Home HEMÛ NIVÎSJINÊN CIWAN Tîrêjên Tavê – Daxuyaniya JCA

Tîrêjên Tavê – Daxuyaniya JCA

by rcadmin

JCA: “Ronahî sê tîrêjên tavê ne ku di her tarîtiyê de rêya me ronî dikin.”

ROJA CIWAN
9ê Çileya 2013 ji bo gelê Kurd û bi teybetî ji bo hemû şoreşgerên jin ên cîhanê rojekî bi êş bû: Sakine Cansız (Sara), Fidan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê îstîxbarata Tirk û hevkarên vê wekî dewleta Fransa ve hatin qetilkirin. Qetilkirina wan sê şoreşgeran her wek “Qetliyama Parîsê” tê bi nav kirin. Jinên Ciwan ên Kurd ên li Ewrûpa ku xwe bin navê Jinên Ciwan ên Azad (JCA) rêxistin dikin niha di derheqê Qetliyama Parîsê de daxuyaniyekî weşandin. Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad bin xet dike ku “jiyan û têkoşîna her sê hevalan mîras û xeta me ya berxwedanê ji bo azadkirina hemu jinên Kurd û cihanê ye.” Ji ber vê sedemê jî JCA bang dike ku “hemû jinên ciwanên Ewrûpa bi rihê ciwantiyê û sekna Leylayan, Ronahiyan û Sarayan tevlî çalakiya 11ê Çileyê li Parisê bibin. Wê dengê sê Gulên Azad li Parîsê olan bide!”

Daxuyaniya JCA bi giştî wiha ye:

“Di 9ê Çileya 2013 de sê jinên şoreşger Sakine Cansız (Sara), Fidan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi awayekî hovanê hatin qetilkirin. Êrîşek namerdane, ku ji aliyê îstixbarat û dewleta Tirk, di kesayeta Ömer Guney pêk hat, ne êrîşeke ji rêzê bû. Ev êrîşek ku di pêvajoya aşitiyê pêk hatin rasterast êrîşek li ser Rêber APO û Têkoşîna Azadiya Jin bû. Di vir de kesayetên pêşeng, xwedî rolên giring hatin hedefgirtin. Dewleta faşîst û qirker di siyaseta ne çareserkirina pirsgireka Kurd, qirkirin û imhakirina gelê Kurd biryara israrkirinê da. Ev berdewamiya Komploya Navdewletî ye.
Bi operasyona „Tolhildana Sehîd SARA“ ya ku di Tebaxa 2017ê de du rêvebirên MITê hatin girtin û di îtrafan de pîlankirina Komkujiya Parîsê bi awayekî zelal derket holê.

Lêgerîna Azadiyê rêyek bêdawî ye û di 7emîn salvegera şehadeta 3 Gulên Azad, em wek Jinên Ciwan ên Azad dixwazin her sê şoreşgerên jin bibîrbînin û ev êrîşa hovanê bi hersek mezîn şermezar bikin. Tolhildana Komkujiya Parisê, xwerêxistinkirin û ruxandina pergala baviksalariyê ye. Ew ne tenê sê şoreşger, sê jinên Kurd bûn. Jinên ku ber bi azadiyê ve beziyan û bi meş û têkoşîna xwe ji hemu jinên Kurd û jinên cihanê kesayetek bi minak bûn. Sara, Rojbîn û Ronahî sê tîrêjên tavê ne ku di her tarîtiyê de rêya me ronî dikin.
Li ser şopa heval Sara em ê ji çiyayên Dêrsim, Zindana Diyarbekir û Bajarê Parisê bimeşin. Jiyan û têkoşîna her sê hevalan mîras û xeta me ya berxwedanê ji bo azadkirina hemu jinên Kurd û cihanê ye. Bi hêz û baweriya ku me ji wan girt erka me ya sereke wek jinên ciwan ew e ku em xwe rêxistin bikin û têkoşîna azadiyê di xeta her sê jinên şoreşger bimeşînin. Li ser vê esasî em bang li hemû jinên ciwanên Ewrûpa dikin ku bi rihê ciwantiyê û sekna Leylayan, Ronahiyan û Sarayan tevlî çalakiya 11ê Çileyê li Parisê bibin. Wê dengê sê Gulên Azad li Parîsê olan bide!

Şehîd Namirin!
Sara, Rojbîn, Ronahî – Jin Jiyan Azadî!
Tevgera Jinên Ciwan ên Azad!”

NIVÎSÊN MÎNA VÎ