibe, balafir ji jor bombeyên bi gazên kîmyewî diavjêjin, li jêr jî koma Cemîlê Çeto û leşkerên komarê êrîşî ciwanan, kalan, pîran û zarokan dikin. Hema piraniya eşîrê tê kuştin. Qirkirinekî mezin pêk tê, hejmarek diyar nîn be jî, lê texrîben ji deh hezarî kes zêdetir tê kuştin.
Rindexanê ji destpêkê heta dawiya serhildanê şer, di rêza pêş de şer dike û bi xwe pêşengtiyê dike. Di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hemberî navdarî û xweşikbûna wê mat dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest biavêje Rindexanê. Di vê rewşa krîtîk de Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez li destê we de me, hûn bi her awayî xwedî teserûfa laşa min in. Encax ez nikarim li ser axa malbata xwe bi we re bikevim tekiliyê. Ger ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ez ê xwe bikujim” Li ser vê yekê fermandar pirs dike “ka sînorên axên bavê te li ku diqedin”. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Êlîhê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”.
Piştî ku fermandar qebûl dike, her dû jî dikevin rê û heta Pira Malabadê dimeşin. Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibêje “ez dixwazim herî dawîn li axa bavê xwe binêrim”. Fermandar destûr dide. Rindexan bi gavên giran davêje. Li ber xuşexuşe ava çemê Êlîhê, bi rihê serhildan û serxwebûnê, bi redkirina xiyanetê û acizbuyîna liser dijmin Rindexan qîr dike “ez ê bi keserê dilê xwe birindar bibim yan jî bimirim. Lê hun ti care nikarin min ji bo jiyanekî bê rûmet teslîm bigirin”. Piştî van gotinan Rindexan ji bo ku nebe dîlê dijmin xwe ji Pira Malabadê davêje hemêza çemê Êlîhê.
Gotinên wê yên dawî li Pira Malabadê, li deşta Qeremûsê û li çiyayê Mereto olan (eko) dide. Li gorî dengbêjan, tê gotin Rindexan, berî ku van gotinan gotiye xwe ji pirê avêtiye û li pey xwe helbesteke nîvco hiştiye…

NIVÎSÊN MÎNA VÎ