Home HEMÛ NIVÎSŞEHÎD Xwezî çûyîna te ewqas zû nebûya Heval

Xwezî çûyîna te ewqas zû nebûya Heval

by rcadmin

Bîranîna Şêhîd Mûcahîd Yilmaz

 

Bawer Botan

Ji asoyê êdî dûr, ji xem êdî dûr, warekî ji veqetandinê êdî dûr, ji dûr êdî dûr; lê belê tirsa ji te veqetandinê wekê behra mezin e, bi xem e, bi hêrs e.
Ez hatim cem te û ez di veqetandina keştîgehê de ji hev belav bûm. Lê ez dîsa jî israr dikim ji bo ku ez bigêhêjim te. Lewma, ev nivîs wekê ku ez xwe bavêjim bextê keştîgehê ye. Dixwazim nêzikê te bibim. Ji bo ku meşa min bidome hewceye ez behrê da bikim. Ev behr wilo ye ku; kelecanî ye, serhildêr e, rageş e.
Vê pênûsê xwest ku te nas bike. Çawa asîman, zimanê stêrkan û heyvê fehm dike; çawa tav ji kena kulîlkan fehm dike, çawa ji hesreta biharê û ji evîna axê fehm dike; gelo ji hezkirina navbera me jî fehm dike? Pênûsa min xwest bikeve nava vî şerî. Vegotina te, li ser te axaftin û te nivîsandin… Bi rastî ez û pênûsa min, me xwest ku em bikevin vê serencamê; lê belê ku derê? Li kîjan qerax, li kîjan keştîgehê, li kîjan welatê..
Rêhevaltiya li navbera me, beriya hevnaskirina me bû. Ev nivîs, emrê rêhevaltiyê; wekê hesreta me yê axê, azadiyê û niştîmanê mezin e. Ji ber ku di paşerojê de te nas dikim. Min bi te re jiya. Ji bo pêşerojê me soz dabû. Ez di navbera paşeroj û peşerojê de mam… Vê pênûsê xwest ku rêhevaltiyê nas bike. Tu jî hêviyên pêşerojê û xeyalên zarokan di nav xwe de dispêrî. Tu yî ala serhildanê, li hember zulmê û tarîtiyê radikî. Xeyalê te derketina rojeke nû ye. Tu li hembêza xwezayê mezin bûyî. Tu wekê zarokan dema pêyên wan digêhêje erdê welat dilgeş î. Bi kena xwe yê yekemîn tu li Mêrdînê bu. Li Amedê rûmet, delalî û israr çi bû, min ev zanî. Tu ji bo Baxlarê bû tac û wê xemilandî. Ew Amed e ku bi te re jiya rastiyê, rêhevaltiyê û rûmetê. Tu yî li ser axa efsanewî te ji me xatir xwest. Baxlar xemgîn e, ji bo xatir xwestina bêwext… Amed soz da, ji bo rêhevalên wekê te, ku dîsa jî li ser axa efsanewî bimînin.
Û min wê zelaltiya te dît. Xeyalên te nas kir û jiya. Hezkirina te yê Amedê, min li ser axa ken û jiyana te dît. Me her tim li ser hêviyên te diaxiviya. Ez tim bi te re bûm. Tenê dema çûna te, tu bi tenê bû… Em di riya te de dimeşin. Ji bo ku soza te daye, ji bo hêviyên te bibe rastî. Xeyala te ew bû ku te Serok li Amedê bidîta. Em ê vê xeyala te pêk bînin. Dengê kena te wê ji Baxlarê bê. Gotinên te, hezkirinên te wê ji Mêrdînan were. Di dilê me de, hêviyên te jî wê hebe.
Ji bo jiyanek azad û watedar hewceye ku egîd hebin. Mirovên ku xwe daye vê armancê, bi mirina xwe jiyanek ava kiriye; ew mirovinan qehreman û egîd in. Ji ber ku jiyanek wilo; şer dixwaze, berdêl dixwaze, ked dixwaze. Va ye, Şehîdên Azadiya Kurdistanê vê armancê pêk tînin û bi ser dikevin. Ev her yek ji wan weke abîde ne; doza me, hêviyên ku nîvco mane bêyî sekin pêşve dibe û wê heya serkeftinê berdewam bike.
Bi hevalê Mûcahîd re me di zarokatiya xwe de hev nas kir. Di heman dibistanê de me xwend. Doza me yek bû. Lewra ev nivîsa li ser te hatiye nivîsandin ma ji min re. Hêdî lê belê ji xwe bibawer bû, zêde danûstandina wî bi mirovan re tune bû û hestên xwe zû bi zû parve nedikir. Kenên wî hindik bû lêbelê ji dil dikeniya. Mirovên ku wî nas nedikirin, ji bo wan mirovek analîtik dixuya. Hevalê Mûcahîd dema dozê naskir û piştre nêrînên Serokatî xwend, xwe di nav xebatên welatparêziyê de dît. Ji mirovahiyê pir hezdikir lewra di nav Tevgera Azadiyê de rastiya xwe û zanîstiyê ji xwe re kir heqîqet. Roj bi roj di nav îdeolojiya tevgerê de lêkolîn dikir û kesayeta xwe yê nû derdixist holê. Bi sekna xwe dida nîşan ku ji bo vê dozê heya mirinê wê berdewam