Home HEMÛ NIVÎSJINÊN CIWAN Ronahiya Rêbertî

Ronahiya Rêbertî

by rcadmin

AXÎN MAHÎR DİCLE

Dara dîrokî ya ku dîroke wê hatiye zuhakirin û nayê avdan di 4’ê Nisanê de dara dîrokê ji nu ve zindî dibe û şîn dibe, koka xwe hemû cîhanê de belav dike. Derketina Rebertî ji bo gelan,  bi taybetî ji bo gelê Kurd buye ronahiyek. Di tarîtiya şevê de wekî heyvekê li hemû cîhanê ronî dike.

Rebertî di zarokatiye xwe de her tim di nav lêkolînekê de bu û her tim meraq dikir ji bo jinê û ji bo gelê Kurd. Çima nikarin bibin xwedî nasname? Çima nikarin bi zimanê xwe biaxivin?Bi vê meraqê gihişt asta herî jor ku bikaribe tevgerekê avabike û azadiya jinê cihê xwe tê de digire. Di nava PKK’ê de milîtan fedaiyê civakê ne heta digihejin şehadetê jî dibêjin “An Serkeftin An Serkeftin”. PKK bi bi rastiya şehîdan gihiştiye vê astê. Rebertî hêviyek daye gelê Kurdistanê û ji koletiyê wan rizgar bike û wan xwedî nasname bike û çanda Kurdîtiyê vegerîne jiyanê. Rebertî ji bo jinanekê biafrîne li hember her cureyên dakirkeriyê sekinî, da ku bikaribe Kurdistanameya rengîn giran biha ji gelê Kurdistanê re rizgar bike.

Çarçoveya jiyana ku Rebertî afirandiye wekî çemekî her tim diherike û xwe nû dike. Tu kes nikare li hember vî çemî bisekine.

Ronahiya Rebertî ya ku da ye hemû cîhanê, hemû gel şiyar dike û ji xewa giran a ku ber bi mirinê ve diçu rizgar dike û wan dide femkirin ku ev ne jiyane. Ev xewa mirineye. Jiyana wekhevî da peşiya me. Rebertî zincîra koletî ya ku li ser Kurdan evqas sal hatiye meşandin dişkîne û ji holê radike.

Rebertî barê herî giran daye ser milê xwe û berbirsiyartiya wê hemû rakiriye em wekî milîtanên vê tevgerê ji bo vê barê li ser milê Rebertî rakin, pêwîste em xwe ji her milî ve  xurt bikin û teoşîne hîn bilind bikin û Kurdistanê ji bin destê dagirkeran rizgar bikin, keseyeta jina azad ava bikin. Li ser vî esasî 4’ê Nisanê bi Reberê xwe re di welatê xwe de pîroz bikin.

 

NIVÎSÊN MÎNA VÎ