Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya, albûma nû ya bi navê ‘Botan’ weke ‘vegera li cewhera xwe’ pênase kir û diyar kir ku bi rêya vê albûmê wan xwestine rabirdûyê bigihînin vê serdemê û paşerojê.
Ji formên Payîzok, Heyranok, Narînok, Delalî, Belûte û Dengbêjiyê stranên Seydik, Mendê, Mîranê, Rezgê Rezvan, Çiyayê Cûdî, Heyran Jaro, Narîna Minê, Hey Gulê, Êvarê, Xemik Talanê di albûma Botanê de hene.
Amadekariya albûmê ji sala 2017’an ve dewam dikir. Albûm li Hunergeha Ş. Zerdeşt bi aranjeya Mehmûd Berazî hate amadekirin.
Ji endamên Awazê Çiya Têkoşîn Cûdî, Argeş Delîla, Viyan Kiçî û Hedar Rûbar li ser albûma nû ji ANF’ê re axivîn.
Viyan Kiçî got, “Em bi dengê jinên Botanê Meryemxan, Nesrîn Şîrwan mezin bûn. Niha jî li Botanê gelek jin ên dengbêj hene. Em wan dişopînin. Ji bo me gelekî girîng e ku ev çand li çiyayên azad deng vede.” Viyan Kiçî destnîşan kir ku ev çand divê teqez bijî û bê pêşvebirin û got, “Bi taybetî divê ciwan xwedî li vê mîrateyê derkevin. Ev dîroka me ye. Xaleke din a xwedîderketina li mîrateya xwe dikare ev be. Dem ew dem e ku ciwanên me li çand, ziman û dîroka xwe vegerin.”