VÎDEO – Ji çalakiya Meşa Dirêj dîmenên rengîn

Bi dîmenên çalakiya Meşa Dirêj ya bi dirûşma “Tecrîdê Nehêle, Bi Rêber Apo re Azad Bibe” û di navbera 8-15ê Sibatê ji Frankfûrta Elmanyayê dest pê kiribû û heta Strasboûrga Fransayê dom kiribû vîdeoyek hate amade kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya Meşa Dirêj ya ku beşa Elmanyayê di navbera 8-13ê Sibatê li Frankfûrtê dest pê kiribû û li Saarbrûckenê bi dawî bibû û pişt ra jî 15ê Sibatê bi tevlîbûna hezaran li Strasboûrgê bi meşekê û mitîngekê encamê girtibû. Bi dîmenên ji kêliyên rengîn yên ji aliyê tîpa Roja Ciwan va hatine kişandin vîdeoyek hate amade kirin.

Ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê nêzî 150 ciwan tevlî çalakiya Meşa Dirêj ya ku bi dirûşma “Tecrîdê Nehêle, Bi Rêber Apo re Azad Bibe” bibûn û bi tevî hemû provakasyonên polîsan bi coşeke mezin çawa ku hatibû plan kirin wisa bi dawî bibû.

Related posts

VİDEO – Her Gerilla’nın sesi güzeldir

Peymana li ser Şengalê ya du meh berê, ji bo qirkirina Êzidxanê ye

VIDEO: Di pênc zimanên cuda de pêşniyarên pirtûk, fîlm û belgefîlmê