Home HEMÛ NIVÎSŞEHÎD Jina kurd a bi dilek fedayî

Jina kurd a bi dilek fedayî

by rcadmin
SERHILDAN GARZAN

Di rojên dijwar ên gelê Kurd û mirovahiyê de fedayiyek derkeve holê û jiyanê ji serî heya binê ji nû ve biafirîne û pirsiyarek nû, deriyek nû ya têkoşînê veke ji te re.

Ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Jinparêz jî her dem wisa bûye. Bêrîkirina jiyana rast a jinê, bêrîkirina jiyîna wek jin a jinê, ew biriye ber bi çiyayên azad û jê re li çiyayên azad wêrekiya fedayîbûnê daye. Şehîd Zîlan bi pêşengiya xwe, bi keseyatiya xwe ya fermandarî re ciwanên Kurdistanê li pey xwe aniye ê bi çalakiya xwe ku ji jinan re nasnameyeke nû daye ve jî ji me re bedewiya jinên fedayî da naskirin. Şehîd Viyan, bi bersiva ku ji xiyanetê re daye ve, ji me re dilsozî û cehda têkoşînê ya jinan ji nû ve da nîşan. Şehîd Rehşan, ji me re mijara jina ku ji axa xwe qut bibe bêyî kokên xwe nikare bijî, vegot. Bi laşê xwe yê Newrozî ve, piştî sedan salan agir û jin kir yek. Û gelek jin, navên xwe ji dîrokê re wek artêşa jin a fedayî dan nivîsandin.

Li Bakurê Kurdistanê, di berxwedana xweseriyê ku hatiye jiyîn de, jinên ku bi fedayîyane şer kirin di şexsî Şehîd Serhildan Garzanê de carek din bûn fedayî. Serhildan, bi çalakiya xwe rexnedayîna gelê xwe û ciwanên Kurd da. Niha jî Şehîd Sema Koçer, dilsozî û baweriya wê bi qasî ku di nava dijmin biteqe mezin bûyî de, bi çalakiya xwe ya ku bûye bersiva heyamê, ji bo ku me ji xewa giran hişyar bike, bû canek fedayî. Diviyabû ku jin navenda civakê biba lê beravajî vê xistibûn nav qewareyan, bi desthilatdariyê ve hatibû lêxistin û ji xwe dûr ketibû. Wek raperîna jinên cîhanê, jinên PKKî serî hildan. Ne pîrhevok bûn ne jî xulam. Jin bûn û ji bo ku wek jin bijîn jî li hemberî desthilatdariyê şer dan destpêkirin. Ziman, cil û berg û çandên ku hatine qedexekirin, qedexekirina jinîtiya civakê bû. Jinên Kurd bîryar dan ku bibin fedayiyê civakê.

Ji bo ku wek jin bijîn, bîryar dan ku di riya fedayîtiyê ku bi agirê ve hatiye pêçandin de bi hev re bimeşin. Rêheval Sema jî yek ji van jinan e û ji bo ciwanên Kurd rexneya herî mezin kir. Ji bo nebesiyên me, bêçalakîbûna me, bêdengbûna me û ji bo ku em serên xwe ji axa ku me spartibû derxînin û hestên tolgirtinê geş bikin di riya me de bû ronahî, bû hêvî. Sema, ji nû ve bû serhildan li hemberî bêdengbûna me. Koçera çiyayan, di demeke bi hesreta welat dişewite de, di çiyayên ku ji gelê xwe yê birçiyê hêvî û azadiyê re ji bo ku azadiyê bîne çûye de , bû hêvî.

Sema jin bû,
Sema şoreşger bû,
Sema gerîla bû,
Sema fedayî bû,
Sema niha jî hêviya jinên Kurd,
Sema niha qêrîna bêdengiya me,
Sema niha Kurdistan,
Sema niha li çiyayan derwêşek,
Sema li Zîlanê keçek,
Sema di sala 1938an de jineke li ber kendal,
Sema di sala 1915an de jineke Ermen,
Sema li Şengalê jineke şervan,
Sema niha tolhildan, evîn, dîrok
Sema êdî em in!

NIVÎSÊN MÎNA VÎ