Home HEMÛ NIVÎSRÊBER APO Partiyekî ku têk naçe

Partiyekî ku têk naçe

by rcadmin

Ev meş heta serfiraziyê ye. Heta ku serfirazî bi temamî pêk nehat, nepêkan e ev meşa bê rawestandinê.

Vîdeo ku em pêşkeşî we dikin ji sala 1992 ye. Rêber APO di axaftina xwe de bang li şervanan û heman demê de li gelê xwe dike ku meşa me her tim ber bi serkeftinê ve diçe. Lê cihê ku pêşketin heye wê zehmetî jî hene. Ger ku em roja me ya îro binêrin em jî dikarin bibînin ku tevgera azadiyê her tim pêş ve diçe. Şoreş êdî naye binxistin lê zehmetî wê her tim hebin. Cenga Rojava îspata vê rastiyê te ji ber ku Şerê Gelê Şoreşgerî hîn di destpêka xwe de ye û em jî di vê pêşketinê de cih digirin.

Axaftina Rêber APO di video de wiha ye:

“Partiya Kurdistanê jî heye. Ev partiya bêyî tu destûrî, bi berxwedana lehengî ya heta dawiyê hatiye afirandin. Hêviya gelê me ya hezar salî ye û pêk hatiye. Xewna wê ye û pêk hatiye. Şoreşger e, demokrat e, sosyalîst e. Û bû malê milyonan. Partiyeke têk neçûyî ye û ber bi serfiraziyê ve dimeşe. Erkên ku bi li hev kirina vê partiyê ve hûn bigirin hebin, bigirin û bixebitin. Tişta ku em ji we re bibêjin tenê ev e.
Dema me bi dû bêjeya dest bi kar kir jî em ji gel bibawer bûn. Niha em ji gelê bi milyonan bûye yek gewde jî bibawer in. Ev bawerî kêm nabe, wê zêde bibe. Dema dû bêje bû jî me ji xeta partiya xwe ya rast bawer kiribû. Niha jî baweriya me ya serkeftina tamî hê misoger bûye. Lê ev nayê wateya her tişt bi hêsanî serdikeve. Nayê wateya zorî wê çênebin. Zorî wê çêbin. Wê zêdetir çêbibin.
Em niha ketin di nav têkoşîn dayîneke gel ya rasteqîn. Û ev pêşveçûneke mezin e. Tişta gelê Kurdistanê bi vê Newrozê bi dest xistiye, rastiya têkoşîna gelekî egît ya wêrektir e. Rastiya gelekî wêrektir e. Gelê me wê mêşa bidomîne. Mêşa xwe ranewestand. Ber bi mirinê ve meşiya. Singên xwe li hember tankan kirin senger, meşiyan. Bîranîna wan pakrewanên me ji bo me ferman e. Em ê bikin gelemper. Em ê dilsoziya xwe bi rakirina tevahiya gel ya ji meşa wiha re nîşan bidin.
Meşa dest pê kirî bi awayekî hê biplan, hê encam girtî wê berdewam bike. Ev meş heta serfiraziyê ye. Heta ku serfirazî bi temamî pêk nehat, nepêkan e ev meşa bê rawestandinê. Dibe ku paş ve kişînên taktîk çêbin. Dibe ku gavek paş ve, sê gav pêş ve be. Dibe ev taktîk bin. Lê belê meş bênavber e. Bila tu kes hesabên şaş neke, xwe nexapîne. Ya herî girîng ew e ku têkoşîna gerîla, ya ku çavkaniya hemû pêşketinan e, bidome. Yekem car e tayînkerê hemû bûyeran; têkoşîna me ya bi çêkî, artêşa me, ARGKya me belavî welêt bûye, li her derî şer dike.”

NIVÎSÊN MÎNA VÎ