TUAREG- Dinyayeke Din

INGAL, NIGER, OCTOBER 2009: Scenes at a Baptism in a Tuareg Nomad camp, Ingal Region, Niger, 11 October 2009. Tuareg Baptism is very simple, three names are discussed by elders and then straws are drawn to choose the final name. The women perform a ritual of walking around the tent in a line with the leading woman brandishing two knives to symbolically cut away misfortune from the future of the child. The women then dance and sing and play the drums while men prepare goat mead and drink tea and discuss things while people visit from the surrounding nomad camps. Tuareg Nomads have two traditional priorities, their animals and access to water. This group has moved to this region at this time to enjoy the remaining good grassland of the rainy season and will soon move again to be close to a good water source. The nomads survive on a diet of millet and camel milk which is occasionally supplemented by goat meat. (Photo by Brent Stirton/National Geographic.)

MAZDA MARİYA

Tuareg kî ne?

Tuareg qebîleyek e, ji 2 milyon mirovan pêk tê. Li sehrayeke navbera li Nîjer, Burkîna Faso, Lîbya, Algeriya û Malî belav in. Li nava çolê weke koçeran digerin ango ne dêmanî ne. Bi eslê Berberî ne. Li gorî lêkolînan, di sedsala 7’an de ji ber zilma Misilmanan, ji Lîbyayê hatine qewirandin. Ew bi xwe jî misilman in, lê zêde li gorî pîvanên îslamê tevnagerin. Berovajî – em di jiyana vê qebîlê de jiyaneke alternatîf û pêşketî dibînin. Rêxistinên welatên Ewrûpayê yên alîkariyê di bin navê alîkariyê de ku dixwazin li herêmê mêtingeriyê bikin, li gorî dixwazin Tuaregan qaşo “modern” nîşan bidin, lê ya rastî, pêdiviya Tuaregan bi vê nîne, jixwe di gelek mijaran de pêşketî ne.

Targia- jinên qebîleya Tuaregê

Di jiyana Tuaregan de rola jinê mezin e, û sereke ye. Mînak di îslamiyetê de pewîst e ku jin serê xwe girê bide, rûyê xwe veşere- Lê vir zilam serê xwe dinuximînin. Jin biryarê ji bo jiyan û bedena xwe didin. Wekî din mafê jinan pir in. Mînak, mîrasa malbatê ji aliyê jinan ve derbasî aliyê jinan dibe. Jin dibe stûna nava malê û gotina dawî ya wê bû. Jineke ciwan bi xwe biryar dide kengî bizewice û berî zewacê, dikare bi xortê bizewice re têkiliyê deyne. Ger ku jin bixwaze zilamê xwe berde, di warê civakî de zêde astengî li pêşiyê tinene. – Piştî berdanê jî zewaceke din qedexe nîne. Mal û milk ji jinê re dimîne. Zarok, heywan û mal ên jinê ne.

Di civaka Tuaregan de yê esas ne qanûn lê pîvan in: wêrekî, dilnizmî, comerdî, zanistî, estetîzm û çelengî pîvanên herî bingehînin. Di civaka wan de qanûn û rêzikên dogmatîk cîh nagirin, civakek bîrewer û exleqî ye. Her Targî û her Tuareg xwe ji bo pîvanên civakê berpirsyar dibîne. Ew berpirsyartiyeke xwazayî ye – cîhê ku qanûn û qedexe serdest in, fêmkirina pîvanan qels dimîne. Lê dema pîvan dibin nirxekî komînal, jiyan jî dibe komînal. Ji bo Tuaregan pêkanîna pîvanan şerefeke mezin e. Bi vî awayî civak xwe bi rê ve dibe. Ji ber vê, dema zilamek li jinê bide, civak wî red dike. Qanûnek wisa nîne, lê civak bi pîvanên exleqî radibin û rûdinên. Heman tiştî em dikarin ji bo sunetkirina jinan jî bibêjin. Di civaka tuaregan de sunnetkirina jinan tineye.

Ji bo azadiyê wê her berxwedan û têkoşînê hebe

Ji ber vî awayê jiyanê, Tuareg pirî caran dibin hedefa hêzên paşverû. Aliyê din bi sinordanîna Dewletên derdorê zehmetiyên nû derdikevin holê: Dewlet pere dixwaz dema qebîleya Tuaregan sinoran derbas dike. Wekî din, di salên 80î û 90î de ji ber ziwahiyê çolê gelek heywanên wan mirin. Di sedsala 19ê mîn de gelekî ji bo jiyanekî serbixwe û azad şer kirin. Hêzên dagirkerî yên fransa dixwastin bi êrîşên çekdarî vê civakê tine bike. 1914 heya 1917 şerekî dijwar hatiye meşandin, Tuareg serneketin û bi sedan kesan hatine idam kirin. Dewletê fransa qaşo qadekî xwaser navberê Malî, Lîbya, Nîjer û Cezayir îlan kiriye. Lê dewletên derwa bi awayên cûr bi cûr tepisandin ser Tuaregan dimeşandin û hîn dimeşînin. Tuareg çend cara bi dagirkeriya ser axa wan rû bi rû man. Tuareg pir cara jî bi reaperînên çekdarî bersiv da.

Armancên qebîleya Tuareg heya îro jî ne dewlet avakirinê ne. Armancên wan serxebûn, azadî, xwesertî û federalîzm in. Lê zehniyeta dewletê, zehniyeta dagirkerî û bêexlaq her tim dibû astengên vê armancê. Zehniyeta dewletan dixwaze hemû mirov bindest bike. Dixwaze ku her kes li gorî quralên vê bilîze. Dixwaze jin bibin bêhêz û kole ya wan. Em nabêjin ku Tuareg qebîlekî pir demokratîk in, em nabêjin jiyana Tuareg çarçar e. Li gorî agahiyan hîn di pergalekî çînî jiyan dikin, dibêjin hinek deran de koleyê wan jî hene. Lê di tarza civaka wan de em dibînin ku jiyanekî cûda mimkin e. Dagirkeriya deshilatan çiqas dijwar be jî, ji bo pêkanîna armancên xwe gerek tekoşîn were meşandin.

Related posts

KURDÎNİYA KU ŞENGAL NE PAREZE NE ÇI KURDÎNIYEK E

Peymana li ser Şengalê ya du meh berê, ji bo qirkirina Êzidxanê ye

Son 5 gün