Home HEMÛ NIVÎSNAVNETEWEYÎPARÊZÎ Bangewaziya navnetewî ji bo parastina Şoreşa Rojavayê!

Bangewaziya navnetewî ji bo parastina Şoreşa Rojavayê!

by rcadmin

 

KOMÎNA ENTERNASYONALÎST– ROJAVA
Di 2ê meha mijdarê de Roja Berxwedana Cîhanî bi hezaran mirovan li dehan bajaran ji bo Rojava meşiyan.
Ji bo gelê Bakûrê Sûriyê, yê ku niha li dijî dagirkirina arteşa tirk û çeteyên wan berxwedide, heycan û hevî ku wan meşan bi xwe re anîn diyariya herî mezin e.

Ev diyar dike ku em li dijî wan çeteyên ku ser me şandine ne bi tenê ne. Em hemû çalakî û meşên ku ji bo piştgiriya Rojavayê çêdibin silav dikin û em silavên xwe yên germ ji wan ku beşdarî kampanyên #RiseUp4Rojava û #WomenDefendRojava dibin dişînin. Berxwedan, mîna şoreşa me jî, berdewam dike û îro ji her demê zêdetir ji me re destek û piştgirî pêwist e.

Dema mirov şoreşekê li hemberî baviksalarî, netew-dewlet û kapîtalizmê pêktîne, ji xwe tu nikare hêviya dewletên din bimîne ku destek bidin te. Tê gotin ku xeynî çiyayan tu hevalên kurdan tune ne, lê di 2ê meha mijdarê de me dît ku ev ne rast e. Hevgirtina navnetewî ku Rojava dibîne pir bandor dike; em wekî hevalên enternasyonalîst li Rojavayê pir bandor jê
bandor dibin û bi vî awayî dikarin li cepheya vê şoreşê berxwebidin û xebatên xwe yên cûr bi cûr pêkbînin, ji ber ku em dizanin ku hemû têkoşînên me bi hev du re giredayî ne. Îro têkoşîna me li Rojavayê, lê sibe dibe ku li deverekê din be. Bi parastina Rojavayê em ne tenê gel û şoreşa li vir diparêzin, lê em hêviya ku cîhanekê din mumkîn e diparêzin.

Enternasyonalizm perçekê cewherî ya dîroka tevgerên şoreşgerî, û Rojava îro beşekê pir girîng a vê dîrokê dinivîse. Ji Enternasyonala yekemîn karkeran heya konferansa Trikontinental, ji 50 hezar şervanên enternasyonalîst ku çûne Espanya ji bo li sala 1936an dijî faşizm şer bikin heya 500 hezar şoreşgerên Kubayê ku çûne Afrîkayê ji bo têkoşîna dijî metîngehî destek bidin, ji piştgiriya bi berxwedana Vietnamê heya tevgerên dijî globalizasyon, ji navkomûnalizma şoreşgerî ya Partiya Pilingên Reş heya piştgiriya bi berxwedana şoreşgerî ya Filistîn. Rojava roja me ya îro mîraseya dîroka enternasyonalîzmê û em berpirsyar in ku rola xwe tê de bileyzin.

Bê gûman gelek têkoşînên girîng ên din li tevahiya cîhanê hene. Em serhildanên li Latîn Amerika, bi meşên pir mezin li Çilê, qadên xweser ên nû yên EZLN li Çiyapas, û berxwedanên li Kolombya, Brazîl, Ekuador û Arjentîn dibînin. Em gelê Katalunya ku diji êrîşên dewleta Espanya berxwedide dibînin. Em serhildanên mezin li Rojhilata Navîn, wekî li Lîbnan an Iraqê dibînin û em dibînin ku gel li Sûdan û Misir an jî li welatên din ên Afrîka li alternatîfên derva pergala netew-dewlet ya ku hêzên metingehî li ser wan ferz kirin digerin. Em tevgerên berxwedanê ya Indya, Filîpîn û Endonesya dibînin û em xwedî li hemû şoreşger ku dixwazin dawî li desthilatdarî bînin derdikevin.

Enternasyonalizm li sedsala 21mîn bi gelek rengan e, lê bê gûman renge jinê ya ku herî zêde ronî ye. Baviksalarî bingeha hemû desthilatdarî û guhertina zihnyeta baviksalarî ji bo her tevgerekê şoreşgerî herî bingehînî. Parastina xwezayê, a ku ewqas ji ber endustriyalizm hat talankirin, mijarekê herî esasî, ji bo mirov qeyrana ekolojîk a kapîtalizm çareser bike.
Demokrasî ala me ye, lê ne demokrasiya parlamento a ku hêzên Rojavayî hewl didin ser tevahiya cîhanê ferz dikin. Em ala komîn, demokrasiya meclîsên gel ên heremî hildidin.

Ji bo vê, em banga parastina vê şoreşê dikin û ew der vergerînin çavkaniya moderniteya demokratîk a cîhanî.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