bike. Hevalê Mûcahîd derxist ku yekîtiya hiş û hestên mirov di nav tevgerên mirov de hewceye tim û tim hebe. Dilsoziya wî ji bo me mînak bû. Li ser nirxên mirovahiyê têkiliyên xwe yên rêhevaltiyê pêşve dibir. Ev tiştek pir balkêş bû ji bo min. Mirovek hewceye ji bo nirxên mirovahiyê şer bike û mirov çiqas şer bike ewqas wê bê hezkirin; rêhevalê min wisa bawer dikir. Dema pirsgirêkên hevalan çêdibû, dixwest ku parve bike û çareser bike. Dema vê xwesteka xwe dikir, mirovan gelek baş guhdar dikir lewra dixwest hemû tiştan wek mamosteyek fehm bike. Hevalê Mûcahîd, bi jiyana xwe û bi tevgerên xwe li ser hevalan bi taybetî bandor dikir. Vê bandorê ku dikir jî, bi awayek siyanetî dikir û dizaniya vîna mirov di ser kîjan rewşê de ye. Hezkirin; ji bo wî; ked dayîn û bi rengek rûmet tê jiyîn e. Li gorê wî; dema mirov hez bike ne pêwîst e ku bişibe hevdu. Şibandina hevdu ji bo rastiya hezkirinê xeter didît. Şerek wî jî hebû; bi xwe re şer dikir û dixwest ku hestên baştir bîne ziman û qise bike li gorê hestên xwe. Ev tişt ne tiştekî hêsan e, wekê ku hûn jî dizanin bi salan li ber me vê tiştê hîn nakin. Hevalê Mûcahîd di nav xebatên şoreşger de ji xwe re serkeftinê esas digirt.
Piştê gelek salan min wî li navenda şoreşê ango li Rojava dît. Min nezanîbû ku ev hevdîtina me ya dawî bû. Li bin baranê me bi seatan niqaş dikir. Cilên li ser me bûn weke avê lê belê çend sal bû me hevdu nedîti bû. Tesîra baranê li ber hesreta me xuya nedikir. Ez pir bextiyar bûm wê demê. Piştre me hevdu qet nedît. Ji dûr de carinan min agahî digirt ji hevalê xwe. Di dilê min de baweriyek wilo hebû; Hevalê min wek welatparêzekî jêhatî ji Amedê re vegere û ji bo gelê xwe xebatên mezin bike di nav gel de. Hevalê min, pêşeng bû lewma min dizanibû ku rojek vegere wê ew tim û tim li pêş be. Hezkirina dilê wî hema têra mirovan dikir. Dilê wî û mêjiyê wî tim nêzîkê azadiyê bû. Têkiliyên wî bi hevalên jin re balkêş bû. Li dûrê çandek feodal bû û tim dixwest ku jin azad bin. Li ser vê esasê dixwest bi hevalên jin re hevaltî bike. Hinek caran tirsek wî hebû û nedixwest ku tu kesek wî şaş fehm bike. Jiyanek sade divêt û têkiliyên xwe bê berjewendî xurtir dikir. Di çavên wî de şewqek hebû û li gorê temenên xwe yên piçûk spî ketîbûn di nav porên wî de. Jiyana wî, ji bo gelek hevalan mînak bû. Di nav sekna wî de zanatiyek hebû. Hevalan jî ev zanatiyê jî ji xwe re mînak digirt. Ew şoreşgerek rastî bû…
Berî bawerîya min ew bû ku nivîsandin ji axaftinê rehetir e. Lê belê dema min vê nivîsê nivîsand, min dît ku ne wisa ye. Ev cara yekem e ku ez nivîsek dinivîsim û ji min re dijwar tê û bi rastî min zanî ku hîn jî baweriya min bi tunebûna wî nayê.
Hevalê Mûcahîd şoreşgerekî mezin bû. Aniha jî di vê nivîsa ku dinivîsim de baweriya min heye ku tu yê rojekî vegerî.
Xwezî çûyîna te ewqas zû nebûya heval. Min bîryar da ku êdî bi tu kesî re parvekirinên kûr najîm. Ji ber ku mirovên herî bedew zû diçin. Gule navnîşanê nasdike û ji ber vê tim mirovên herî delal û herî bedew hildiçîne. Mirin qet ji te nayê!
Bi kena xwe yê şermok li hemberê me bisekine. Tu dizanî heval Mûcahîd, eger ji bo xwe dixwazim ez namerd im. Di pêvajoyên wisa zor û zehmet de pêwîstiya mirovên wekî te difikirin û dijîn heye. Pêvajoya ku em niha tê de dijîn bi şoreşgerên wekî te em dikarin pê bimeşin. Tu şoreşgerekî bi hêzdar î. Tu Apocîyek jêhatî yî. Ji ber vê çûyina te ya ewqas zû pêkhatî napêjirînim. Hê gelek kirin li benda te bûn. Ev jana ku di nav min de bûye wek jehrek û dermanê wî jî tolhildana te ye. Heta ez wî tolê nestînim, ezê wî jehrê ji xwe bernedim. Me ji niha ve pir bêriya te kir şoreşgerê mezin…

NIVÎSÊN MÎNA VÎ