Home HEMÛ NIVÎS Zincîra pêşketinên Jin di dîrokê de

Zincîra pêşketinên Jin di dîrokê de

by rcadmin

Di serdema Civaka Xwezayî de Jin çawa pêşket û pêşxist!

Di Pêşketina gerdûnê de û çêbûna cureyên zindiyan ji xweza, lawir û pêşketina pirîmat bi demê re bi hezarên salan, êdî pirîmatê nêzî însan ber bi mirovahiyê ve çû. Ji bo naskirina destpêka jiyana însan, berhemên wê û çawaniya çêkirina wê pêwîstî heye ku em li dîroka mirovahiyê vegerin ango li dîroka jin vegerin ji ber ku jin a bû bingeha avakirin û berdewamkirina şaristaniyê û bê navber ked ji bo wê da.

Di destpêka avabûna mirovahiyê de mirov bi rengê lawiran jiyan dikir in, rêbazê tevgerandina wî eynê ya lawir an bû, lê bi demê re bi pêşketina rewşa hewayî, dengeya çar demên salê û niştecihbûna mirov li cihên xwarin, vexwarin û peydakirina pêdiviyên jiyanî, êdî mirov dem bi dem ji jiyana xerîza heywanî dûr diket, jê re hat gotin qonaxa ( Niyoîtîk ), ev dûrbûn jî bi keda jin çêbû, ji ber ji destpêka mirovahiyê mijûlbûna zilam bi civakê re nebû, hertim li xwarin û goştên lawiran digeriya yanî karê wî yê sereke di jiyana mirovahiyê de nîçîrvanî û peydakirina goşt ji kilanê re bû. Şêwazê yekemîn ji civakê re şêwazê kilan bû, bi hejmarên biçûk bi rêveberiya jina kedkar bi hev re jiyan dikirin, rêgeza bingehîn di civakê de (her kes ji bo yekî , yek jî ji bo her kesî ) bi adaletî jiyan dikirin û mafê kesî nedihat xwarin, jiyana wan li ser xwe têr kirin, xwe zêde kirin û xwe parastin bû, tenê ji bo zindiyê mirov tune nebe, naskirina civakê ji van rêzgez û pîvanan di riya jinê  re çêbû, ji ber jinê barê civakê da bû ser milê xwe û armanca wê civakek bi exlaq li gor xwezaya xwe jiyankirin bû.

Di civaka xwezayî de her tişt zindî dihat dîtin, lewma her tişt bi nirx û qudsiyet bû, însanê wê demê ferq û cudahî dinavbera xwe û xweza de ne didît, xwe ji xwezayê dihesiband û tişta jê sud digirtin bi nirx xwe nêzî wê dikir, ji her tiştê ku zindî didîtin  digotin (anamîzim ), ji tişta ku sud jê digirtin û wek bawerî ji xwe re didîtin digotin (Totem ), jin pir bi xweza re mijûl dibû lewra ji wê mijûlbûnê cureyên giya naskir bi taybet ên ku feydê jê bigirin, wek çêkirina derman û çandiniyê, ji berhema derman bijîşka destpêkê jin bû, nexweşiyên kilanê bi riya giya baş dikir, her wiha çandinî jî hat afirandin û ji bo çandiniyê bexçe dan çêkirin û amûrên taybet ji çandiniyê re jî çêkirin, her wiha ji ber li hîlala zêrîn û ava pir, ji avê sud girtin û riyên ku erdên xwe pê biçînin çêkirin, di eynê dem de jî mirov lawir kedî kir û ji berhemên wê sud girtin, wek şîr û tiştên ku jê çêdibin, ji çermên wan jî cil dan çêkirin.

Ji îcada civakên destpêkê agir hebû ji bû xweparastin ji lawiran, lê bi demê re ev agir bû amurek bingehîn ji bo çêkirina xwarinê, her wisa ji bo xwarinê jî amûr hatin afirandin wek (kevçî, sînîk, çetel û hwd ).

