Home HEMÛ NIVÎSŞEHÎD Temenê wî biçûk lê xwedî têkoşîneke mezin bû

Temenê wî biçûk lê xwedî têkoşîneke mezin bû

by rcadmin

Halim Dener –

Berî 25 salan, ango di şeva 30’ê Hezîrana sala 1994’an de, ciwanê kurd ê bi navê Helîm Dener ji destê polîsê dewleta Elman, li bajarê Hannoverê hat kuştin. Helîm Dener ji ber pirsgirêkên siyasî wek penaber hatibû Elmanyayê. Sedema kuştina wî jî zeliqandina afîşên ala ERNK’ê a bi dîwaran ve bû. Di wê şevê de, di navenda bajarê Hannoverê de, ew ji aliyê polîsên sivîl ve hat kontrol kirin; Helîm li wê derê bû hedefa êrîşên dewleta Elman û hat qetilkirin. Emrê wî 16 salî bû, lê jiyana wî di nav qedexe, îşkence û penaberiyê de derbas bû. Jixwe herî dawî jî li xerîbiyê û di temenê xwe yê ciwan de hat şehîd xistin.

Di temeneke ciwan de tê binçav kirin û girtin

Helîm Dener di 23’ê Kanûna 1977’an de, li gundê Parcûkê ya girêdayî bajarê Genç a Çewlîgê (Bakûrê Kurdistan) tê dinyayê. Gundê ku lê ji dayîk bûyî wek 4500 gundên din ên Bakûrê Kurdistanê, di şerê dewleta Tirk a li dijî gerîlayên PKK’ê de, di salên 90’î de dibe hedefa dewleta Tirk û tê talan kirin û şewitandin. Halîm bi xwe jî ji ber sedema xebatên siyasî yên ji bo Tevgera Azadiyê tê binçavkirin û hefteyekê di bin işkenceyê de dimîne. Di wê demê de her kesa/ê ku digot “ez Kurd im“ û ji bo daxwaza mafên xwe yê nasnameyê xebat dikir, li gor dewleta Tirk a faşîst wek terorîst dihat bi nav kirin û rastê şikenceyên giran dihat.

Piştî ku Helîm tê berdan şûnde, ji bo ku careke din neyê girtin û wê zilm û zordariyê nebîne, biryara xwe a derketina derveyê welat dide û berê xwe dide Elmanyayê. Helîm ji bo ewlehiya malbata xwe û ji bo ku dewlet li ser wan zextê çêneke, navê xwe diguherîne. Navê Ayhan Esen bikar tîne û ji Elmanyayê daxwaza xwe ya penaberiyê dike. Piştî wê, ew li bajarê Neustadt an Rübenbergê a li Niedersachsenê bi cih dibe.

Li bajarê Hannoverê têkiliya wî bi sazî û rêxistinên Kurd re çêdibe, di heman demê de dîsan dest bi kar û xebatên xwe yên ji bo Kurdayetiyê dike. Di wê demê de dîsan mijara qedexekirina Tevgera Azadiyê PKK a ji aliyê dewleta Elman ve ket rojevê û rêxistin hat qedexekirin. Ev yek jî dide diyar kirin ku rêçikên zilm û zora dewleta Tirk a faşîst dirêjî Elmanyayê dibe. Her mirov ê ku ji bo daxwaza maf û nasnameya Kurdê azad dikeve tevgerê, ji aliyê wan ve tên krîmînalîze kirin. Kurdayetî û PKK bi hevoka terorîzmê tê berpêşkirin. Ev zîhniyeta li ser kar tenê zeliqandina afîşeke rêxistinê jî wek terorîzmê bi nav dike.

Di 30’ê Hezîranê de ala rizgariyê bilind dibe

Çend hefte bi ser hatina wî ya li Elmanyayê derbas nedibû ku tevî komeke hevalên xwe, di şeva 30 Hezîrana 1994’an de derdikeve kolanan û bi afîşên “Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê”, ERNK’ê; ku wê demê hatibû qedexekirin, dixwaze navenda Hannoverê bixemilînin. Dema ku ew bi zeliqandina afîşan re mijûl dibin 2 polîsên sivîl wan ferq dikin û didin dû wan… Polîsê bi navê Klaus T. bi demanceya xwe guleyekê ber dide pişta Helîm!.. Helîm Dener ji ber xwînrêjiya hindurîn jiyana xwe ji dest dide.

Şehadeta wî di nava gelê Kurd de rê li xemgîniyê vedike. Bi sedan çepgirên Elman û antifaşîst serî radikin. Gelek êrîşên li dijî qereqol û erebeyên polîsên Elman tê çêkirin. Ji ber qetîlkirina Helîm Dener bi hezaran mirov daketin kolanan û çalakiyên protestoyî pêş xistin. Di 10’ê Tirmeha 1994’an de, ji bo bîranîna Halim Dener meşeke navendî ya bi 16.000 çalakvanan pêk hat.

