Riya te kîjan e?


Gelek rê hene
ên dûz
ên xwar
ên bi kevir
û ên bi asteng

Hinek rê kin in û hinek jî dirêj
hinek hesan in
hinek jî bi êş in

Riya lez heye
û ya hêdî jî

Reya bê dawî
ber jor
û ber jêr

Riya te heye û riya min heye,
lê riya me jî heye

Keleka riya bêzar û
riya ku dihêje
riya ronakbûnê jî heye

Ji rê dûrketin
û ji rê derketin heye
lê riya derketinê jî li pêşiya me ye

Riyekî heye
riya kesk
riya girkî
riya xelasî
riyekî ku tavê himbêz dike
Rêçîk
Riyekî azadiyê

Riya te kîjan e?

Related posts

VİDEO – Her Gerilla’nın sesi güzeldir

Peymana li ser Şengalê ya du meh berê, ji bo qirkirina Êzidxanê ye

VIDEO: Di pênc zimanên cuda de pêşniyarên pirtûk, fîlm û belgefîlmê