Di serdema Nolîtîk de axaftin pêş ket ji ber bi niştecihbûn û kombûyînê civakîbûn çêbû û ji civakîbûnê ji bo ji hevdû famkirin û ji hev hîs kirin êdî gotin dihatin gotin û ji qonaxa tenê deng derxstin derbasî axaftinê bû heya ziman hate afirandin û ziman wek şoreşekî hat binavkirin.

Bi van sedemên pêşdeçûyînê di qonaxa yekemîn ya jiyanê de êdî ji bo parastin û cih girtin, mal ji xwe re avakirin û bi zêdebûna hejmara însan êdî gund hatin avakirin û bû gavek ji bo pêşketina berhmên hatine afirandin, her wiha mijûlbûn bi nirxên civakê û rêgez çêkirin re da ku her gund bi hejmara ku zêde dibe û dikeve rengê malbat de bi exlaq jiyan bike, mirov dikare bêje di wê demî de wijdanê civakê hebû. Ji xwe bi avabûna malbat re û girêdana wan ya bawerî bi Totem û anamîzim re şahî dihatin çêkirin di navbera gund û malbatan de û di van şahiyan de pêwîstiyên heyî di navbera malbatan de dihatin belavkirin û ji hev sud digirtin, mirov dikare navê aborî jî lê bike, ku rengê aboriya destpêkê çanda hevdûdayîna xwarin û pêdiviyên malbatan, ji ber di wê demê de çanda pere û tişt kirîn ji hev nebû, tersî wê bi îslûbekî xwezayî tişt didan hev.

Di civaka xwezayî de jin kete asta xwede da, ev jî ji ked û xebatê jinê ji bo avakirina civakê û pêşketina wê ji milê ziman, gund, berhemên xwarinê û çandiniyê, mijûlbûna wê bi lawir û xweza re,derman çêkirin, her wiha a herî ku jin xista asta xwedawendiyê ku wê rêveberî û berpirsiyariya civakê dikir, da ku civak li ser exlaq, demoqratî, edaletî, mafdayîn, azadî û wijdan bijî. Civakê qudsiyet ji jinê re dabû çêkirin ji ber ku jinan zarok tanîn, xwedî dikirin û fêrî jiyanê dikirin, yanî jinê jiyanek nû dida afirandin û jiyana xwe li gorî bercewendiyên civakê dida meşandin li ser cewher û nirxê civakê, bi xwedîkirina zarokan re hest li pêş ket û zekaya atifî dihat tehlîlkirin li gel jin û civakê. Her wisa jinê li ser naskirina stêrik, heyv, roj û rewşa hewayî kar dikir û êdî jin rewşa rojên bê ji civakê re dinirxand û parve dikir. Di van sîfatên jin de etîk û estetîk li pêş ket, ku çawa jin jiyana civakê bi xweşikbûyînê mezin dike û her tiştê xweş û xweşik diafirîne.

Bi avabûna civaka bavik salarî, şaristaniya Somerî û destdayîna zilamên qornaz li ser ked û civaka jin û bi berxwedana jin ya bi salan zilamên şaman bi fikirê xwe yê xapînok dest danîn li ser berhemên jin û keda wê jê dizîn, xwestin her tiştî bikin ayîdê xwe û heya roja îro jî ev zilim berdewam dike, lê li gorî qirkirina li ser jinê di nava qonaxên dîrokî de dîsa jî jin nehate tune kirin û rastiya wê ya xwestin winda bikin winda nebû bi hêza civaka destpêkê ya dabû avakirin. Ji ber fikira jin pêşketinên civakê yê roja îro yên tên mezinkirin li ser berhem û alavên destpêkê yên civaka jin in û heger ne ji jinê be dibe ku ev civak jî pêş neketibe ji ber jnê jiyan ji heywanî derbasî mirovahî kir.

Bi jinê jiyan bû jiyan û bi jinê wê ev jiyan derbasî qonaxa xwe ya azadî û zîvrandina li rastiya jinê di dîrokê de be.

NIVÎSÊN MÎNA VÎ