Polîsê bi navê Klaus T. ê ku Helîm Dener qetilkir, tê darizîn û ji aliyê 16 kesan ve îfadeya wî ya şeva bûyerê tê girtin. Lê belê wek tê zanîn, polîs û memûrên dewletê pişta hev digirin, bê guman vê carê jî heman tiştî dikin û Klaus diparêzin. Di îfadeya xwe de tiştên bi nakok tînin ziman, ji ber vê jî jê encam dernakeve. Li cihê ku Helîm Dener hatibû qetilkirin jî hemû şopên ku Klaus T. sûcdar nîşan bide, hatibû paqijkirin. Doza dadgehê a bi giliya kuştina Helîm Dener hatibû vekirin, bi salan berdewam kir. Di sala 1997’an, di 27’ê Hezîranê de Klaus T. bêtawan hat dîtin û hat berdan.

Helbet kuştina mirovan a bi destê polîsan ne tenê me bi Helîm Dener naskir. Gelek bûyerên bi vî rengî derdikevin û her carekê dewleta Elman wan polîsan bêtawan dibîne û ber dide. Mînak Chisty Schwundek, Oury Jalloh, Achidi John û herî dawî jî ciwanê Kurd ê Rojavayê Kurdistan ê, Amed A. ku li bajarê Kleve/NRW yê rexmê ku tu tişt nekiriye jî tê binçav kirin û di encama şewata ku di girtîgehê de derdikeve, jiyana xwe ji dest dide.

Bazariya qirêj a di navbera Elmanya û Tirkiyê

Tê zanîn ku têkiliyeke her alî a 150 salan a di navbera dewleta Elmanya û Tirkiyê de heye. Ji xwe di nav dîrokê de jî gelek caran diyar bûye ka têkiliyeke çawa ya hevkariyê di navbera van du dewletan de heye û hîn dewam dike. Bê guman her carekê û di encama vê pratîka li hev hatinê, mijara qirkirin, tunekirin û nasnameya Kurd bûye mijara bazariyê. Hemû hevkarî û lihevkirina wan a li hemberî gelê Kurd derket holê. Di komkujiya Dêrsimê de dewleta Tirk bombeyên kîmyewî bikaranîn û bi hezaran gelên sivîl qetilkirin. Di wê demê de jî, dewleta Tirk bi îmze û serdariya Mustefa Kemal Ataturk gazên wek Iperit û Phenacylchlrid ê ji dewleta faşîst ya Elmanyayê girtin û di rêya Elezîzê de gihandin Dêrsimê. Hemû çekên sereke ên leşkerên artêşa Tirk, yên artêşa Elmanyaya berê ne. Di pêngava dagirkirina Efrînê de artêşa faşîst a Tirkiyê û tevî çeteyên xwe bi panzerên xwe yên Leopard 2 ketin navenda Efrînê. Ev panzer jî dewleta Tirk ji Elmanyayê girtibûn û wek her carekê vê carê jî hevkariya dewleta Elman a bi dewleta Tirkiyê re derket holê.

Wezîrê hindurîn ê Elmanyayê Horst Seehofer dide diyar kirin ku dewleta Elmanyayê divê hîn zêdetir li hemberî bîrdoziya PKK’ê bisekine. Faşîzma dewleta Tirkiyê îro di pêşengtiya AKP-MHP’ê de li dijî gelê Kurd zilm û zordariyê dike. Li Rojavayê Kurdistanê çeteyên Heşdi El Şabi ku gelek ji wan hemwelatiyên Elmanyayê ne, dîsan Naziyên girêdayî partiya AFD’ê ku serî radikin, dewleta Elmanya nabîne û hemû bala xwe daye ser Tevgera Azadiya Gelê Kurd. Ev yek jî biratiya di navbera dewleta kûr a Tirkiye-Elmanyayê nîşan dide.

Li bajarê Hannoverê kampanyaya bi navê Helîm Dener di pêşengiya çepên Elman û saziyên Kurdistanî ve hatiye destpêkirin: Ji bo bîranîna şehîdê nemir Helîm Dener li gelek bajarên cûda çalakiyên cihê reng tên lidarxistin; nîqaş û agahiyên li ser jiyana Dener û çareseriya rê û rêbazên siyasî yên li ser “Tevgera Azadiya Gelê Kurd” PKK’ê, tê meşandin.

Daxwazên wan ev in:

  • Divê hevkariya leșkerî ya di navbera Elmanya û Tirkiyê de bê rawestandin!

  • Divê Elmanya șandina çekan rawestîne!

  • Divê mafê penaberiyê ji bo her kesî/ê bê dayîn!

  • Divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin!

  • Divê êrîșên polîsan bên lêkolîn kirin!

Ji bo 25. salvegera qetilkirina Helîm Dener, di 6’ê Tîrmeha 2019’an de meşeke bîranînê ya navendî li bajarê Hannoverê tê lidarxistin.

Ji bo ku Helîm Dener neyê jibîrkirin û di dema pêş de ev kuştin dubare nebin, gelek saziyên antîfaşîst û saziyên Kurdistanî banga tevlîbûna wê meşê dikin.

Ji bo alîkarî û belavokan hûn dikarin li ser malpera fermî ya kampanyayê meteryal bixwazin:

Blog: http://halimdener.blogsport.eu

NIVÎSÊN MÎNA VÎ